NAVENDA NUÇEYAN- YekîtiYa Jinên Ciwan di hemû bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de Kampên Xwebûn li darxistin. Ji Derîkê heya Derazorê jinên ciwan di van kampan de hatin cem hev. Di çarçoveya fikir û felsefeya Rêber APO de, kampên 3 rojan bi dirûşmeya “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn” hatin lidarxistin. Ev kamp di çarçoveya pêngava ‘Ji Bo Azadiyê, Dem Dema Pêşengtiyê ye’ pêk hatin.
Hemû kampên ku li bajarên cûda hatin li darxistin xwedî bernameyekê gelek dewlemend bûn. Jinên Ciwan ku tevlî wan kampan bûn nêrînên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku ev kamp ji bo xwenaskirinê derfetekê mezin afirandiye. Her wiha jinên ciwan anîn ziman ku piştî bêşdarî kampa xwebûn bûne di naskirin û femkirina fikrê Rêber APO de gavên giring avetine.
Bernameyê Kampê ji aktiviteyên werzîşî, hûnerî, semîner, ziyaretkirina cihên dirokî, xwendina nirxanadinên Rêbertî û nivisandina nameyan pêk hatin. Li gorî bajeran reng û şiklên bername hate guhertin.