Enter your email Address

Pazartesi, Ağustos 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Êrîşên artêşa Tirk qet Nesekinîn”

Edîtor: Nucan Serdoz
01/05/2025 - 9:52
di nav Daxuyanî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
“Êrîşên artêşa Tirk qet Nesekinîn”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re li Kurdistanê pêvajoyeke nû ya stratejîk destpê kir. Tevgera me ji bo pêşî li vê pêvajoyê veke û pêwîstiyên wê bi cih bîne ji 1’ê Adara 2025’an û pê ve agirbest ragihand. Di ser re du meh derbas bûne, lê belê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên me qet nesekinîn. Di serî de eyaletên Botan, Garzan û Amed ên Bakurê Kurdistanê li tevahiya Kurdistanê operasyonan dewam kirin û êrîşên hewayî û bejahî yên li ser qadên hêzên me yên li Başûrê Kurdistanê ranewestiyan.”

RANTXUR ÊRÎŞAN DEWAM DIKIN

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî dewam kir:

“Ji xeta Girê Cûdî-Dehleşino ya Zapê heta bi gundê Bazyan ê li rojavayê Metînayê, di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên artêşa Tirk de li gelek nuqteyan rojane şer diqewime. Di vê demê de ji ber êrîşan gelek hevalên me şehîd bûn. Herî dawî 11’ê Nîsana 2025’an li Girê Cûdî yê Zapê ji ber êrîşa bi çekên kîmyewî ya artêşa Tirk hevalên me Besê Têkoşîn (Zehra Zelal Araz) û Mîtra Kato (Sara Eskerî) şehîd bûn. Eşkere ye ku di nava artêş û dewleta Tirk de derdoreke rantxurê şer heye ku naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî çareser bibe, dixwaze şer dewam bike, lewma êrîşan dewam dike.

JI NAVA PDK’Ê JÎ DERDOREK PIŞTGIRIYÊ DIDE

Bi vê pêvajoya dîrokî û girîng re ku Rêber Apo da destpêkirin, di nava hêzên siyasî yên Kurdistanê de pozîsyoneke piştevanî û erênî derkete holê, di serî de lîderên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gelek fîgurên siyasî daxuyaniyên piştevaniyê dan. Li gel vê atmosfera erênî jî hêzên ser bi PDK’ê li gel artêşa Tirk karên xwe yên ambargo, dorpêçkirin, birîna rê û peydakirina îstîxbaratê ji dewleta Tirk re qet sist nekirin û ev karên xwe weke berê dewam kir. Bi taybetî di nava du mehên derbasbûyî de beşek di nava PDK’ê de piştgirî da hewldanên dewamkirina şer a hin rantxur, komkujer û dijminên Kurdan. Eşkere bû ku paralelî van hewldanan tevgeriyan.

Li qada ku meha Sibatê kemîn li pêşiya hêzên me hate danîn û fedaiyên Kurdistanê yên leheng hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran şehîd bûn, di navbera gundên Guherzê û Belavê de hêzên PDK’ê 28’ê Nîsanê dest bi avakirina baregeheke nû ya leşkerî kirin. Ji ber peyamên xurt ên lîderiya wan a ji bo piştevaniya pêvajoya nû, em jî li bendê bûn ku di pratîkê de helwesteke erênî nîşan bidin. Lê belê ev helwesta wan ku rêya navbera Zap û Garê birîn û hewl didin bi temamî bigirin û piştgiriyê didin plana îmhakirinê, me dixe nava fikarên cidî. Girtina vê nuqteya stratejîk parçeyek ji plana îmha û dorpêçkirinê ye ku li dijî hêzên me tê kirin ku 4 sal in li Zapê bi lehengî li ber xwe didin. Fermandariya me ya li vê qadê di 28 û 29’ê Nîsanê de bi hesasiyeta ku windahî çênebe, di asteke sivik de ji bo hişyarkirinê destwerdan kir.

Bi heman rengî li gundê Bêşîlî yê Metînayê jî hêzên ser bi PDK’ê ve li nuqteyeke ku ji bo hêzên me yên berxwedanê yên li wê derê stratejîk e, dest bi çêkirina qereqola leşkerî kirin. Eşkere tê dîtin ku hêzên PDK’ê yên li wê derê pozîsyona agirbestê ya gerîla ji xwe re weke firsendê dibînin, hewl didin gav bi gav dorpêç bikin, di çarçoveya plana Fermandariya Giştî ya Tirk de ya ji bo îmhakirinê tevdigerin û dixwaze gerîla bikişînin nava şerekî berfireh û îmha bikin.

Di vê qonaxa dîrokî de ku ji bo gel û tevgera me li ber biryardana stratejîk e, em naxwazin bi kesî re bikevin nava rageşiyê û şer. Berrevajî vê yekê di çarçoveya projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo de em dixwazin pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Hêzên PDK ku hêzeke Kurd e divê tevlî plana nexêr nebe ku xizmetê ji berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd re nake û hewl dide tevger û pozîsyona hêzên me biguherîne û îmha bike. Eger ev kar li derveyî agahiya rêveberiya PDK’ê tê kirin, divê rêveberî dest li vê pratîkê werde ku bi kêrî xeta nijadperest û komkujiyê ya dewleta Tirk tê. Eger ev plan bi agahiya rêveberiya bilind pêk tê, em bang lê dikin ku dest ji vê helwestê berde ku xizmetê ji berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd re nake û bang li hêzên welatparêz ên Kurd û gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hişyar bin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Dirbêsiyê: Mifteya çareserî û aştiyê di azadiya Rêber APO de ye

Nivîsa Pêş

Hemleya paqijiyê Reqayê bi alîkariya Ciwanan didome

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hemleya paqijiyê Reqayê bi alîkariya Ciwanan didome

Hemleya paqijiyê Reqayê bi alîkariya Ciwanan didome

Jinên Ciwan ên Hesekê kampekî 3 rojan lidarxistin

Jinên Ciwan ên Hesekê kampekî 3 rojan lidarxistin

Manşet

  • Partiya Demokratîk (DEM) li Edeneyê Festîvala “Aştî û Civaka Demokratîk” Lidarxist
  • Li Liverpoolê ji bo Berxwedana Mexmûrê Xwepêşandana Konî
  • Polîtîkayên li Dijî Ciwanên Kurd: Fuhuş, Hişbir û Qumar
  • Li Dirbêsiyê pêşbirka Ciwanan
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû
  • Komxebata ciwanan: Manîfestoya civaka demokratîk perspektîfa azadiyê pêşkêş dike
  • Karayilan: “Rêber APO Muzakerevanê Me Yê Sereke Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kolnê Banga Meşa Dirêj û Festîvala NRW Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: “Rêber APO Muzakerevanê Me Yê Sereke Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Polîtîkayên li Dijî Ciwanên Kurd: Fuhuş, Hişbir û Qumar

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Tebqa: Di parastinê de ji xwe bawer bin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê 2 ciwanên efrînî hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET: Xiyaneta PDK û Dagirkeriya Dewleta Tirk – Divê ciwanên Kurdistanê li dijî êrîşan rabin ser piyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gundê Celîz ê Rojhilat Gelek Kes Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Suriyan: Em ji bo berxwedanê amade ne!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Ciwanan ya Dengvedana Efrînê dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.