Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YRK’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
06/12/2023 - 17:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 4 mins read
A A
YRK’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya 2 gerîlayên di encama êrîşên hewayî yên dewleta dagirker a Tirkiyeyê de li herêma Pêncewînê şehîd ketine eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 11’ê Mijdara 2023’an de li herêma Pêncewînê di encama êrîşên balafirên dagirkeriya Tirkiyeyê de, hevrêyên me Berxwedan Kelhor û Rêdûr Baz ên li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, bi êrîşên nemerdane şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Nav û paşnav: Îslam Cehanfer
Nasnav: Berxwedan Kelhor
Dem û cihê tevlîbûnê: 2017- Pêncewîn
Dem û cihê şehadetê: 2023- Pêncewîn

Nav û paşnav: Hesen Sebûrî
Nasnav: Rêdûr Baz
Dem û cihê tevlîbûnê: 2023- Dembat
Dem û cihê şehadetê: 2023- Pêncewîn

BERXWEDAN KELHOR

Hevrêyê me Berxwedan Kelhor li bajarê Şabad ê Kirmaşan di nava malbateke welatparêz, di sala 1980’yan de çavê xwe li dinyayê vedike. Bi êş û zehmetiyan re mezin dibe di nava sîstemê de tu caran hêviya xwe ji jiyanê nabire. Zehmetiyên ku pê re rû bi rû dibe jê re dibe sedem ku têkeve nava lêgerînên ber bi jiyaneke azad ve. Di nava nêvenga zankoyê de û bi xwendina pirtûka Rêber Apo ya eşqa Kurd tevgera azadiyê nas dike û her ku diçe lêgerînên xwe yê ji bo jiyanê kûrtir dike. Bi şoreşa Rojava re mereqa xwe ya ji bo hîn ji nêztir fikir û felsefeya Rêber APO naskirin hîn zêdetir dibe û jê re dibe mîna pirsekê. Di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla dibe û ji bo xwe vê yekê mîna tişta herî rast di jiyana xwe de kiriye dibîne. Ji bo demekê derbasî qadên şoreşê dibe û li Rojavayê Kurdistanê dibe xwedî ked û li beramberî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike. Di nava jiyanê de hevrêyê me Berxwedan Kelhor bi sekna xwe ya fedakar, dilnizim û bê dûdilî heta dawî beşdar bû. Di nava hevalan de her tim dihate hezkirin û naskirin. Hestên xwe yên destpêka tevgera azadiyê nas dike bi xwendina Rêber APO û bi tecrûbeyên di nava jiyana gerîla de digre, her ku derbas dibe mezin dike û heta dawî bi fedakariyeke mezin kar dike.

Heval Berxwedan Kelhor ew mîrateya herêma kelhoran ya pehlewantiyê û egîdiyê çawa şehîdên mîn Şahîn Dalaho, Rizgar Zirne, Diyako Kelhor û bi dehan ewladên vê herêmê dane pêkanîn, di nava tevgera azadiyê de ew jî bû şopdarek û careke din rastiya wê herêmê da diyarkirin.

RÊDÛR BAZ

Hevrêyê me Rêdûr Baz li bajarê Maku di nava malbateke welatparêz çavê xwe li dinyayê vedike, ji zarokatiya xwe de bi serpêhatiyên gerîlayên Kurdistanê mezin dibe. Di nava derdora ku lê mezin dibe, hem di nava malbatê de, hem jî di herêmê de ku xwedî şehîd û beşdarbûnin di nava tevgera azadiyê de. Ev yek gelekî bandorê lê dike û beşdarî nava refên gerîla dibe. Bi temenê xwe yê ciwan rastiya dagirkeriya Îranê nas dike û berê xwe dide nava refên gerîla. Di nava jiyanê de hevalekî xwedî sekneke ku her tim di nava pêşketinan de bû. Di heman demê de bi xwe perwerdekirin û her roj hîn zêdetir rastiya Rêber APO naskirinê re dixwest ku hem rastiya xwe hem jî ya welatê xwe hîn ji nêz de nas bike. Heval Rêdûr bi xwendin û naskirina Rêber APO re her ku diçû mereq û kelecana xwe ya di nava tevgera azadiyê de hîn xurtir dikir, hevalekî her tim di nava lêgerînan de bû. Ev jî dibû sedem ku her tim bê ku tu astengiyan li pêşiya xwe bibîne bi pêş bikeve û di nava hevalên xwe de bê hezkirin.

Wek yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê di serî de em ji malbatên her 2 şehîdên xwe û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din em didin diyarkirin ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrateyên wan hevrêyên xwe derkevin, em soz didin ku heta dawiyê ji bo ku em xeyalên wan şehîdan bigihînin serketinê her tim em ê di rêya van şehîdan de bimeşin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Şehba li beramberî bê agahîbûna ji Rêber Apo meşekî li darxistin

Nivîsa Pêş

Daxuyaniya ji Balyozxaneya Japonê ya li Tirkiyê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Daxuyaniya ji Balyozxaneya Japonê ya li Tirkiyê

Daxuyaniya ji Balyozxaneya Japonê ya li Tirkiyê

Ciwanên Minbicê ji bo azadiye fizîki ya Rêber APO meşek li dar xist

Ciwanên Minbicê ji bo azadiye fizîki ya Rêber APO meşek li dar xist

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.