Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Wê hêzên komploger winda bikin, yên serbikevin jin û gelin

Edîtor: Nucan Serdoz
12/02/2024 - 12:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
PAJK: Wê hêzên komploger winda bikin, yên serbikevin jin û gelin
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan-

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û hate gotin; “Ya ku wê plana qirkirina komploger têk bibe, berxwedan û serhildanên gel yên dîrokî ne. Serîde jin, em bang li hemû ciwanên Kurdistan û herkesê dikin ku erkên xwe yên şoreşê bibandor bimeşînin û bi awayek bihêz beşdarî meşa mezin ya 17’ê Sibat’ê ku wê li Koln’ê bê çêkirin, bibin.”

Daxuyanî wiha ye:

“Di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de ku li hemberî komployê bedena xwe kirin çalakî û rêya têkoşînê ronî kirin û di şexsê şehîdên ku li hemberî komployê xeta fedayîtiyê bilind kirin Axîn Mûş, Leyla Sorxwîn, Sara, Rûken, Erdal, Rojhat de hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin, hêzên komploger carek din mehkûm dikin. Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ewropa û li herêmên cuda yên cîhanê hêzên demokratîk ku li hemberî komployê li ber xwe didin, pêngava ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku bi pêşengiya jin, gel, mirovahiya cîhanê, jin û dayîkên lêgerînvanên edaletê de tê meşandin, dîsa hevrêyên PAJK-PKK’yî ku li zindanan ala berxwedanê bilind dikin, silav dikin. Her wiha gerîlayên azadiyê yên YJA-Star-HPG ku li hemberî komployê li çiyayên Kurdistanê bê westan şer dikin, artêşa dagirker-faşîst a Tirk têk dibin û serketina îradeya APOgerî carek din îspat dikin, pîroz dikin.

Jin, gel li dijî komploya 15’ê Sibat’ê her tim di nav têkoşînê de ne, azadiya Rêber APO dikin hêceta jiyana xwe û wek îradeya xwe diparêzin. Bi veguhertina hişmendî û pratîka çalakiya şoreşgerane beşdarî pêngava azadiya dîrokî ya Rêber APO dibin. Paradîgmaya Rêber APO û felsefeya JIN JIYAN AZADÎ berbelav dibe. Azadiya gelê Kurd bi çarenûsa gelên Rojhilata Navîn re dibe yek. Paşeroja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn jî bi çareseriya Kurdistana demokratîk-xweser re pêkan dibe. Têkoşîna azadiya jinê, wek pergalek cîhanê ya nû di bingeha paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê de, derfetên çareseriya konfederalîzma demokratîk diafrîne. Daxwaza pergalek nû ya civakî ya jin û gelan, têkoşînên civakî derdixe holê. Hêzên hegemon yê navnetewî ku van pêşketinan dibînin û netew-dewletên heremê yên statûkoperest û mêtingeh di stratejiya komploger de israr dikin. Komploya navnetewî ku di 9’ê Cotmeh’a 1998’an de destpêkir û bi esareta Îmralî ya 15’ê Sibat’a 1999’an bi pergal bû, bi planên nû tê meşandin.

Pergala tecrîta Îmralî derveyî huquq e û pergala esaretê ku xwedî statûyek teybete û mînaka wê tine ye. Plana herî xeternak li ser Rêber APO ye. Di van 35 mehên dawî de ji Rêber APO ti agahî negirtin, pêwendî nedanîn, tê wateya ku ewlehî û tendirûstiya Rêber APO di xeteriyê de ye. Rejîma faşîst a AKP û saziyên rayedar yê navnetewî hewil didin pergala tecrîta mutleq rewa û normal bikin, ev jî dide xuya kirin ku komplo gihîştiye merheleyek krîtîk.

Di siyaset û tecrîta komploger de israr, li Kurdistan’ê temamkirina qirkirinê, li Rojhilatanavîn serwerbûn û li cîhanê jî bi rêya bê alternatîf hiştina gel, pergala kapîtalîst li ser lingan hiştin û bi şerê parvekirina hegemonîk dîzayn kirine. Rejîma faşîst a AKP, îmha û teslîmiyetê li ser gelê Kurd ferz dike. Desthilatiya Erdoxan a faşîst ku polîtîkaya xwe ya Rojhilatanavîn û ya derve li ser stratejiya leşkerî dide razandin, serîde Iraq, Îran hewil dide dewletên heremê jî bi awayek çalak beşdarî plana xwe ya xwîndar bike û şer heremî û berbelav bike. Desthilatiya faşîst a Erdoxan ku jendermetî û temsîla hêzên komplogerên navnetewî dike û hevkarê wî KDP, di 25’emîn salvegera komployê de li pey pêkanîna planên nû yê îmhayê ne. Armanca xwe ya bi awayê leşkerî tesfiyekirina tevgera PKK û Kurdê azad binpêkirin, di bingeha stratejiya îmhayê de dimeşîne, di daxwaza di warê siyasî-leşkerî de hebûna Kurdan di qirkirinê re derbas kirin û bê asteng li ser Rojhilatanavîn serwer bûnê de ye. Li Surî, Iraq-Başûrê Kurdistan’ê baregehên xwe zêde dike, hewil dide armanca xwe ya Kerkûk-Musul bi tevgerên dagiriya nû pêk bîne û li pey pêkanîna xeyalên xwe yê Osmanî ye. Ji qrîz û qeyrana rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn sud werdigre û hewil dide planên xwe yên komploger, qirker pêk bîne. Desthilatiya Erdoxan a faşîst, di van rojên dawî de serîde li Iraq di gelemperiya Rojhilatanavîn de hevdîtinên leşkerî zêde kirine, ev jî cîdiyeta rewşê datîne holê.

