PARÎS – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Fransa Parîsê turnuvaya futbolê li dar xistin.
Tîmên ku ji bo tûrnûvaya futbolê ya Mîhrîcana Ciwanan a ku li bajarê Marsîlya yê Fransayê bê lidarxistin amadehiyê dikin, li banliyoya Grigny ya Parîsê li ser navê Şehîd Baran Mawa tûrnûvayek organîze kirin.
Turnuva di navbera Zap Spor û Avaşîn Sporê de pêk hat. Di maça ku di navbera tîmên Zap Spor û Avaşîn Sporê de hat lîstin de, tîma Avaşîn Sporê bi ser ket.
Ciwanên ku bi dirûşima “Dilsoziya Rêber APO bi rêxistinkirina xwe pêkan e” hatin cem hev, armanc dikin ku hem xebatên xwe yên çandî bigihînin qonaxeke nû û hem jî ciwan bi ruhekî kolektîf werin cem hev û jiyana komînal esas bigirin.
Ji bo maça fînalê ya ku dê di Festîvala Ciwanan a Marsîlyayê de were lîstin, tûrnûva di nav tîmên din ên ji taxên din ên Parîsê de dê berdewam bikin.