HELEB – Bi boneya nêzîkbûna salvegera 29’emîn a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şevbîrkek di bin dirûşmeya “Parastina Çand û Filklorî, Misogerkirina Hebûna Civakan e” li darxistin.
Di serî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Di şevbîrkê de, stranên erebî û kurdî hatin gotin. Her wiha, grûpên govendê jî hûnera xwe pêşkêşkirin.
Li ser navê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk Sabir Arûs axivî û got “Civak hêdî ji çanda xwe hatiye qutkirin. Çanda dayîk û bavên me ya ku bi hezar salan hatiye parastin, îro tê binpêkirin û windakirin. Li çar parçeyên Kurdistanê dixwazin êrîsî çanda me bikin, lê çanda me nasnameya me ye”.
Şehîd Zîlan (Zeyenb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an li hemberî hewldana qetilkirina Rêber APO ku 6’ê Gulana heman salê de li Şamê hatibû kirin, çalakiyek fedaî li Dêrsimê li dijî leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dar xist.