HESEKÊ- Akademiya Şehîd Rênas Avesta ya Ragihandina Ciwanan dewreya perwerdeyê ku 11’yê Nîsanê bi 12 endaman û bi navê “Dewreya Şehîd Egîd Roj” dabû destpêkirin, bidawî kir. Perwerdeya ku 30 roj berdewam kir de gelek dersên îdeolojîk, teorîk û teknîkî hatin dayin.
Bi minasebeta bidawîkirinê, li bajarokê Tiwênayê yê girêdayê bajarê Hesekê şahiyeke mezin hat organîzekirin.
Ji bilî endamên tevlî perwerdeyê bûne, malbata Şehîd Egîd Roj, endamên ragihandina ciwanan û endamên dezgehên ragihandina azad jî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyaa ku saet 19.00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, dayîka Şehîd Egîd Roj Sediye Şara axivî û da zanîn ku ew ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bimeşin, xwedî li bîranîna wan derkevin.
Piştî axaftinê rêveberiya akademiyê wêneyekî Şehîd Egîd Roj diyarî dayika wî Sadîye Şara kir.
Şahîde ji aliyê endamên akademiyê ve morala ku hatibû organîzekirin hat pêşkeşkirin.
Piştî bernamê şahî, li ber stranan bi gerandina govendê bidawî bû.
Hêjayê bi bîrxistinêye ku Şehîd Rênas Avesta endamê ragihandina ciwanên şoreşger bû. Di berxwedana Rêveberiya Xweser a li navçeya Nisêbînê ya girêdayê bajarê Mêrdînê di sala 2016 de di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû.