NAVEN NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) derbarê 5 gerîlayên ku sala 2018’an şehîd bûne, ev tişt diyar kir:
“Em hevrêyên xwe Rûken Amed, Çiya Farqîn, Çiyager Amed, Mûrat Qendîl û Cîlo Oremar ên ku di têkoşîna sala 2018’an de di encama êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn, bi hurmetî û minetdarî bibîr tînin.
Hevrêyên me Rûken, Çiya, Çiyager, Mûrat û Cîlo ji deverên Kurdistanê yên cuda tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn û xwedî li peywir û berpirsyariyên xwe derketin. Wan îdeolojiya Apoyî ku yekîtiya gelan esas digire û li dijî sîstema mêtinger têdikoşe fêm kirin û hê bêtir têkoşîna xwe mezintir kirin û tevlî xebatan bûn. Bi zanîna ku siberoja azad tenê bi têkoşîna berdewam û çalak dikare were pêkanîn, tevlî gelek xebatan bûn. Li dijî her êrîşek li ser lêgerîna azadiyê ya gelê me, ji bo parastinê amade bûn. Weke şervanên fedaî yên ku ji welat, gel û azadiyê hezdikirin, bi wêrekiyek mezin peywirên xwe yên dîrokî bi cih anîn. Heta kêliya dawî ew dilsozê nirxên ku jê bawer dikirin bûn û gihiştin şehadetê. Bi tevlîbûna bêdudilî, hevrêtiya kûr, sekna wan a zelal di xeta Apoyî de û israra di taktîka dema nû de, mîrateyek têkoşînê ya mayînde li pey xwe hiştin. Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê peywira şoreşgerî yên ku hevrê Rûken, Çiya, Çiyager, Mûrat û Cîlo dewrî me kirine, teqez bi serketinê tacîdar bikin.
Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me, ji hemû gelê me yê welatparêz ên Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin û di şexsê hevrêyên xwe yên şehîd de em soza xwe ya ji bo tevahiya şehîdan nû dikin.
Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
![]() |
Nasnav: Rûken Amed
Nav û Paşnav: Songul Karaman Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik- Bav: Hatûn-Yaşar Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Tebax 2018/ Garê |
![]() |
Nasnav: Çiya Farqîn
Nav û Paşnav: Haci Başaran Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik- Bav: Felek-Fîkret Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Adar 2018/ Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Çiyager Amed
Nav û Paşnav: Osman Abdurrahman Cihê Jidayikbûnê: Kerkûk Navê Dayik- Bav: Laika- Abdurrahman Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Tebax 2018/ Garê |
![]() |
Nasnav: Mûrat Qendîl
Nav û Paşnav: Sifok Muhsîn Rumeyit Cihê Jidayikbûnê: Şengal Navê Dayik- Bav: Ayşe- Muhsîn Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Tebax 2018/ Garê |
![]() |
Nasnav: Cîlo Oremar
Nav û Paşnav: Belav Ova Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik- Bav: Hatîce – Sadullah Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Kanûn 2018 /Garê |
RÛKEN AMED
Hevrêya me Rûken li navçeya Erxenî ya Amed di malbateke welatparêz de ji dayik bû û di nav çanda Kurdewarî de mezin bû. Ji ber ku li dibistanê bi zimanê dayikê perwerdehî nedît û qedexe ye, ji temenek biçûk ve ket ferqa rastiya înkarê. Van qedexeyan bûn sedema çêbûna bertekên wê ya yekem li dijî dewleta Tirk. Her ku ew mezin bû, wê zilm û zordariya li ser gelê me bi zelalî dît. Vê yekê hêrsek xurt û hişmendiya azadiyê di dilê wê de çêkir. Her ku wê gerîlayên ku li çiyayan ji bo gelê xwe şer dikirin nas kir, ji wan hêz girt û têkoşîna gerîla wekî rêyek ku were şopandin diyar kir. Di dema zanîngehê de derfet dît ku bêtir têkoşîna me ya azadiyê nas bike. Wekî jineke ciwan, wê biryar da ku divê ew berpirsiyariya gelê xwe bigire ser milên xwe. Ji ber vê yekê, wê gavên xwe yên yekem di têkoşînê de bi beşdarbûna xebatên ciwanan ên şoreşger û welatparêz avêt. Di pêvajoya xebatan de têgihîştineke kûrtir li ser rastiya Rêbertî û têkoşînê bi dest xist û di heman demê de têkoşîna xwe berfireh kir. Hevrê Rûken zû bû şoreşgereke çalak û ji bo rêxistinkirinê û tevlîkirina xwendekarên zanîngehê bo têkoşînê kedeke mezin raber kir. Bi tevlîbûna xwe ya biryardar, hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir û di heman demê de bala dijmin jî kişand ser xwe. Ji ber vê sedemê, ew demekê hate girtin. Lê belê, heta di girtîgehê de jî, wê ji pîvan û têkoşîna xwe tawîz neda.