Rejîma Tirk a faşîst xwe dispêre NATO û hêzên Ewrupî û bi vî awayî di polîtîkaya şer û tecrîtê de israr dike. Vê hişmendiyê rejîma Tirkiyê ber bi faşîzmê ve dehf daye û dîktatoriya Erdoxan afirandiye. Rejîma tekperest-faşîst, bi hêceta ewlekariyê zor, tûndî û zexta leşkerî di astek jor de digre û bi vî awayî hêzên demokrasî, herkesê ku têdikoşe bi ‘teror’ê suçbar dike û hewil dide teslîm bigre û bê îrade bihêle.

Rêber APO bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî, wê ev plan û stratejiyên qirêj bê bandor û derve bimînin. Di vê wateyê de bi temamî vala derxistina komployê, îstîqrar, aşitî, ewlehiya Kurd û gelên Rojhilatanavîn, ji hêla pêşeroja demokratîk ve jiyanî ye. Heya ku pergala Îmralî ji holê neyê rakirin, Tirkiye bi qasî serê derziyê rê nagre. Di halê heyî de, di pergala 25 salên tecrîta Îmraliyê de xala ku rastiya Tirkiyê gihîştiyê; xilasiya siyasî, qeyrana civakî, hilweşîna aborî ye. Ger bi polîtîkaya ku xwedî wesfa çareserkirina pirgirêkên civakê ye nêz nebe û heqîqetê berovajî bike, wê civak kangren bibe, ji girankirina rewşê wêdetir ti encam nade û wê paşde bikeve. Di vê wateyê de jin, ciwan, temama civakê ku xwediyên rast yên polîtîkayê ne, pêwîste bendên faşîzmê yek bi yek hilweşînin û têkoşînê bilind bikin. Rêya vê, li dijî plana komployê li her qadê rêxistinkirina berxwedanê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.

Jin, bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ beşdarî hemleyê dibin. Dema ku hemle bi pêşengtiya jinan di xeta JIN JIYAN AZADÎ de veguhere serhildanên civakî, wê her cûre planên komploger bêbandor bimînin. Herkesê ku vê rastiyê dibînin bi awayek bihêz beşdarî hemleya azadiya Rêber APO dibin û têkoşînê mezin dikin. Di warê leşkerî, siyasî, dîplomatîk, huquqî û hemû rehendan de bê navber meşandina têkoşînê, pêdiviyeke. Çalakiyên ku di çarçoveya hemleyê de tên meşandin gihandina merheleyek nû, divêtiyeke. Li qadên Kurdistanê di bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de domandina berxwedana parastina cewherî, pêdiviyeke. Li Ewrupa û heremên din yên cîhanê jî, piralî meşandina têkoşînê esas e. Ya ku wê plana qirkirina komploger têk bibe, berxwedan û serhildanên gel yên dîrokî ne. Serîde jin, em bang li hemû ciwanên Kurdistan û herkesê dikin ku erkên xwe yên şoreşê bibandor bimeşînin û bi awayek bihêz beşdarî meşa mezin ya 17’ê Sibat’ê ku wê li Koln’ê bê çêkirin, bibin.

Ramanên Rêber APO gihandina her mirovekê, li her cihê ku bigihêje wek kulilkan vebûnên azadiyê afirandin, li derdora ramanan rêxistinbûn, derbasî çalakiyan bûyîn, di asta xwecihî-heremî-kûrewî de mezinkirina têkoşîna dij pergalî, pergala herî xwezayî a jin û gelan konfederasyona demokratîk avakirin û parastin, helwest û pratîka bingehîn ya demê ye. Wê hêzên komploger winda bikin, yên serbikeve jin û gel in.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan: ‘Armancê me ewin ku em azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk bînin’

Nivîsa Pêş

Kalkan: Divê em pergala Îmraliyê baş fêm bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kalkan: Divê em pergala Îmraliyê baş fêm bikin

Kalkan: Divê em pergala Îmraliyê baş fêm bikin

Ciwan: ‘Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO em bi şev û roj li kolanan bin

Ciwan: 'Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO em bi şev û roj li kolanan bin

Manşet

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.