NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li gelek zanîngehan ders hatin boykotkirin. Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê komek nijadperest êrîşî xwendekaran kir.
Li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ), Zanîngeha Enqereyê, Bilkentê, Zanîngeha Yildirim Beyazît a Enqereyê, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Huneran a Mîmar Sînan, Zanîngeha Bogazîçî, Zanîngeha Galatasarayê, Zanîngeha Teknîkî ya Yildiz, Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Zanîngeha Marmarayê, Zanîngeha Yeditepe, Zanîngeha Başkentê, Zanîngeha Kadir Has, Zanîngeha Bahçeşehir, Zanîngeha Bursa Uludağê, Zanîngeha Bahçeşehirê, Zanîngeha Dokuz Eylül û Zanîngeha Egeyê protestoyên hatibûn destpêkirin berdewam dike.
Xwendekaran bertekên xwe yên ji bo girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû didomînin. Xwendekaran îro ders boykot kirin.
Li ODTÜyê xwendekar li ber kampusa zanîngehê hatin cem hev û heta rektoriyê meşiyan. Bendewariya xwendekaran a li ber rektoratiyê didome.
Komek nijadperest êrîşî xwendekarên ku li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê daxuyanî dabûn, kir. Xwendekarên ku bi girseyî ji kampusê derketin ber bi Tandogan ve meşiyan.