NAVENDA NUÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê berdewamkirina tecrîda li ser Rêber APO şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir. Di xwendina daxuyaniyê de endamên tevgerê û yên sazî û meclisên bajêr amade bûn.
Rêveberê tevgerê Dilovan Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di demekê de krîz û şerên li Rojhilata Navîn zêde dibin û pêwîstiya bi rêberên rêça gelan a ber bi aştî, azadî û demokrasiyê ve ronî bikin zêde dibe, dweleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ji zîndanê de banga aştiyê kiriye, dewam dike.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ruxmî bangên milyonan gelên Kurdistanê, partî, rêxistinên siyasî û hiqûqnas ên bidawîkirina tecrîêd, lê hîna dewleta Tirk a dagirker di kiryarên xwe yên çewsîner de bi îsrar e û tevahî bangên ji bo diyalog û çareseriya siyasî bin pê dike. Ev tecrîd ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, lê belê dijî projeya aştî û demokrasiyê ye.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mifteya çareserî û aştiyê di azadiya Rêber APO de ye, ku pêşengitiya fikrî û siyasî ya ber bi xurtkirina pransîbên azadî, demokrasî û jiyana hevbeş ve dewam bike.
Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin.