HESEKE – Gelê Hesekê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Elî Curî El Xelûf (Nebîl) ê ku di 29’ê Hezîrana 2025’an de li Hesekê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a bajêr oxir kir.
Endam û rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelê Hesekê tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Haris axivî. Haris piştî ku sersaxî da malbata şehîd, got ku şehîd Elî Curî El Xelûf navê xwe tev li sicila nemiran kir
Endamê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsîm Hesekê di axaftina xwe de qala kesayetiya Elî Curî El Xelûf kir û diyar kir ku şehîd Elî Curî El Xelûf di temenekî ciwan de li hember her cure kewneperest, xêrnexwaz û hemû dijminan derketiye.
Dêrsîm Hesekê di berdewamia axaftina xwe de da zanîn ku şehîd Elî Curî El Xelûf da pey şopa birayê xwe yê şehîd û diyar kir ku ji malbateke pêkhateya Ereb ya welatparêz rabû û heya dawî ji bo rûmeta hemû gelan biparêze şer kiriye û bi fedaîtî têkoşîn kiriye.
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed Elî jî da zanîn ku di rêya heqîqetê de gihîştina şahadetê rûmeteke herî mezin e, her wiha diyar kir ku Xwedê di pirtûka pîroz de şehîd bi rûmet kiriye.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd radestî malbatê hate kirin û cenazeyê Şehîd Elî Curî El Xelûf bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” spartin axê.