ROJAVA – Kovara Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriye “Silava” bi slogana “Bi Hevaltiya Komînal, Bi Rêber APO re Bijî” derket.
Kovara ku her du mehan carekê bi zimanê Kurdî û Erebî derdikeve, bi mijara “Komîn” pêşberî we ye.
Hejmara nû bal dikêşînê li ser girîngiya avakirina û rêxistinkirina komîn. Bi taybet Rêber APO komîn çawa destdigire û ji bo civakek demokratîk komîn çawa destnişan dike di vê kovarê de dikare were naskirin.
Bi Perspektîfa Jinê ciwan, çawa divê komîn were parastin û rêxistinkirina jinên ciwan bi komîn re divê çawa be dikare were xwendin. Di beşa portreyê de jiyan û berxwedana Şehîd Berçem Kobanî vedibêje.Her wiha hûn dikarin di vê hejmarê de dîroka Gundekî Kevnar Sikir El Ilhêmir nas bikin û nivîsek li ser destana Derwêşê Evdî û Edûlê bixwînin.
Hûn dikarin bi navnîşanan jêrîn re xwe bigihînin Kovara Silava:
https://t.me/jinenciwankurmanci
https://t.me/RagihandinJinenCiwan
https://linktr.ee/ragihandinajc