Hevrê Rûken, bi îradeya xwe ya xurt û hişmendiya xwe ya azadiyê, li hember êşkenceya dijmin li ber xwe da û kevneşopiya berxwedana zindanê di şexsê xwe de temsîl kir. Weke her milîtanek Apoyî ew zindanê ne wekî cihekî teslîmbûnê, wekî cihekî fêrbûn û pêşveçûnê girt dest. Di vê pêvajoyê de, hevrêya me derfet dît ku bi rengekî xurtir li ser kêmahiyênn xwe lêhûr be. Li vir, wê kêmasiyên xwe yên di xebata xwe ya berê de tespît kir, derbas kir û tecrûbeyên mezin bidest xist. Têkoşîna rêxistinkirî bêhtir fêm kir û ji bo çareseriyên mayînde ji bo pirsgirêkên gel lêhûr bû. Hevrê Rûken bawer dikir ku ev tenê bi berfirehkirina têkoşîna gerîla dikare were bidest xistin. Ji ber vê yekê, piştî ku ji zindanê derket, wê xwendina xwe ya zanîngehê nîvco hişt û di sala 2015’an de ji Amed derket, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Rûken demekê li herêma Amedê ma. Hevrêtiya xurt a di navbera gerîlayan de bandorek mezin li ser wê kir. Hevrê Rûken tecrûbeyên jiyanî ji hevrêyên xwe yên li vir hînbû û zû adapteyê jiyana çiyayî bû. Li ser pêşniyara hevrêyên xwe, ew ji bo perwerdehiyek berfirehtir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Rûken, bi saya tecrûbeyên xwe yên berê di perwerdehiya şervanên nû de ku li herêma Avaşînê dîtibû zehmetî nejiya. Bi saya perwerdehiya ku wergirt, ew ket nava pêvajoyek ji nû ve avakirina xwe. Wê hewl da ku taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst di kesayetiya wê de çandibû, taybetmendiyên ku ne yên wê bûn, nas bike û derbas bike. Di vê pêvajoyê de, bi xwendina analîz û parastinên Rêber Apo re lêhûrbûnên kûrtir jiya û encamên girîng bi dest xist. Têkoşîna azadiya jinan kûrtir fêm kir û di têgihîştina pîvanên azadiyê de veguherînên xurt pêkanî. Hevrêya me bi zanabûna ku azadî pêvajoyeke berdewam a lêhûrbûnê ye û di kesayeta xwe de şoreş avakirine, ji ber vê sekneke li gorî vê raber kir. Dema ku hevrêya me Rûken tevlî refên gerîla bû, li Rojava û Şengal êrîşên qirkirinê li dijî gelê me dewam dikirin, her wiha li Bakurê Kurdistanê jî komkujî hebûn. Ji ber vê yekê, wê bi cidiyeteke mezin nêzî xebatên leşkerî bû. Hevrê Rûken, bi giranî li ser hurgiliyên hunera şerê gerîla lêhûr bû û xwe di gelek warên taktîkî de pêş xist û bingehek xurt bi dest xist.
