MEXMÛR- İro Li Wargeha Mexmurê dibin pêşengtiya her çar Meclisên li wargeha Mexmurê de meşek bi navê “Bİ RÊBER APO RE DİYALOG” hate kirin. Ciwanên Wargeha Mexmurê bi silogana “EMÊ XWE Bİ RÊXİSTİNKİRİNÊ BİGİHİNİN SERKEFTİNÊ” pêşengti ji meşê re kirin. Meşa ciwanan li ber deriyê Meclisa Ciwanan despê kir û heyaSalona Konferansê dewam kir.
Ciwanan li ber pêşiya Salona Konnferansê daxuyî dan û gotin ku Rêber APO di zarokatiya xwe de dest bi rêxistina xwe û rêxistinkirina civakê kirye. Ji bo wê jî weki ciwan divê tarzê Rêber APO jiyana Rêber APO mînak were girtin.
Ciwanan her wiha di daxuyaniya xwe de bal kişandina li ser banga Rêber APO ya ku ji bo ciwanan ku digot “Ger hûn xwe û derdora xwe rêxistin nekin ezê we bi tundi rexne bikim.” Li ser vê bingehê hat diyar kirin ku divê ciwan her tim xwe û derdora xwe rêxistin bike, banga Rêber APO xwedî derbikeve.
Daxûyanî bi slogana
“Ciwan Fedaye Rêber APO ne”
“Bê Serok jiyan nabe” hat bi dawî kirin.
Piştî daxuyaniyê ciwan di Salona Konferansê de kom bûn û “Nirxandin û Diyalogên Rêber APO ya bi Jinê re” tamaşe kirin.