QAMIŞLO – Komîteya Jinên Ciwan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi navê “Bi hêz û vîna jinên ciwan em ê hemû cûreyên tundiyê têk bibin” li navenda PYD’ê ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê paneleke diyalogê organîze kir. Di panelê de jinên ciwan ên ji bajarên Kobanê, Tebqa û Reqayê amade bûn.
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif di panelê de axivî û diyar kir ku armanc û hêviyên gelê Sûriyeyê ji ber domandina hişmendiya zilamperestî û yekaliyê heta piştî ketina rejîma Baas’ê û hatina “Heyet Tehrîr El Şam” jî, têk çûn.
Perwîn Yûsif got desthilata Şamê ya niha xwedî heman hişmendiya rejîma Baas e, bi taybetî di aliyê mijara jinên Sûriyeyê de û ew hişmendiya zilamperestî ya yekalî ya li dijî nirxên edalet û wekheviyê dide meşandin, bi taybet jî piştî bûyerên li perava Sûriyeyê û Siwêdayê ev yek diyar bû.
Perwîn Yûsif tundiya li ser jinan bi taybet di vê qonaxê de ji qetilkirin û bêparkirina ji mafan şermezar kir û behsa rêbazên destekdayîna jinên ciwan, pêşîgirtina li tundiyê, xebitîn û têkoşîna li dijî van binpêkirinan, kir.
Di berdewama gotina xwe de Perwîn Yûsif diyar kir ku di vê qonaxê de birêxistinkirin ji bo bidawîkirina tundiyê û pêşîgirtina li qirkirina çand ya li dijî jinan, gaveke girîng e.
Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; cûreyên tundiyê yên li dijî jinan û hişmendiya zayendperest û qirkirina siyasî ya li dijî pêkhateyên Sûriyeyê, nexasim jin.
Panel ragihandinê dom kir. Têkildarî beşdariya jinên ciwan di vê panelê de Sîlva Hacî axivî û got: “Mijarên herî girîng ên hatine nîqaşkirin ew in ku çawa pirsgirêkên jinên ciwan rûbirûyê ne werin çareserkirin û ew ji gefên derve werin parastin.”
Sîlva Havî got pêwîst e têkoşînê li dijî hemû cûreyên tundiyê were berdewamkirin, xebata ji bo bilindkirina asta hişyarî û zanabûnê were xurtkirin.