Hevrê Rûken, piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, tevlî xebata herêma Avaşînê bû. Her ku xweza û jiyana Avaşînê bêhtir nas kir, dilsoziya wê ya ji bo herêmê xurttir bû. Dema ku êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2015’an de dest pê kirin, ew yek ji hevrêyên ewil bû ku li dijî êrîşan derket. Helwesta wê ya wêrek wekî gerîlayek YJA Star moral û hêz da hevrêyên wê. Êrîşên hovane yên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê li Bakurê Kurdistanê hêrsa wê ya li hember dijmin zêdetir kir. Bi baweriya ku divê tola gel were girtin, lêhûrbûnên mezin kir. Hevrêya me armanc kir ku ruhê fedaî yê Apoyî ku li Bakurê Kurdistanê derket holê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê temsîl bike. Li ser vê bingehê, di salên 2016 û 2017’an de bi awayekî çalak tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrê Rûken bi wêrekî beşdarî gelek çalakiyan bû û di serketina wan de bû xwedî kedek mezin. Bi fedakariya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Ji bo ku bibe layiqê vê baweriyê, hewl da ku têkoşîna xwe hîn bêtir berfireh bike. Hevrê Rûken a ku piştre debasî herêma Heftanînê bû, bi heman biryardariyê xebata xwe domand. Li ser kêmahiyên dihatin jiyîn lêhûr bû, xwe xurt kir û bi morala ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo digirt, tevlî xebatên pratîkê bû. Piştî ku erkên xwe yên li herêma Heftanînê bi serketî pêk anî, derbasî herêma Garê bû û meşa xwe ya şoreşgerî li wir domand.
Hevrêya me Rûken, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de sekneke her tim xweperwerdekirin û nûjenkirinê esas girt û ji fikra azadiyê tu carî qut nebû. Bi kesayetiya xwe ya dirust, dilsoz û kedkar, ew bû milîtaneke jin a bihêz. Helwesta wê ya bêtawîz li hember dijmin û rihê wê yê tolhildanê ji bo hevrêyên wê bû mînak û ev helwest di tevahiya jiyana xwe de parast. Di 28’ê Tebaxa 2018’an de, ew li kêleka hevrêyên xwe di êrîşeke dijmin de tevlî karwana şehîdan bû. Hevrê Rûken mîrateyeke têkoşînê ya bi nirx û dewlemend li pey xwe hişt. Em weke hevrêyên wê, soz didin ku em ê armanc û xeyalên hevrê Rûken pêk bînin.
ÇIYA FARQÎN
Hevrê Çiya li Amedê di nav malbateke welatparêz û kedkar de ji dayik bû. Li Amedê, di nava hewirdoreke welatparêz de û li navenda têkoşînê mezin bû û ji ber vê di temenek biçûk de Tevgera me ya Azadiyê nas kir. Bi çand û kevneşopiyên Kurdewarî mezin bû. Hevrêyê me li aliyek dixwend û li aliyê din ji bo tevkarî li debara malbata xwe bike, di karên cûrbecûr de xebitî. Ji ber vê di temenek biçûk de diyardeya kedê nas kir. Ev aliyê kesayetiya wî giyanek fedakar pêş xist û ji aliyê kesên li dora wî ve dihat hezkirin. Hevrêyê me zilm û komkujiyên li ser gelê me dît û rastiya dijmin fêm kir. Her ku polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk fêm kir, hêrs û hişmendiya wî ya berxwedanê bêhtir zêde bû. Serhildanên ku li Amed û deverên din ên Bakurê Kurdistanê pêş ketin, hêz û moral dan wî. Wekî ciwanekî Kurd, wî hîs kir ku divê berpirsiyariyê bigire ser milên xwe û li ser vê bingehê ket nava lêgerînan. Li ser vê bingehê beşdarî xebatên ciwanan bû. Di vê pêvajoyê de ji bo ku xwe di aliyê fikrî de xurt bike gelek xebitî û zû roleke çalak girt ser xwe. Pêşengî ji hevrêyên xwe yên têkoşînê re kir. Vê helwestê bala dijmin kişand; ew hate binçavkirin û êşkence lê hat kirin. Lê belê, hevrê Çiya bi îradeya şoreşgerî ya Tevgera Apoyî bersiv da. Bawer dikir ku rêya berfirehkirina têkoşînê, bi tevlîbûna nava refên gerîla re pêkan e. Ji ber vê yekê, di sala 2015’an de, ew ji Amed derket û derbasî çiyayên Kurdistanê bû da ku tevlî nava refên gerîla bibe û xeyalên xwe yên azadiyê pêk bîne.
