REQA- Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Jinên Azad a Sûriyyê (Şaxê Reqayê), Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Meclîsa Malbatên Şehîdan li merasîma vekirinê amade bûn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê Leyla El Ebid di merasîmê de axivî û diyar kir ku navnend bi armanca çalakirina rola jinan û pêşxistina rola wan a avakirina civakan de, hatiye vekirin. Her wiha dê li navendê derfet ji bo jinan were peydakirin ku der fêrî pîşeyan bibin.”
Leyla her wiha da zanîn ku dê li navendê ji bo jinên ciwan korsên perwerde û fêrbûna pîşeyên mîna dirûtina cilan, xebatên tendurisiyê û kompiyûterê werin vekirin. Her wiha diyar kir ku jinên ciwan piştî perwerdeyê dê lîsansê wergirtin û karibin li bazarê bixebitin.
Navend ji beşên perwerde, ragihandin, çand û huner û werzîşê pêk tê. Li van beşan dê jinên ciwan karibin hêz û karîna xwe derxînin û fêr bibin.
Piştî axaftinê navend ji aliyê Itab El Dêf dayka şehîd Xelef El Bûş ve hate vekirin.
Merasîma vekirinê bi gerandina dîlanê û stranan bi dawî bû.
Fermandara YPJ`ê Ronahî Yekta (Arşîn Hisên) di 25’ê Kanûna 2024’an de di şerê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê şehîd bû.