HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê di çarçoveya pêngava ” Ji Bo Azadiyê Dem Dema Pêşengtiyê ye” bi pêşengiya endamên xwe li navenda Çand û Hûner a Serdemê çalakiya Şevbirkê li dar xist.
Di çalakiya ku bi dehan ciwan û jinên ciwan beşdar bûn de dengbejî, stran û helbest hatin gotin.
Di çalakiyê de helbesta ji bo Rêber APO ji aliyê helbestvanê Kurd Ferhad Merdê ve hate xwendin. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” helbest pêşwazî kirin.
Di çalakiyê de ji bilî xebatên hunerî, gelek pirtûkên Rêber APO û kovara Silava û broşurên li ser jiyana Rêber APO ku ji aliyê Komîteya Ragihandina Yekîtiya Jinên Ciwan ve tê çapkirin standa pirtûkan hatin pêşandan. Qada şevbirkê bi wêneyên Rêber APO hat xemilandin.
Şevbirk bi gerandina govendê ya bi stranan bi dawî bû.