Hevrê Çiya piştî demek kurt li Amedê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir perwerdehiya xwe ya destpêkê li herêma Heftanînê wergirt. Li wir, hînê jiyana gerîla û çiya bû û di demek kurt de bi rengekî çalak tevlî jiyanê bû. Bi perwerdehiya îdeolojîk re, xwe ji nû ve ava kir, texrîbata ku ji hêla pergala kapîtalîst ve di kesayeta wî de çêkiriye derbas kir û kesayetiyek li gorî modernîteya demokratîk pêş xist. Vê hewldan û têkoşîna wî, hişt ku hurmeta hemû hevrêyan bi dest bixe. Li hember êrîşên dewleta Tirk, xwest xwe di aliyê hunera leşkerî de pêş bixe. Ji ber vê bi cidiyetek mezin nêz bû, di gelek taktîkan de xwe pêş xist û her tim xwe ji bo pratîkên dijwar amade kir. Hevrê Çiya, ku bi sekna xwe ya fedakar, dilnizm û dirûst baweriya hemû hevrêyên xwe bi dest xist, vê helwestê parast û meşa xwe ya şoreşgerî ya bênavber domand.
Piştî ku bi rengekî serketî perwerdehiya xwe qedand, hevrêyêyê me Çiya derbasî qadên xebatê yên pratîkî bû û ezmûneke girîng a leşkerî û jiyanê bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li herêma Heftanînê têkoşîn meşand, bi taybetmendiya xwe ya kedkar derket pêş, tevkarî li gelek xebatên serketî kir û hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me dilsoziya xwe ya bi rastiya Rêber Apo û şehîdan re di xebatên xwe de nîşan da û bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanek mînak. Êrîşên dewleta Tirk û şehadeta hevrêyên wî di van êrîşan de hêrsa di dilê wî de mezintir kir. Ji bo tola şehîdan hilîne, israr kir ku biçe deverên ku şer lê dijwar bû. Bi vê sekna xwe ya bi biryar bandor li hevrêyên xwe kir û gihîşt armanca xwe.
Hevrê Çiya ku piştre tevlî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk bû, bi wêrekî û jêhatîbûna xwe ya leşkerî derket pêş. Bi vê seknê, ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrê Çiya ku di 25’ê Adara 2018’an şehîd bû, heta kêliya dawiyê ji sekna xwe ya milîtanî ya Apoyî tawîz neda. Ew ê her tim pêşengê me be. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyalên hevrê Çiya yên Kurdistana azad pêk bînin.
ÇIYAGER AMED
Hevrêyê me Çiyager li Kerkûkê ku wekî dilê Kurdistanê tê binavkirin, ji dayik bû. Malbata hevrêyê me tevî zilm û zordariya rejîma Sedam nirxên Kurdewarî û neteweyî parast. Ji ber vê hevrê Çiyager li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me piştî ku demekê xwend, ji bo tevkarî li debara malbata xwe bike di hin karên cuda de xebitî. Ji ber vê bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar hat nasîn û ji aliyê hewirdor ve hat rêzgirtin. Berevajî polîtîkayên partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, wî pirsgirêkên mêtingeriyê yên ku gelê me pê re rû bi rû maye bi perspektîfek giştî girt dest. Wî pirsgirêkên li herêmên cuda yên Kurdistanê wekî yên xwe didît û bawer dikir ku çarenûsa gel bi hev ve girêdayî ye. Hevrê Çiyager, bi zanîna ku çareseriya pirsgirêkên li Kerkûkê bi çareseriya pirsgirêkên li Amed, Qamişlo û Mehabadê ve girêdayî ye, her gav baweriya xwe bi pêwîstiya têkoşînek hevpar anî. Dît ku partî û hêzên li Başûrê Kurdistanê di vî warî de têrê nakin û rojeveke wan a wisa tune ye. Ji ber vê ew ket nava lêgerînan. Têkoşîna PKK’ê ya çalak a li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Rojava, Şengal û Kerkûkê li dijî êrîşên DAÎŞ’ê û parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê, hişt ku dilsoziya hevrêyê me Çiyager a li hember Tevgera Azadiyê xurt bibe. Bi taybetî, ji paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo ji