ŞENAGL- Gelê Şengalê li gundê Girzêrik li pêşiya navenda polisan kombûn.
Gel rixmê astengî û êrîşên ku ji aliye polîsan ve rû bi rû hatin heta ber deriyê şaredariyê meşiyan. Ruxmê giştî astengiyan gel bertekê xwe diyar kirin û meşa xwe li ber avahiya şaredariye bi daxuyaniyekî bi dawî kirin.
Daxuyanî ji aliyê Endama koordînasyona TAJÊ Naem Bedel ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “ev der ne cîhê polîsan e, li vir di xizmeta gel de ye” Di daxuyaniyê de di heman demê de nezikatiya İraqê jî hat nirxandin û hat diyar kirin ku heya şaredarîya xwe nestînin wê çalakî her bidomin.
Li ser navê rêveberiya belediye Elmas Şengalî jî diyar kir ku dewlet dest danî li ser şaredariya gel û lazim e ku xizmeta vî gelî were kirin ji bo vegera gelê şengalê.