Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Şêniyên Mexmûrê: PDK’ê em neçarî Iraqê kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
12/11/2023 - 12:45
di nav Başûr, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Şêniyên Mexmûrê: PDK’ê em neçarî Iraqê kirin
ParvekeTweet

MEXMÛR – Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku PDK’ê ew neçarî dewleta Iraqê kirin û gotin: “Her ku me li hemberî PDK’ê hêviyên Kurdwariyê zindî dikir, wan bi êrişên xwe hêviyên me dikuştin. Di kêliyên me xwe sipartî wan de li Derkarê dewleta Tirk û PDK’ê di nava axa Başûrê Kurdistanê de bavê me li ber çavê me qetilkirin.”

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê di salên 1990’an de ji ber zilma dewleta Tirk ji neçarî penaberî Başûrê Kurdistanê bûne. Di sala 1998’an de jî ji ber zilma PDK’ê neçarî penaberiya nava axa Iraqê bûn. Niha jî qaşo PDK ji salên 1990 ve vî gelî di parêzê dixwaza çiyayê Qereçox kontrol bike. Têkildarî vê mijarê şahidên êrişên PDK’ê yên li ser xelkê wargehê ku niha jî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dikin ji Rojnews re axivîn.

Hezar Nerexî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk û PDK yên li ser wan û wiha got: “Me di salê 1992’an de biryar da ku derbazî Başûrê Kurdistanê bibin. Malbata me bi hêviyek mezin berê xwe da Başûrê Kurdistanê, lê êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser malbata me çêbûyîn, hêviyên me şikandin. Di kêliyên me xwe sipartî wan de li Derkarê dewleta Tirk û PDK’ê di nava axa Başûrê Kurdistanê bavê min li ber çavê me qetilkir. Ez wê demê 6 salî bûm, şahadeta bavê min ji bo min êşek gelek giran bû. Min di zarokatiya xwe de bi şahadeta bavê xwe rastiya PDK’ê dît.”

‘Em naxwazin PDK li derdora me bicih bibin’

Hezar Nerexî destnîşa kir ku PDK’ê bi êrişên xwe yên li ser gelê penaber rastiya xiyaneta xwe derxistiye pêş û wiha peyvên xwe bi dawî kir: “Piştî gel bi awayek girseyî di salên 1994’an de derbazî Başûrê Kurdistanê bû. Em jî wek malbat derbazî nava wan bûn. Ne tenê bavê min bi dehan kesên ji ber zilma dewleta Tirk xwe sipartin wan, bi destê xwe qetilkirin. Em wek gelê wargehê bi êrişên PDK’ê, dewleta  Tirk û zoriyên xwezayê re rû bi rû diman. Êşa me ji Tirkan kişandî bi qasî wê me ji PDK’ê jî kişand. PDK’ê em neçarî dewleta Iraqê kirin. Ji derveyî êrişên salên 90’î di van salên dawî de bi dehan êrişên dewleta Tirk ên hewayî bi hevkariya PDK’ê li ser wargehê pêkanîn. Ji ber wê em naxwazin PDK li derdora me bicih bibin.”

‘PDK’ê hêviyên me di qirika me de hêlan’

Hadî Arkêtî jî di destpêka axaftina xwe de êrişên PDK û delweta Tirk yên salên 1990’an bibîrxist û wiha pêde çû: “Me bi hêviyek mezin berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Bav û bapirên me ji hevkariya partiyên siyasî yên Başûrê Kursdistanê kiribûn, bi wan hestên Kurdewarî me berê xwe da vê herêmê. Piştî berxwedanek mezin, em ji aliyên NY ve wek penaberên siyasî hatin pejirandin. PDK’ê hêviyên me di qirika me de hêlan. Nêzikatiyên li hemberî me dihatin kirin ne nêzîkatiyên Kurdperwerî û nîştîmanperwerî bûn. PDK û dewleta Tirk bi zext û zoriyê em di nava wargehan de penaber kirin. Li rûxmê van êrişan jî di her wergehekê de gelê me di nava demjimêran de jiyan peyda dikirin. Ji ber ku gelekî rêxistinkirî,  xwedî îrade û têkoşîne. Her ku me li hemberî PDK’ê hêviyê Kurdwariyê zindî dikir, wan bi êrişên xwe hêviyên me dikuştin. Êdî di 1995’an de bi dehan kesên me li ber çavên me qetilkirin û malên me talan kirin.”

‘Ji mirinê re li vir bicih kirin’

Hadî Arkêtî di berdewama axaftina xwe de daxuyakirin ku zilma PDK’ê ew neçarî dewleta Iraqê kirine û wiha anî ziman: “Zilma ku me ji dewleta Tirk ne dît, me ji PDK’ê dît. Ji rêxistinkirina me ditirsin. Hemû wargehên ku em lê bicih kirine, deşt û çol bûn lê me jiyana xwe peyda dikir. Di sala 1997’an de li Hewlêrê birîndarên Kurdistanê kirin armanc û li wir komkujî pêkanîn. Şert û mercên jiyana penabertiyê, zarok û jinan tengas dikir. Ji derveyî êrişan, PDK’ê gelek caran gefên komkujiyê jî li gelê wargehê dixwarin. Derfetên me yên ku rewşa me bide çapemeniyê tinebû. Me rêya berxwedanê da pêşiya xwe. Ji bo ku em ji qetlîam û îxaneta PDK’ê xilas bibin me xwe radestî dijminê Kurdan Seddam Hiseyîn kir. PDK’ê di sala 1998’an de em neçarî Iraqê kirin. Em bi rêya Iraqê hatin vê wargehê, wan em ji mirinê re li vir bicih kirin, lê me xwe li ser lingên xwe girt.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber APO meşek li dar xist

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir

Jinên Ciwan Kobanê civinek li dar xistin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.