bo misogerkirina yekîtiya demokratîk a gel pêş xistiye û têkoşîna wêrek a gerîla ku li Kerkûkê raber kiribûn, bandor bû. Hevrê Çiyager, bi baweriya ku divê wekî ciwanekî Kurd beşdarî têkoşînê bibe, pêşî tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bû. Di nava xebatan de ew rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas kir û hewl da roj bi roj tevlîbûna xwe berfirehtir bike. Êrîşên dijwar ên li dijî gelê me bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û şerê fedaî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îdîa û biryardariya wî xurttir kir. Hevrê Çiyager ê ku bawer dikir divê rolek çalaktir bilîze, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Çiyager bi saya perwerdeya şervanên nû, zû hînê jiyana çiya û gerîla bû. Di vê pêvajoyê de, bi perwerdeya îdeolojîk a ku dîtî re, têgihîştineke kûrtir bidest xist. Hevrêyê me Çiyager fêm kir ku her çend li Başûrê Kurdistanê rêveberiyek heye jî navaroka wê hatiye valakirin û dît ku çand, exlaq û hişmendiya azadiyê ya gelê me ya kevnar di nava Tevgera Apoyî de cih digire. Hevrêyê me li ser vê bingehê kesayeta xwe di berçavan re derbas kir, bandorên pergala kapîtalîst û polîtîkayên herêmî li ser kesayetiya xwe analîz kir. Hevrê Çiyager têkoşîneke dijwar li dijî taybetmendiyên ku rê li ber azadiya wî digirt da destpêkirin û di karakterê wî de veguherînên girîng çêbûn. Bi vê îdîa û biryardariyê re, ew bû milîtanek mînak û bandor li hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me ji bo ku bikare parastina gelê me bike û xwe di hunera leşkerî ya gerîla de pêş bixe, bi rengekî çalak tevlî perwerdehiyên leşkerî bû. Hevrêyê me Çiyager di demeke kûrt de di vê qadê de serketinên girîng bidest xist û tecrûbeyên bi salan a têkoşîna gerîla qezenc kir.
Hevrê Çiyager piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî bi dawî kir, israr kir ku biçe deverên şer û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike. Bi lêhûrbûna xwe ya leşkerî û kesayeta xwe ya milîtanî hevalên xwe qanih kir. Li ser vê bingehê, ew derbasî herêmên ku şer lê giran bû û tevlî têkoşîna azadiya gelê me bû. Ew tevlî gelek çalakiyên li dijî çeteyan bû. Wêrekiya wî, fedakarî û bêtirsiya wî baweriya hevrêyan xurttir kir. Her çend di destpêkê de tecrûbeya wî ya şer kêm bû jî, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên bixwestek û çalak di demeke kûrt de tecrûbe bidest xist. Piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ew carek din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrê Çiyager ji bo parvekirina tecrûbeyên ku di şer de bi dest xistiye, derbaskirina kêmasiyan û kûrkirina têgihîştina xwe ya li ser taktîkên gerîla, demekê perwerde dît. Vê pêvajoyê bi rengekî herî baş nirxand û xwe ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve xurttir kir. Ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dixwest biçe deverên ku şer lê giran bû. Lê belê, ji bo parvekirina tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re, ew bi peywirên cuda hate wezîfedarkirin. Li ser vê bingehê hevrêyê me hemû berpirsiyariyên xwe bêqusûr pêk anî. Hevrê Çiyager ê ku bi taybetmendiyên xwe yê dilnizm, dirust û gihîştî milîtanekî mînak e, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrê Çiyager ê ku di 28’ê Tebaxa 2018’an de li herêma Garê ligel hevrêyên xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû, dê her tim bibe ronahiya ku rêya me ronî dike. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala wî ya Kurdistanek azad pêk bînin.
