HESEKÊ – Jinên ciwan ên Hesekê ji bo xwenaskirin weke jinên ciwan, di çarçoveyê fikir û felsefeya Rêber APO de, kampekî 3 rojan bi dirûşmeya “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn” li darxist. Ev kamp di çarçoveya hemleya ‘Ji Bo Azadiyê, Dem Dema Pêşengtiyê ye’ pêk hat.
Di roja yekem a çalakiyê de komên jinên ciwan dest bi çêkirina pankartên bi nivîsên “Îro Roja Xwepêşxistina Jinê ye”, “Jin, Jiyan, Azadî” kirin û pankart bi kulîlk û gulan hatin xemilandin.
Di roja yekemîn de komên jinên ciwan derbasî gundê jinan ê navçeya Dirbêsiyê bûn û li vir peyama Rêber APO ji bo jin hate xwendin û gelek aktîvîteyên hatin lidarxistin.
Di roja duyemîn de jinên ciwan çûn li ser goristana şehîd Djwar a li bajarê Hesekê. Jinên ciwan goristanê paqij kirin û bi dar û kulîlkan xemilandin.
Di roja sêyemîn de çalakiya xwe bi dersekê li ser jin û jiyana azad a li kampa Telaye bi dawî kirin.