Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 26, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KCK: Em komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin!

Edîtor: Nucan Serdoz
23/06/2025 - 23:12
di nav Giştî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – KCK’ê komkujiya li ser Elewiyan a li Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û got: “Li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn rasttirîn rêya aşitiyê zihniyet û pergala neteweya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin e.”

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Ev hefteyek e li Sûriyeyê li cih û warên ku hejmara Elewiyan lê zêde ye, êrîşên li ser Elewiyan zêde bûne û deh hezaran Elewî hatine qetilkirin. Dîmenên li ser medayayê  hovîtiya qetilkirinê radixe ber çavan. Em bi tundî vê komkujiya li dijî Elewiyan şermezar dikin. Di serî de gelê Elewî, em ji hemû gelên Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin. Ji ber rewşa rûdayî em gelekî xemgîn in. Dubare diyar dikin ku gelê Kurd li gel hemû gelên Sûriyeyê ye û piştevaniya wan dikin.

Di Meha Remezanê de ku ji bo misilmanan meheke pîroz e, xwînrijandin bi awayekî teqez qedexe ye û pêkanîna komkujiyeke bi vî rengî hem ji aliyê mirovahiyê ve û hem jî  ji aliyê Misilman û Îslamê ve cihê xemgînî û kêmasiyê ye.  Bi qasî ku sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye, guneheke mezin e jî.  Pêkanîna komkujiyeke bi vî rengî ya ji aliyê kesên ku dibêjin em Îslamê esas digirin ve, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tu eleqeya van kiryaran li gel Îslamê tune ye. Kesên ku Îslamê esas digirin, weke ku komkujî qetilkirina pêk naynin, di heman demê de di Meha Remezanê de xwînê narijînin û xwînrijandinê heram dibînin. Kesên ku di vê meha pîroz de jî sereketirîn şertê Îslamê bi cih naynin û xwe weke Misilman nîşan didin, derewîn in û nerast in. Ji ber vê yekê beriya her kesî divê destpêkê Misilman bi xwe li hemberî vê komkujiya hov û dermirovî dengê xwe bilind bikin.

Pêkanîna vê komkujiyê ya ji aliyê rêveberiya li Şamê ve,  ji bo pêşeroja Sûriyeyê xetereyeke mezin e. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku Sûriye û gelê Sûriyeyê bi talûkeyeke çawa re rû bi rû ne. Divê ev talûke ji aliyê her kesî ve bê dîtin û her kes li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bide. Tevî ku zihniyet û pratîka wê baş tê zanîn jî piştgirîdayîna HTŞ’ê, bêdengiya li hemberî vê komkujiyê ya hêzên ku bi pişrtgiriya xwe HTŞ’ê rewa dikin û berteknîşannedana bi awayekî xurt nayê qebûlkirin. Gelên Sûriyeyê, ji ber zîhniyeta mezhebparêz, yekperest û paşverû bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne. Sedema sereke ya komkujiyan, ev zîhniyeta paşverû, yekperest û mezhebperest e. Divê piştgiriya vê zîhniyetê neyê kirin. Kesên ku heya roja îroyîn piştgirî dane vê zîhniyetê û bi piştgiriya xwe ew rewa kirine, hevkarên vî sûcî ne. Ji niha pê ve jî berpirsiyarên hemû komkujiyên ku dê pêk werin jî kesên ku piştgiriyê didin vê zîhniyetê ne. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku tiştên pêk hatine li ber çavan bigirin û bi awayekî ev komkujiya hov a li ser Elewiyan bi tundî şermezar bikin û li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin. Tişta ku divê li Sûriyeyê bê kirin, divê hewla ji bo pêşxistina pergaleke siyasî ya demokratîk a ku hemû gelên Sûriyeyê, civaka Sûriyeyê û pêkhateyên çand û baweriyên cuda hembêz dike û di nava xwe de dihewîne ye. Tişta ku piştgiriya wê were kirin divê ev hewl û zîhniyeta demokratîk be.

Careke din derketiye holê ku li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn rasttirîn rêya aşitiyê zihniyet û pergala neteweya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin ya xwe dispêre xwişk-biratiya gelan, wekhevî û pêkvejiyanê ye. Bi vê komkujiya li ser Elewiyan careke din derket holê ku her cure ferasetên neteweperest, mezhebperest û yekperest nabin çareserî û ji bîlî komkujiyên ku mirovahiyê bidin şermê wêdetir tiştek din nayê bidestxistin pêk nayê. Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ di esasê xwe de bi armancên weke  pêşîlêgirtina komkujiyan, dawîlêanîna şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, naskirina mafên her kesî û jiyaneke azad hatiye dayîn. Rizgarbûna Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi pêkanîna vê manîfestoyê pêkan e.  Sûriyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk di serî de ji bo gel, bawerî û jinan, ji bo hemû nasnameyên bindest temînata jiyana azad, wekhev û demokratîk e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DEMOKRATİK MODERNİTEYİ YENİDEN İNŞA GÖREVLERİ- Entelektüel Görevler- IV

Nivîsa Pêş

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 828 caran êrişî gerîla kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 828 caran êrişî gerîla kir

HPG’ê bîlançoya çalakiyên beriya banga Rêber APO eşkere kir

Manşet

  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir
  • YCWK: Jiyaneke bi rûmet bê parastinê ne mimkun e
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

Herî zêde hatine xwendin

  • Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

    Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Tevgera Ciwanên Şoreşger NRW banga îşev derketina qadan kir

    1 Parve kirin
    Parve Bikin 1 Tweet 0
  • Ciwanên Düsseldorfê: Werin em beşdarî Meşa Dirêj bibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ NRW: Bê Rêber APO jiyan nabe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Aldar Xelîl: Ciwan pêşengê şoreşa Rojava bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: li beramberî êrîş û xiyanetê xwedî helwest bin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.