MÛRAT QENDÎL
Hevrê Mûrat li gundê Faw ê Şengalê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Deyî ya Ereb de ji dayik bû. Ew di nav çand û kevneşopiyên Ereb de mezin bû û ji ber vê xwedî kesayetiyek bi cewher bû. Ji bo ku tevkarî li debara malbata xwe bike di gelek xebatan de xebitî û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me yê ku li hember pirsgirêkên civakê jî hişyar bû, hewl da ku sedemên bingehîn ên van pirsgirêkan fêm bike û çareseriyan peyda bike. Ew ji ber zordariya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Iraqê li ser gel pir hêrs bû. Êrîşên li ser Şengalê di sala 2014’an de û komkujiyên li ser gelê Êzidî, di nav de revandina jin û zarokan, hêrsa hevrêyê me Mûrat hîn bêtir mezintir kir. Dagirkirina gundê wî ji aliyê çeteyan ve û jiyana wî ya bi zorê di bin kontrola wan de hişt ku rastiya DAÎŞ’ê çêtir fêm bike. Hevrê Mûrat, dît qetlîamên ku DAÎŞ’ê kirine û jiyana koletiyê ya ku li ser gel ferz kiriye ti eleqeya wan bi Îslamê an jî bi rastiya gelê Ereb re tune ye. Ji ber vê li benda hatina PKK’ê û gerîlayên azadiyê ku dest bi pêngava azadkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê kiribûn, ma. Şengal û gundên derdorê bi fedakarî û bedelên mezin, bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin rizgarkirin. Hevrê Mûrat, ku dixwest gerîlayên ku wan ji van dijminên mirovahiyê DAÎŞ’ê rizgar kirine nas bike, di her fersendê de bi gerîla re diaxivî û nîqaş dikir. Bi fêrbûna agahiyên nû li ser têkoşîn û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re, meraq û lêhûrbûnên hevrê Mûrat kûrtir bûn. Hevrê Mûrat bi taybetî bi paradîgmaya Rêber Apo ya ji bo derbaskirina nakokiyên çêkirî yên di navbera gel û baweriyan de, bi rêya têgeha Neteweya Demokratîk, pir bandor bû. Her wiha ji têkiliyên hevrêtiyê, milîtanên ku bi ehlaqa Apoyî xwe ava kirine û nêzîkatiya ji bo mirovan, bandor bû. Vê helwestê dilsoziya wî ya bi têkoşîna me û rastiya Rêber Apo re hîn xurttir kir. Hevrê Mûrat azadiya gelê xwe gelê Ereb, di îdeolojî û felsefeya azadiyê ya Apoyî de dît û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û bû şervanekî azadiyê yê gelê me.
Hevrêyê me Mûrat dema ku gihîşt Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hember bedewaiya çiyayan heyran ma. Bi perwerdehiyên jiyanî yên ku wergirtî re, di demeke kûrt de zû hînê jiyana çiya û gerîla bû. Eleqeyek mezin nîşanî perwerdehiya îdeolojîk da û xeta enternasyonalîst a Tevgera me hembêz kir. Hevrêyê me yê ku di heman demê de têkildarê îdeolojiya rizgariya jinan bû xwedî agahî, bi perwerdeya ku dîtî re lêhûrbûnên xurtir çêkir. Hevrê Mûrat, li ser taybetmendiyên ku ji civak û pergalê wergirtiye lêhûrbû û ji bo derbaskirina wê têkoşîneke dijwar meşand. Di vê pêvajoyê de, wî taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de xurt kir û xwe nêzîkî jiyanek azad hîs kir. Hevrêyê me bi zanabûna ku divê xwe di warê leşkerî de pêş bixe da ku li hember êrîşên li dijî gelê me bisekine, bi awayekî çalak beşdarî perwerdehiyê bû. Tevî ku berê ezmûna wî di şerê gerîla de tune bû jî, bi xwestek û hewldana xwe bi lez pêş ket. Hevrêyê me Mûrat ku hînê gelek taktîkên gerîla bû û şêwaya jiyana gerîla di jiyana xwe de da rûnişkandin. Bi helwesta xwe ya dilnizm, dirust û fedakar, hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir û bû gerîlayek HPG’ê yê mînak.
