NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Qamişlo li Navenda Mihemed Şêxo civînekî li ser pêvajoyê siyasî bi endamên xwe re li dar xist. Nêzî 60 endamên Ciwanên Şoreşger tevlî civînê bûn.
Di serî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê rewşa siyasî û leşkerî yê heremê bi berfirahî hat nirxandin. Ji aliyê beşdarvanan pirs û niqaş hatin kirin.