NAVENDA NÛÇEYAN- Lîstikvanê berê yê fitbolê yê Îsraîlî û pêşkêşvanê televziyonê Eyal Berkovic, êrişa li ser Îranê weke lîstikek fitbolê pênasekir û ragihand ku di fînalê de hedef Tirkiyeye.!
Lîstikvanê berê yê fitbolê yê Îsraîlî û pêşkêşvanê televziyonê Eyal Berkovic, di bernameyek televziyonê ya Îsraîlê de, li ser şerê Îsraîl û Îranê, nirxandinek balkêş kir.
Berkovic operasyonên leşkerî weke tûrnûvayek fitbolê pênasekir û got; “Îsraîl wê di lîstika fînalê de bi Tirkiyeyê re rûbirû bimîne.”
Berkovic di dewamê de got; “Min bi henekî bihîst, di çaryekfînalê de bi Hamasê re wekî hev bi dawî kir, lê me wan di penaltiyan de ji holê rakir. Me di nîv fînalê dejî Îranê têkbir û Tirkiye jî di fînalê deye!.”
Hêjayî gotinê ye şerê di navbera Îran-Îsraîlê de ku di 13 mehê de bi êrişa Îsraîlê destpê kiriye, di roja xwe ya 6’an de dewam dike.