Hevrê Mûrat, piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, pêşniyar kir ku derbasî deverên ku şer lê giran e bibe. Lê hevrêyên wî ji bo ku ew bêhtir tecrûbe qezenc bike li herêmek din ew erkdar kirin. Bi awayekî çalak beşdarî hemû xebatên ku li wir dihatin kirin bû û bi kesayetiya xwe ya kedkar derket pêş. Hevrê Mûrat, ku ji tecrûbeya jiyana hevalên xwe sûd wergirt, lêhûrbûnên kûr jiyan û di demeke kûrt de bû xwedî tecrûbeyek girîng. Ew bû gerîlayek bi xwebawer û çalak û berpirsiyariya her aliyê jiyanê girt ser milên xwe. Hevrêyê me bi vê taybetmendiya xwe hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir û hemû erkên ji wî re hatine danîn bêqisûr bi cih anî. Her ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên gerîla zêde bûn, hêrsa wî zêde bû û bi israr xwest biçe qadên şer. Lê belê, ji ber girîngiya karê ku ew dimeşand, ev daxwaz nehat qebûlkirin. Hevrê Mûrat pêşniyara hevrêyan bi rengekî dilnizm pêşwazî kir û bi rengekî gihîştî nêzîkî xebatan bû. Bi sekna xwe ya dirust, samîmî û bêteredût a di xeta milîtaniya Apoyî de, hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrêyê me Mûrat di êrîşa dijmin a 28’ê Tebaxa 2018’an de li gel hevrêyên xwe şehîd bû û tevlî karwana şehîdan bû. Em diyar dikin ku em ê Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn ku armanca hevrê Mûrat bû teqez pêk bînin. Em dubare soz didin ku em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de timî zindî bihêlin.
CÎLO OREMAR
Hevrêyê me Cîlo li Geverê li nava malbateke ji eşîra Oremarê ya qedîm ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî her cûre nirxên Kurdîtiyê û welatparêziyê di nava her şert û mercî de bêtawîz parast, hevrêyê me Cîlo jî bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me 8 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend û ji ber exlaq, çand û terbiyeya ji malbata xwe wergirtî ji polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li ser gelê me ferz dike zêde bi bandor nebû, xwe parast. Piştî ku dibistan qedand, ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, destpêkê li Geverê, piştre jî li Stenbolê di karên cuda de xebitî. Weke ciwanekî Kurd ji êrişên qirkirinê, komkujî û zexta li ser gelê me rastiya dijmin nas kir. Dema ku li Stenblê ev rastî hîn bêhtir fêhm kir. Hevrêyê me fêhm kir ku dewleta Tirk gelê Kurd weke hêza xebitandinê ya erzan dibîne û polîtîkayên koçberkirinê yên dijmin ên il Kurdistanê bêhtir nas kir.
Hevrêyê me Cîlo ku weke her zarokekî Kurd biçûkanî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, bi taybetî ji tevlîbûna xizmên xwe yên nêz hevrêyên me Cîlo – Yilmaz Bûldan û Brûsk -Davût Bartin a li nava refên gerîla bi bandor bû. Jİ ber vê yekê jî hevrêyên me Cîlo û Brûsk her tim ji xwe re weke mînak dît. Hevrêyê me Cîlo ji dema ciwantiyê û pê ve beşdarî karên ciwanên welatparêz û şoreşger bû, di vê demê de derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê û rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me bi xwendina parêzname û analîzên Rêber Apo hewl da xwe bi pêş ve bibe, bi rengekî hîn çalak tevlî bû. Bi saya şarezatiya ku xwe gihande asta wê, di rêxistinkirina gelek ciwanan û tevlîbûna wan a li têkoşîna azadiyê de ked da, ji serketinên bidestxistî moral wergirt û bi rengekî hîn çalak tevlî bû. Hevrêyê me Cîlo piştre fikirî ku heqîqeta tevgera me divê bêhtir li nava