DUISBURG- Li bajarê Duisburgê yê kantona NRW ya Almanya, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) NRW ji bo bîranîna Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Rıza Altun turnuvayek futbol, voleybol û tenîsa maseyê hate lidarxistin. Çalakiya ku bi beşdarbûn û coşek mezin pêk hat, careke din hêza rêxistinkirî ya ciwanên şoreşger nîşan da.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û nirxandinek pêvajoyê hate kirin. Piştre, Ayten Ana, dayika Şehîd Lecwan Munzur, gotarek watedar pêşkêş kir. Piştî axaftinê turnuva dest pê kir.
Di seranserê turnuvayê de, ciwanan ne tenê di qada werzîşê de, lê di heman demê de bi govend û dirûşmen bi coş, turnova veguherandin festîvalekê. Di dawiya rojê de, encamên turnova hatin zelal kirin: Tîma Gerîla bu yekem, Tîma Mêrdîn duyem û Tîma Rojava sêyem.
Di Turnuvaya Voleybolê de Tîma Afrîn kûpa zêrîn qezenc kir.
Di dawiyê de, xwişka Şehîd Alî Haydar Kaytan, Ferîde Kaytan, turnovaya ciwanan piroz kir û baweriya xwe bi meşa ciwanan li ser rêya Şehîdan anî ziman. Di dawiya turnuvayê de, Şengê Cömert, Ferîde Kaytan û Ayten Kaplan wekî Dayikên Şehîdan kûp û madalya dan.
Çalakî bi beşdariyeke berfireh dest pê kir û bi dawî bû. Turnova bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin” û “Ciwan Fedaî Reber APO ye” bi dawî bû.