ŞEHBA – Îro li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê ji Ciwan û Jinên Ciwan ên xwendekar re di bin dirûşmeya “DÎWARÊ ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN, CENGA AZADIYÊ SERBIXIN” de pêşbirka bi navê “Şehîd Gerzan û çar hevalên wî yên Şehîd, Şehîd Hawar, Şehîd Birûsk, Şehîd Hemûdê û Şehîd Şahan” hat lidarxistin. Di pêşbirkê de pirsên girêdayî çand, dîrok û her wiha pirsên cur be cur ji kesên beşdarî pêşbirkê bûne hatin kirin.
Li aliyê din jî bavê Şehîd Gerzan li ser jiyana Şehîd Gerzan û hevalên wî yên Şehîd axaftin kir û pêşbirkê li kesên ku amadene pîroz kir.
Her wiha li ser navê rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê heval Zulfeqar Şehba axaftin kir û vekirina pêşbirkê pîroz kir. Di pêşbirkê de grûpa Şehîd Egîd serket.
Her wiha di pêşbirkê de sinevîzyonek û helbestên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî hatin pêşgeş kirin. Di dawiyê de beşdarvanên pêşbirkê hatin xelat kirin û pêşbirk bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe, Şehîd Namirin û Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.


![Roja yekem a Meşa Dirêj bi şahîyê pîrozkirina salvegera PKK bi dawî bû [HAT NÛ KIRIN]](https://www.nuceciwan133.xyz/ku/wp-content/uploads/2023/11/Screenshot-2023-11-29-211652-75x75.jpg)