civakê belav bibe û têkoşîna me hîn berfireh bibe, baweriya xwe bi wê yekê anî ku ev jî bi karê çapemeniyê dikare hîn bi bandor bê kirin. Li ser vê bingehê biryar da ku beşdarî nava karên çapemeniya azad bibe û derbasî Amedê bû. Sal û nîvekê li nava karên çapemeniyê xebitî, bi heman cidiyet û hesta berpirsyariyê tevlî kar bû. Di demeke kurt de xwe bi pêş ve bir û pratîkeke bi bandor meşand. Dema ku dewleta Tirk di Berxwedana Xwerêveberiyê û piştî wê de li hemberî gelê me û gerîla kosnepteke tasfiyeyê ya nû xist dewrê û li ser vê bingehê êrîşên qirkirinê zêde kir, xwest ne tenê heqîqetê ragihîne, her wiha li dijî neheqiyê têbikoşe. Hevrêyê me Cîlo fikirî ku ev jî tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe û li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me li herêma Qendîlê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi dilxwazî di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Hişmendiya xwe ya îdeolojîk bi dersên wergirtî derfet dît ku kûrtir bike û bi vî rengî hîn çalak beşdarî nava jiyanê bû. Hevrêyê me Cîlo xwe roj bi roj bi pêş ve bir, zanîbû ku ji aliyê leşkerî ve divê xwe bêhtir şareza bike. Hevrêyê me têgihiştibû ku êrişên li ser gelê me tenê bi pratîkeke xurt a gerîla dikare bê têkbirin û bi vê têgihiştinê beşdarî nava perwerdeya leşkerî bû. Hevrêyê me Cîlo di taktîka gerîla û mijara dîsîplîna leşkerî de xwe perwerde kir, di her kêliyê de xwe ji bo pêvajoyên pratîkî yên zehmet amade kir. Hevrêyê me Cîlo bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê, şarezabûna xwe ya li perwerdeyê, têkiliyên hevrêtiyê yên xurt, kesayetiya xwe ya sade, dilnizm, durust û samîmî li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Weke milîtanekî Apoyî yê mînak perwerdeya xwe bi serketî qedand.
Hevrêyê me Cîlo piştî perwerdeyê tevlî hin karên li nava KCK’ê bû, bi rengekî ji dil beşdarî vî karî bû û wezîfe û berpirsyariya xwe bêkêmasî bi cih anî. Hevrêyê me zanîbû ku weke milîtanekî Apoyî divê her karî bi ser bixîne û ev sekna xwe timî dewam kir. Lê belê dilê wî timî bi hevrêyên wî yên li qadên şer ê giran bû û bi israra xwest, beşdarî nava pratîka şer bibe. Lê belê beriya wê fikirî ku divê di mijara branşên leşkerî de xwe bi pêş ve bibe. Hevrêyê me zanîbû ku şer êdî bi rêbazên berê û klasîk nayê meşandin û xwest, rêbaza şer ê dema nû di kesayetiya xwe de bi pêş ve bibe. Ji ber vê jî di mijara aktîk û teknîkê de guherînên çêdibû ji nêz ve dît û di vê mijarê de hewl da xwe kûr bike.
Lewma xwest beşdarî perwerdeyên leşkerî bibe, di gerîlatiya dema nû de xwe bi pêş ve bibe û bersivê bide pêvajoya şer. Hevrêyê me bi fedakarî beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû, her agahiya pê re dihate parvekirin weke zêr girîng didît û hîn dibû. Ji têkoşîna hevrêyan a bêheman a li hemberî dagirkeriyê hêz û moraleke mezin wergirt û xwest, demeke beriya demekê li gel hevrêyên xwe be. Ji bo vê jî bêteredût û bêfikar beşdarî nava her kêliya jiyanê bû û ked da. Hevrêyê me Cîlo di taktîk û teknîka gerîla de xwe bi pêş ve bir, ji hevrêyên xwe re bû mînak û bi jêhatîbûn û afirîneriya xwe derkete pêş.
Hevrêyê me Cîlo 15’ê Kanûna 2018’an di êrişeke dijmin de şehîd bû û li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wî di salvegera şehadeta hevrêyê me Cîlo de em wî careke din bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wî bi ser bixînin.”







