REQA – Mekteba Werzîşê ya Dibistanê ya Encumena Werzîşê ya Kantona Reqqayê îro ji bo zarokên Efrînî çalakiyek werzîşî li dar xist. Çalakî li Dibistana Alaa El-Maarî wekî beşek ji kampanyayek ku ji hêla Ofîsa Werzîşê ya Dibistanê ve li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re Azadî” hatiye destpêkirin, hate lidarxistin.
Çalakî çalakiyên werzîşî yên cûrbecûr di nav xwe de dihewîne ku armanc dikin ku piştgiriya derûnî ji bo zarokan di atmosferek şahî û coşê de peyda bikin. Di dawiya çalakiyê de, xelatên sembolîk li zarokên beşdar hatin belavkirin ji bo teqdîrkirina beşdariya wan û teşwîqkirina wan ji bo berdewamiya çalakî. Ev înîsiyatîf di çarçoveya kampanyaya ku ji hêla mekteba Werzîşê ya Dibistanê ve ji bo piştgiriya zarokan û zêdekirina hişmendiya civakê hatî organîzekirin.