DIRBESIYÊ –Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dirbêsiyê di çarçoveya Pêngava ‘Ji Bo Azadiyê Dem Dema Pêşengtiyê ye’ de li gelek herêman bi dirûşmeya “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn ” kampên xwebûn ên 3 rojan da destpêkirin.
Bi dehan jinên ciwan beşdarî kampa ku li bajarê Dirbesiyê hatin lidarxistin bûn.
Di mufredata kampê ya 3 rojan de gelek çalakiyên bîrdozî, hunerî û werzîşî hene. Her wiha wê jinên ciwan li ser gelek mijaran komxebat û nîqaş li dar bixin.
Jinên ciwanên Dêirbesiyê roja yekemîn ya kampê de di mijara ‘Bakûr û Rojhilatê Sûrî de rola jinan’ semîner dîtin û piştî semînerê jinên ciwan li ser ‘di hûkûmeta Sûrî ya nû de rola jinan çawa dikare pêşbikeve, di giştî Sûrî de rola jinan çî ye?’ nîqaşên kûr dan meşandin.