NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) Newroz pîroz kir.
Ravekirin wiha ye;
“Em weke YCWK bi hemû yekîneyên xwe beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di hemû pîrozbahiyên ku ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê hatin lidarxistin de, em bi gelê xwe re ji bo azadiya Rêber APO qîriyan. Bi vê minasebetê em careke din piştgiriyê didin pêvajoya dîrokî ya ku Rêber APO daye destpêkirin û Newroza hemû gelê xwe bi taybetî li Rêber APO pîroz dikin. Em diyar dikin ku her gotina Rêbertiya me di her şert û mercî de ji bo me talîmatek e û em diyar dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were wê têkoşîna me bidome.
Newroz Pîroz Be
Biji Rêber APO”


