Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

Edîtor: Nucan Serdoz
03/07/2025 - 10:52
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku endamê Koma Awazê Çiya Agir Serîhildan 6’ê Çielya 2025’an di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye.

Daxuyaniya Komîteya TEV ÇAND’ê ya li ser şehadeta Serîhildan bi vî rengî ye:

“Heval Agir Serîhildan bi nasnav Aram Merdanî di 6’ê Çile 2025’an de, di encama qezayeke trafîqê de şehîd ket û tevlî karwana nemiran bû.

Heval Agir Serîhildan bi nasnav Aram Merdanî di 15’ê Adara 1996’an de, li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Mehabadê, di nav malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Tevî hemû derfetên ku di pergalê ji heval Agir re hatin pêşkêşkirin  jî nekarîbû lêgerîna heval a di derbarê tekoşîn û azadiyê de asteng bike û heval Agir lêgerîna xwe her kûrtir kir, da ku bigêhêje armanca xwe û bi gerîla re bibe yek.

Heval Agir rewşenbîr û hunermendekî jêhatîbû. Heval Agir her çiqas li dibistanên rejîma Îranê xwendibe jî, ti car ji nasmane û çanda xwe dûr neket, her timî bi nasname û çanda xwe jiya. Karakter û nasnameya xwe bi vî rengî hûnand. Lewra dema perwerdeya xwe li dibistanên amadeyî bi dawî dike berê xwe dide zanîngehê û perwerdeya xwe li zanîngehê dewam dike. Heval Agir dema berê xwe dide zanîngehê hilbijerkê xwe di beşa hunere de dike. Ew taybetmendiya wî ya girêdayîbûna çanda xwe bû. Bi vê hilbijêrkê dixwest ku bi qedera ku karibe çanda gelê xwe xurttir û mayînde bike, yên kêm mayî jî dagire. Lewra di nav beşa hunere de jî taybet beşa wênekêşî û sînemageriyê hildibijêre û di van beşan de mastira xwe jî temam dike. Li gel vêya di aliyê muzîkê de jî lêkolînan dike û lêdana enstrûmanan jî fêr dibe, taybet jî lêdana gîtarê baş fêr dibe û di asteke girîng de xwe bi pêş dixe. Bi kurtasî heval Agir xwediyê taybetmendiyên ku di nav pergalê de bi rehetî bijî û kariyer bi pêş bixe bû. Lê wî ew hemû derfet da milekî û berê xwe da tekoşîna azadiyê gelê xwe. Heval Agir her timî di nav lêgerînan de bû û lêgerînên heval Agir ew gihand jiyana azad û civaka wekhev û tekoşînê.

Heval Agir hîna di nû ciwantiya xwe de têkoşînê nas dike. Naskirina heval Agir a tekoşîna azadiyê di zanîngehê de hîn kûrtir û berfirehtir dibe. Tenê bi hestên xwe ne, bi zanebûn nêzî tekoşînê dibe. Taybet jî li ser têkoşîna azadiyê û rêbazên wê lêkolîn dike û tekoşîna çekdarî ya gerîla bala wî dikişine. Dîsa li çiya xebatên çand huner jî taybet bala wî dikişîne û dixwaze tevlî vî karî bibe û bibe parçayek ji xebatên çand û huner a çiya. Heval Agir dixwaze bi huner û hestên xwe di deryaya azadiyê de bibe dilopek. Bi vê armancê berê xwe dide Tevgera Azadiyê.

Heval Agir bersiva hemû pirs û lêgerînên xwe di nav tevgerê de dibîne. Heval Agir di nav hevalan de weke hevalekî dilnizm, fedekar, lêgerîner û xwediyê hestên nazik û bedew tê nasîn. Heval Agir karê xwe, di hunera xwe de dida teyisandin. Bi çanda xwe ve girêdayî bû. Têkoşerê avakirinê û parazvanê çanda xwe bû.

Heval Agir di sala 2019’an de tevlî têkoşînê dibe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne û beşdarî pratîkê dibe. Piştre di nav xebatên Komeleya Ciwanan de cih digre û li qadên çiya xebata xwe didomîne. Di Komeleya Ciwanan de hem xebatên xwe dimeşîne û di heman demê de di aliyê huner de jî lêgerîn û lêkolînên xwe didomîne. Heval Agir piştî demekê di Komeleya Ciwanan de xebat meşand şûn ve tevlî xebatên çand û huner a Tev-Çande dibe. Heval Agir tevlî xebatên Tev-Çandê bû şûnde nêzî du salan xebatên çandê dimeşîne. Heval Agir di nav xebatên Tev-Çandê de hem weke muzîkjenekî di nava koma Awazê çiya de cîh digre û hem jî di heman demê de weke wênekêş û sînamager tevdigere. Heval Agir di hemû kêliyên jiyana xwe de bi ahenga huner û xweşikbûnê dijî. Hevalekî ku bi rih û tevgera xwe reng dida jiyanê û qada ku lê dijiya. Heval Agir di têkoşîn û di jiyana xwe ya şoreşgerî de her timî bi dîsîplîn, fedakarî û hevaltiya xwe mînakek bêhempa bû. Heval Agir hunermendekî afirîner bû.

Heval Agir Serîhildan 6’ê Çileya 2025’an de, dema li ser erka xwe bû, di encama qezayeke trafîkê de şehîd ket û tevlî karwana nemiran bû. Heval Agir weke hunermend û şoreşgerekî nemir mîrateyek mezin û bi hêz ji me re hişt. Wekî Tev-Çand’ê em ê ji Mizgînan heya Sefkanan û Agiran li mîrateya ku şêhîdên me ji me re hiştine xwedî derkevin. Em ê wan û xeyala wan di jiyan, di huner û di têkoşîna xwe ya azadiyê de her bidin dewamkirin û xeyala wan teqez bibin serî. Em ê bi ruhê heval Agir yê azad bîjîn û têbikoşin.

Bi vê boneyê em di serî de ji malbata heval Agir a hêja re, ji hemû hunermendên azadîxwaz re û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ê di xeta Rêber Apo ya jiyana azad de bi ruhê heval Agir xwedî derkevin, bijîn û xeyala wan pêk bînin.”

 

 

1 Ji 38
- +
slide 1 to 8 of 38

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

24.

25.

26.

27.

28.

29.

30.

31.

32.

33.

34.

35.

36.

37.

38.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Elî Curî El Xelûf li Heseke hat oxir kirin

Nivîsa Pêş

Karasû: Divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karasû: Divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne

Karasû: Divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne

Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe

Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe

Manşet

  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe
  • Şehîd Bêrîvan Hesekê li ber mala xwe hat bi bîranîn
  • Yekîtîya Jinên Ciwan li Dirbêsiyê bîranîn li dar xist
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn
  • Ciwanên Şoreşger li Dêrazor şehîd Bişeng, Sara û Vejîn bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê civîna xwe li darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li Dêrazor şehîd Bişeng, Sara û Vejîn bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2’emîn Kongreya Xwendekaran bi biriyarên guhertinê bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.