KOBANÊ- Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê di çarçoveya pêngava “Ji Bo Azadiyê Dem Dema Pêşengtiyê ye” de kampanya Ekolojiyê da destpêkirin. Jinên ciwan ên ku Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê ya Rêber APO ji xwe re esas digirin û dixwazin vê di nava civakê de zindî bihêlin, di vê çerçoveyê de li gelek cihan şitilên cureyên cuda çandin.
Jinên ciwan bi paradîgmaya Rêber APO bersivê didin êrîş û talana li ser xwezayê. Jinên ciwan ên ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku di çarçoveya pêngavê de ew ê xebatên xwe yên çandina daran di pêvajoyên pêş de bidomînin.