NAVENDA NÛÇEYAN- Li Atînayê, paytexta Yewnanistanê, konferansek bi sernavê “Pirsgirêka Kurd û pêşketinên li Rojhilata Navîn” dest pê kir. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş û gelek akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî konferansê bûn.
Konferansa ku ji aliyê Navenda Xebatên Rojhilata Navîn û Îslamî ve hate organîzekirin, axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso ve hate kirin.
Xerîb Hiso silav li beşdarên konferansê kir û êrîşên rejîma Baas û çeteyên DAIŞ’ê bi bîr xist. Wî diyar kir ku sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk berdewam dikin. Wî her wiha got ku çeteyên mîna El Nusra bi rêya HTŞ’ê rejîm xistine destê xwe.
Xerîb Hiso tekez kir ku di nav rejîmê de gelek çete hene û Tirkiye bi eşkereyî piştgiriyê dide van çeteyan û got, “Armanca rastîn ew e ku projeya me ya demokratîk têk bibin.”
Xerîb Hiso destnîşan kir ku gelê Kurd sîstemekê dixwaze ku mafên hemû baweriyan, her kesê ku li herêmê dijî, jin û ciwanan tê de bên naskirin.
Wî tekez kir ku hêzên demokrasiyê, gelê Kurd û dostên wan berpirsiyar in ku li Sûriyeyê rêziknameyek demokratîk ava bikin, û gelê Yewnanî piştgiriya xwe zêde dike.
Di nava rojê de sê rûniştin û du axaftinên sereke wê bên lidarxistin.
Di rûniştina yekem de rewşa niha ya Kurdên li Sûriyeyê dê were nîqaşkirin; Rûniştin wê ji hêla Zakia Aqra ve were birêvebirin. Axaftvan dê Profesor Sotiris Roussos ji Zanîngeha Peloponnese, profesorê alîkar ê Zanîngeha Neteweyî û Kapodistrian a Atînayê Antonis Deriziotis û akademîsyen Katia Zagoritou bin.
Piştî navberiya nîvro ya saet 12:00, Wezîrê Derve yê berê yê Yewnanîstanê Nikos Kotzias dê gotareke sereke pêşkêş bike.
Di rûniştina duyemîn de, li ser rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava û bandora herêmî ya Rêber APO dê pêşkêşî werin kirin. Rojnamevan Stavros Lygeros, Petros Papakonstantinou, profesorê hevkar ê Zanîngeha Hewlerê Thomas Schmidinger û profesorê Zanîngeha George Washington Amy Austin Holmes dê di rûniştina ku ji hêla Ioannis Albanis ve tê moderator kirin de axaftvan bin.
Piştre, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed dê axaftinekê bike.
Di rûniştina dawî de, hêzên herêmî û pirsgirêka Kurd dê werin nîqaşkirin. Di rûniştina ku ji hêla Sotiris Roussos ve tê birêvebirin de, profesor Konstantinos Filis, mamosteyê Zanîngeha Nîkosyayê Stavros Drakoularakos û akademîsyenê Zanîngeha Leipzigê Kamal Chomani dê beşdar bibin.
Konferans dê bi axaftina girtinê ya Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş bi dawî bibe.