WAN- Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên ciwanên Kurd ên li dijî Komploya Navnetewî didomin.
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Demhat Setkar îşev li Taxa Şehîd Firat li dijî dagirkeran rêze çalakî li dar xistin û komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO protesto kirin.
Endamên yekîneyê têkildarî çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin, “Yekane rêya pûçkirina komployê û rizgarkirina gelê Kurdistanê ji kaosê paradîgmaya azadiyê ya Rêber APO ye. Li ser vê bingehê divê hemû ciwanên Kurdistanê dakevin kolanan û kolanên Kurdistanê ji dijmin re bikin dojeh. Li ser vê bingehê em hemû hevrêyên xwe yên bi fedaî li dijî komployê li ber xwe dane bi bîr tînin û soza xwe ya bi şehîdên xwe re nû dikin. Bijî Şerê Gel ê Şoreşger. Bijî Serok APO.”



