NAVENDA NUÇEYAN- Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê dê “Komxebata bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” li dar bixe.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Edeneyê dê di 5’ê Tîrmehê de li eywaneke bajêr “Komxebeta bi Ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” li dar bixe. Komxebat dê saet di 10.00’an de dest pê bike. Vasiyê Rêber APO Mazlum Dînç, Cîgira Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, endamê Meclisa DBP’ê Kerem Nalbant û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di komxebatê de biaxivin. Komxebata ku dê ji sê rûniştinan pêk bê. Rûniştina yekemîn de bi sernavê “Dîroka şaristanê û rexneya modernîteya kapîtalîst”, rûniştina duyemîn dê bi sernavê “Jin di şaristaniya bi dewlet de û jin di şaristaniya demokratîk de” û ya sêyemîn jî dê weke kursiya serbest wer lidaxistin û li rexne û pêşniyar bê guhdarîkirin.