Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Destê Canfeda timî li ser tetîkê bû

Hevrêyên Canfeda bi ruhê wî, bi îradeyeke mezin û bi fedekarî li dijî dijmin berxwedana xwe ya bi heybet mezin dikin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
22/07/2024 - 10:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Destê Canfeda timî li ser tetîkê bû
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kurdistanê dîroka azadiyê bi xwîna fedayiyên ciwan tê nivîsandin. Van ciwanan zilma ku li welatê wan ê dagirkirî tê kirin, dît û bi vî rengî çavê xwe li jiyanê vekirin. Pêlîstokên wan ên destpêkê bombeyên qazan, parçeyên roketê û guleyên dijmin, dengê ku destpêkê bihîstine dengê balafirên şer û bombebaranan, bêhna ku destpêkê hildane bêhna barût û xwînê bû. Hilweşîna gund û malên xwe bi çavên xwe dîtin. Lewma di dilê wan de ji dervey hestê tolhildanê, cih ji ti hestên din re nebû.

Canfeda Efrîn, navê wî yê rast Mihemed Şêxo, li Efrînê hat dinê. Efrîn navenda berxwedanê ya herî mezin e. Di nava malbateke ku perwerdeya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtî de, mezin bû. Bi çandeke welatparêz gavên xwe yên destpêkê avêt jiyanê. Di salên destpêkê yên ciwantiyê de, bi eşkere hovîtiya kesên ku dixwazin xaka wî dagir bikin, dît. Bi taybetî dema ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê êrîşî xaka bav û kalên wî kir, ev rastî hîn baştir fêm kir. Gelê wî hate qetilkirin, xaka wî hate şewitandin û darên zeytûnê yên ku bi destê xwe xwe av dayî û mezin kirî, hatin tunekirin. Vê yekê ew pir bi hêrs kir. Tevî ku temenê wî biçûk bû, ji hestên zarokatiyê zêdetir hêrsa wî giran bû. Biryar da ku bîranînên xwe yên zarokatiyê û kenê xwe, li pey xwe bihêle. Fêm kir ku hingî dijmin li ser xaka wî be, wê nezane aramî çiye.

Dizanî ku li welatekî azad û bi avakirina siberojeke bi ewle, di deman demê de wê kenê zarokên welatê xwe jî bibîne. Lewma xwest tolê hilîne. Berê xwe da felsefeya Abdullah Ocalan. Gotina ‘êşa ku min nekuje, wê min hîn xurttir bike’ kir hêmanê jiyana xwe ya nû. Dizanî ku bi giriyê ev yek derbas nabe, hêrs û tolhildan encex bi tunekirina dijmin wê pêkan bibe. Ji ber vê yekê hîna di bihara ciwantiya xwe de, berê xwe da nava refên gerîla. Wê tenê bibe şervanekî ku navekî pîroz dihilgire, di heman demê de wê bibe canfedayê xak û doza xwe jî. Ji ber vê yekê bi navê Canfeda Efrîn tevlî karwanê şoreşgeran bû.

Canfeda dema tevlî nav refên gerîla bû, ji bo wateya jiyanê fêm bike nivîsên Abdullah Ocalan û jiyana kadroyên pêşeng ên partiyê xwend. Bi taybetî hevaltiya Hakî Karer û Kemal Pîr, gelek tişt fêrî Canfeda kirin. Xwefedakirina Abdullah Ocalan a ji bo rêya azadiyê û dilsoziya kadroyên pêşeng û jiyana wan a bi rûmet, li ser kesayeta Canfeda bandoreke diyarker afirand. Di nava demeke kurt de bû şopdar û xwendekarekî xurt ê vê çandê. Bingehê kesayeta xwe bi vî rengî saxlem da rûnişkandin, bû yek ji şoreşgerên bilez û hilbijartî. Hemû karên xwe, liv û tevgerên xwe, peywendiyên xwe li ser bingehê hevrêtiya xurt ava kir. Dema şehadeta hevrêyek xwe bihîst, bi hesta tolhildanê hewl da bibe layiqê wan.

Tevî ku Canfeda nû tevlî bûye jî, di teknîkên demê û bi taybetî qada şer de bû pispor. Di heman demê de ji bo taktîkên bêbandorkirina dijmin jî, agahî bi dest xistin. Lewma her tim ji ewilî ve çû herêmên operasyonê û amadekarî kirin.

Canfeda dizanî ku wê şerê demê çawa were serxistin û di ferqa girîngiya amadekariyên stratejîk de bû. Lewma timî li ser vê yekê lêhêrbûn kir. Ji amadekirina tunelên şer heta avakirina çeperên muharebeyê, ji sererastkirina araziyê heta amadekariyên operasyonel bi rengekî aktîf cihê xwe girt. Bi coş û moralê ciwantiyê, bû hêzeke dînamîk. He roja derbas bûyî, bi kedên mezin pêşketin bi dest xist. Bi van amadekariyan armanc kir ku derbeyên giran li dijmin bixe û xaka xwe ji dagirkeran biparêze. Ji bo vê yekê her cure fedekarî kir.

Destê Canfeda timî li ser tetîkê bû. 3’yê Tîrmeha 2024’an dijminên gelê Kurd operasyonên xwe berfireh kir. Êrîşî qadên Girê Bihar û Sergelê kir, xwestin têkçûna xwe veşêrin, lê şervanên azadiyê destûr neda ku dijmin wisa bi hêsanî bikeve qada wan.

Canfeda bû yek ji wan ê ku destpêkê hatina dijmin pêşwazî kirî. Bi amadekariyên xwe yên dem dirêj, dest bi lêxistina dijmin kir. Dijmin ne li benda vê êrîş û çalakiyan bû. Şoka destpêkê da leşkerên dagirker. Ev şok bi demê re veguherî şoka têkçûneke hîn mezintir. Canfeda û hevalên wî hîna di ji roja destpêkê û vir ve derbeyên giran li dijmin xistin. Di encama êrîşên artêşa Tirk de 4’ê Tîrmeha 2024’an Canfeda û hevrêyê wî Soro şehîd bûn. Li pey xwe ji bo hevrêyên xwe mîrateyeke girîng û binirx hiştin.

Canfeda mîna gelek hevrêyên xwe, bi şehadeta xwe qada şer diyar kir. Ji ber vê yekê hevalên wî ji wê rojê hetanî îro derbeyên giran li dijmin didin. Bi derbeyên ku rojane lê dixe re, ruhê Canfeda di qada şer de didin jiyîn, her roj bi çalakiyên serketî bi ser dijmin de diçin. Bi taktîkên afirîner tolê hildigirin.

Gerîlayên ku bi ruhê Canfeda, bi îrade û fedekariyeke mezin şer dikin, hem serketina xwe hem jî têkçûna dijmin bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê dinivîsin.

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nasnameya 2 şehîdan hat eşkerekirin

Nivîsa Pêş

Başûrê Kurdistanê were dagirkirin gelo cihê Barzaniyan wê li kuderê be!

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Başûrê Kurdistanê were dagirkirin gelo cihê Barzaniyan wê li kuderê be!

Başûrê Kurdistanê were dagirkirin gelo cihê Barzaniyan wê li kuderê be!

HPG: li Zapê 4 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin

HPG: li Zapê 4 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin

Manşet

  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve
  • Bi Pêşengiya Ciwanên Dem Partî Li Wanê Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava
  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.