Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Em soza domandina têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî dubare dikin

Edîtor: Nucan Serdoz
09/01/2025 - 15:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YJA Star: Em soza domandina têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî dubare dikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê di şexsê Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: “Di 12’mîn salvegera  qetlîama Parîsê de ya ku bi destên qirêj hatî kirin, di serî de em di şexsê şoreşgera serdemê Sakîne Cansiz û her du jinên têkoşer Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin, komplogerên ku di vê qetlîamê de cîh girtine lenet dikin û ji bo tolhildana teqez û serkeftina mezin em soza xwe dubare dikin.

Di sala 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê, bi destê MIT’a Tirk qetilkirina 3 jinên şoreşger mîna şaxeka ji komploya navnetewî hate pêkanîn. Dewleta Fransayê di nava van 12 salan de ji her aliyê ve bêdeng ma û hesaba vê qetlîamê nepirsî û hevkariya vê qetlîamê kiriye lu ev ji hêla gelan û jinên cîhanê ve eşkere ye. Lewma ev çavgirtin û hevkariya Fransayê rê li ber qetlîama duyemîn a Parîsê jî vekiriye. Dewleta Fransayê ji bo li beramberî dîrokê nekeve statûya tewanbaran,  neçar e ku van qetlîaman ji her hêlê ve zelal bike û ji kiryaran hesap bipirse.

Hedefgirtina her sê jinên leheng û şoreşger di navenda Parîsê de kiryarekî jixweber nîne û encama komployeke demdirêj e. Sakîne Cansiz (Sara) yek ji hevalên destpêkê ya Rêber Apo bû ku heta şehadeta xwe jî di her kêliya jiyana xwe de ji bo felsefeya Rêber Apo şer kir, tekoşînek encamgir meşand. Sara, her roja ku derbas bû ji hêla jinên cîhanê ve jî hat nasîn û weke pêşenga şoreşa jinê hat qebûlkirin.

Di operasyona şereşgerî ya 2018’an de bi navê Sakîne Cansiz de kujer û armanca komployê bi tomaran hat deşîfrekirin.

Ev qetlîam wekî şaxeke komploya navnetewî bi destê MIT’a Tirk û hevkariya hêzên navnetewî hat pêkanîn. Bi komkujiya Parîsê re xwestin derbeyek mezin li Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinên Şoreşger bidin. Xwestin tecrîda li ser Rêber Apo zêde  bikin û ji bo vê pêşengên tevgerê kirin hedef. Lê belê ev kiryara ku di 14’emîn salvegera komploya navnetewî de hatî pêkanîn jî negihîşt armanca xwe û vala hat derxistin. Sara, Ronahî û Rojbîn; wekî 3 jinên Kurd ên bi xebatên xwe yên şoreşgerî ji jinên cîhanê re pêşengî kirin û gihiştina wê ya serkeftinê mîsoger kirin. Sara, Ronahî û Rojbîn bi qandî ku di têkoşîna azadiya Kurdan de wê her tim bên bîranîn ewqas jî ji hêla şoreşa cîhanî ya jinan ve jî xwedî cihekî mezin bin û ti carî sekin, têkoşîn û keda wan nayê jibîrkirin. Şehît Sara bi jiyan, xebat û şehadeta xwe bû nîşan û hêvênê têkoşîna tevahî jinên cîhanê.

Têkoşîna jina Kurd a di nava tevgera Apoyî de bi tevlîbûna Sakîne Cansiz ango Sarayê ve gava xwe ya yekem avêt. Sakîne Cansiz ji qadroyên yekem ên Tevgera Azadiyê ye. Di gavên destpêkê de bû rêhevala Rêber Apo, yekem car wê bawerî bi ramana Apoyî anî û bi awayekî bêhesap xwe avêt agirên herî sotîner ên Şoreşê. Heval Sara ew jina kubsinga xwe ji tevahî zehmetî û êşên destpêkê re vekirî ye. Ew di nava gelek agiran re derbas bû û ji her tofanekê bi serbilindînderket. Ew di damezrandina PKK’ê de amade bû, ew di avakirina yekemîn partiya jinan YJWK’ê de hebû, ew di nava gavên destpêkê yên Artêşa Starê de bû. Wê di nava zilma Zindana Amedê ya ku ketî dîroka tarîtiyê de tifî rûçikê celladan kiribû. Jiyana Sakîne Cansizê xulaseya şerê rûmetê ye. Wê ji roja ewil ve rengê jinan tevlî tevgera Apoyî kir û ji bo lêhûrbûnên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinan de bû çavkaniya îlhamê.

Li kêleka Heval Sara hedefkirina her du jinên leheng û şoreşger, nîşan dide ku pergala ku bi aqilê mêr dewletê dixebite li hember xeta jina azad bê tehemmûl e. Rêheval Ronahî û Rojbîn du jinên şoreşger bûn ku li xeta Sarayê xwe tevlî şoreşgeriyê kiribûn û heta şehadeta xwe jî li ser vê xetê meşiyan. Di 3’emîn salvegera komkujiya Parîsê de heman kujeran li Silopya Sêvê, Pakîze û Fatma qetil kirin. Ji ber ku sekna jinên azadîxwaz, serbixwe û jixwebawer derba herî mezin e ku li dilê faşîzmê dikeve. Dîsa ber bi salvegera 9’emîn a komkujiya Parîsê ve, destên komploger, bi qetilkirina Rêheval Evîn Goyî û 2 hevalên wê re xwestin careke din peyama ‘komplo hîn di dewrê de ye’ bidin. Lê em wekî Artêşa Star dubare dibêjin ku komplo bi ser neket û wê ti carî negihêje armanca xwe. Mîna sala derbasbûyî, li serê çiyayên Kurdistanê berxwedanên destanî ên di şexsê jinên wekî Berîtan Nurhaq Çiya, Berwar Dêrsîm, Axîn Gabar, Sara Tolhildanan de ew ê di sala 2025’an de jî Sarabûyîn û bi Sarabûyînê serkeftin jî berdewam bike. Ne tenê li ser çiyayên Kurdistanê û di nav şervanên YJA-STAR’ê de, sekna Sarayê di tevahî jinên şerker, têkoşer, tevahî jinên Kurd, Erep û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de xwe zindî dike. Bi taybetî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji şehîdên 13 salan hetanî şehîdên dawî, di şexsê jinên wêrek; Cîhan Bîlgîn, Bêrîtan Şoreş, Ronahî Yekta, Jînda Botanan de sekna Sarayê jîndar û domdar e. Em wekî artêşa Star hemû dilsoziya xwe ji xeta jina têkoşer Sarayê re diyar dikin ku heta serkeftinê wê ji pergala qirker tolhilanîn berdewam bike û têkoşîna azadiya jinan dê bigihîje serkeftinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

Nivîsa Pêş

Şehîdên Komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

Wê rojnamevan Cîhan û Nazim li Rojava bên definkirin

Wê rojnamevan Cîhan û Nazim li Rojava bên definkirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.