DÊRA ZOR – Bi dirûşmeya “Bi rêhevaltiya komînal bi Rêber APO re bijîîn” de, civîna salane ya 2025’an a Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêra Zorê hate lidarxistin. Hemû endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, nûnerên ji Tecemeh Zenûbiya û endamên ji saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre axaftina vekirinê ji hêla Walaa Mihemed ve hate kirin. Piştre Rêvebera Jinan a Dêra Zorê li ser rewşa siyasî û pêvajoya heyî axivî, rol û mîsyona jinan di jiyana siyasî û civakî de û girîngiya beşdariya wan a çalak di daxwazkirina mafên xwe û damezrandina jiyana azad û hevbeş de tekez kir.
Piştî vê yekê, prespektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan hatin xwendin. Di van pirspektîfan de nirxên evîn û hesreta kûr ji bo Rêberê Azadiyê, Rêber Apo, ku ruhê ciwantiyê ji bo jinan piştî hewldanên dizîna wan vegerand, tekez kirin. Ew her tim mînak û parêzvanên jiyan komînal bû, û civînê de soza xwe ya ji bo jinan ji bo bicihanîna rola xwe ya pêşeng di civakê de nû kirin.
Hemû şehîd bi serbilindî û minetdarî hatin bîranîn, bi taybet şehîd Fûad, Riza Altûn, Emîna Erciyes, Çiya Rizgar û Ronî Gever û her wiha hemû qehremanên ku bi berxwedan û têkoşîna xwe dilsoziya bi Rêber Apo re temsîl kirin, hewl dan ku xewna jiyana di bin Rêberekî azad û li Welatekî azad de pêk bînin.
Piştre rapora salana hem di asta siyasî û hem jî di asta rêxistinî de hat xwendin, û piştre silvizyonek ser hemû kar û xebatê Jinên ciwan yê salekê yê Dêra Zor hat peşkêşkirin.
Di dawiya civînê de, nîqaşek li ser xebatên ku hatiye kirin, zehmetî û astengiyên ku jinên ciwan pê re rû bi rû ne, û destkeftiyên ku di avakirina jiyaneke azad ji bo jinan di nav civakê de hatine bidestxistin, hat vekirin. Nêrîn hatin girtin û çareserî ji bo xurtkirina hewldanên hevbeş û berdewamiya li ser rêya azadiyê da hatin diyarkirin.


