REQA – Li Reqa Tevgera Ciwanên Şoreşger ji seranserî Bakurê Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev û ji bo redkirina “Danezana destûrî” ya desthilata Şamê e hatiye îmzekirin, meşiyan. Meş di bin dirûşma “Bi têkoşîna ciwanan em ê destûreke demokratîk û Sûriyeya demokratîk ava bikin” hat organîzekirin.
Ciwanan ji pêşiya Nexweşxaneya Firat a li bajarê Reqayê dest bi meşekê kir û li Qada Jina Azad sekinîn. Li wir hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Avaşîn Misto daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şoreşa Sûriyeyê di sala 2011’an bi armanca rûxandina rejîma dîktator û bidawîkirina zilmê dest pê kir.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Ciwanan ji bo parastina herêmê ji êrişên rejîmê û komên tundraw ên wekî DAIŞ’ê; YPG, YPJ û QSD ava kirin û herêm ji terorê rizgar kir. Ev hêz di hevsengiya Sûriyeyê de bûye hêzeke sereke.”
Hate gotin Danezana Destûrî nûnertiya hêviyên gel nake, lê pergala despot bi rengekî nû zindî dike. Her wiha hate gotin divê beşdariya rasteqîn a ciwanan di tevahî qadan de hebe. Hate diyarkirin ku destûra mafên ciwanan mîsoger nake, bi tu awayan nayê qebûlkirin.
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber APO” û “Bijî berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin.


