NAVENDA NUÇEYAN- Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ciwanê bi navê Mihemed El Ehmed duh derengî şevê dema bi hin hevalên xwe re di Bendava Mizgeftê de avjenî dikir, xeniqî. Cenazeyê Mihemed El Ehmed ê ji gundê Xirbe Emo yê başûrê Qamişloyê ye hîna nehatiye dîtin.
Hevalên El Ehmed der barê bûyerê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar kir. Di vê çarçoveyê de ekîbên rewşên awarte yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan bendavê û lêgerîna cenaze didomînin.