Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PJAK: Tolhildan tenê bi azadiya gelê Belûç û demokrasiyê pêkane

Edîtor: Nucan Serdoz
01/10/2023 - 11:00
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 4 mins read
A A
PJAK: Tolhildan tenê bi azadiya gelê Belûç û demokrasiyê pêkane
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – PJAK’ê di yekemîn salvegera ‘Îniya Bi xwîn’ ya li Zahîdanê de bi daxuyaniyekê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê banga yekitî û yekrêziyê li gelan kir û wiha got: “Bi guleyên şer û kuştinê bersivdana Serhildana demokratîk a Zahîdan û Xaşê nîşaneya hovîtiya rejîmê ya ji bo pêşxistina siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Belûç û tirsandina hemû xelkê ku daketî kolanan bû. Em piştgiriya xwe ji bo gelê Belûç ên bindest re radigihînin.”

Di Îniya 30’ê Îlona sala 2022’yan de ango di rojên destpêkê yên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de xwepêşandanên mezin li bajarê Zahîdan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de hêzên rejîma Îranê bi bi gulebaran û tundutujiyê hewla belavkirina xwepêşanderan da û di encamê de nêzîkî 100 xwepêşander hatin qetilkirin. Li ser vê yekê ev roj weke ‘Îniya Bi xwîn’ hate binavkirin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya yekemîn salvegera ‘Îniya Bi xwîn’ daxuyaniyek belav kir û ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê banga yekitî û yekrêziyê li gelan kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di îniya 30’ê Îlona sala 2022’yan de ji aliyê hêzên tundirew û mêtinkar ve hejmarek ji azadîxwazên Belûç hatin qetilkirin. Ev yek ji aliyê civaka Belûç û pêşengên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve bi ‘Îniya Bi xwîn’ hate binavkirin. Em bi rêzdarî şehîdên gelê bindest ê Belûç di vê Îniya reş de bi bîrtînîn û piştgirî û piştevaniya têkoşîna gelên bindest ên Îranê, bi taybet ji bo gelê Belûç dikin.

Xwestin bi vê yekê rumeta gel bişkînin

‘Îniya Bi xwîn’ a ku di 30’ê Îlona sala 2022’yan de piştî destpêkirina şoreşa gelê Belûç ya di çarçoveya Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de rû da, rûyê qirêj ê rejîma faşîst a Îranê baş eşkere kir. Piştî destpêkirina şoreşa ji bo azadiya gelan û jinan, berpirsên faşîst ên Îranê li bajarê Raskê destdirêjî li keçek Belûç kirin û xwestin bi vê yekê rumeta gel bişkînin. Her wiha îspat kir ku di lûtkeya şoreşa jinê ya ji bo azadiyê de, destdirêjiya ji aliyê berpirs û fermandarên rejîmê ve dijminatiyeke vekirî ya li hemberî hemû jinan e. Ji ber vê yekê raperîna gelê Belûç a li dijî rejîmeke wiha gemar rewa bû. Li Zahîdan û Xaşê ji aliyê rejîma desthilatdar ve komkujî û rijandina xwînê, mînaka jenosîda hemû gelên bindest ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bû.

Heta çewisandin û zordestî bi dawî nebe, divê bi azadîxwazî û têkoşîna gelan were şermezarkirin

​Bi guleyên şer û kuştinê bersivdana Serhildana demokratîk a Zahîdan û Xaşê nîşaneya hovîtiya rejîmê ya ji bo pêşxistina siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Belûç û tirsandina hemû xelkê ku daketî kolanan bû. Qetilkirina nêzîkî 100 serhildêrên Belûç ên ku bi awayekî demokratîk li dijî destdirêjiya eşkere û xemsariya rayedarên rejîmê xwepêşandankirîn, bi serê xwe nimûneyeke eşkere ya sûcên dijî mirovahiyê ye. Heta ku ev çewisandin û zordestî bi dawî nebe, divê bi azadîxwazî û têkoşîna gelan were şermezarkirin.

Tolhildan tenê bi azadiya gelê Belûç û demokrasiyê pêkane

Pêwîste gelên Îranê bi taybet gelê Belûç bizane ku yekser piştî komkujiya 30’ê Îlonê destpêkirina cezayên darvekirinê, êşkence û destdirêjiyên beramberî jinên di girtîgehan de, bersiva desthilata faşîst a Tehranê ya li dijî gel û têkoşerên li kolanan bû. Ji bo wê ev suc nayên efûkirin. Şêwazê qetilkirina Xudanur Leceyî di rastiyê de heqareta li dijî gelên bindest bû. Tolhildana vê qetlîamê tenê bi azadiya gelê Belûç û pêkanîna demokrasiyê pêkan e.

Em li gel şermezarkirina qetlîama ‘Îniya Bi xwîn’ a Zahîdanê ya ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve hatî pêkanîn, şehîdên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibîrtînîn û piştgiriya xwe ya tevahî û berfireh ji gelê Belûç ên bindest re radigihînin. Her wiha bang li hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan dikin ku gelê bindest ê Belûç tenê nehêlin û hemû li dijî rejîma zordar û faşîst a Îranê piştgirî û piştevaniya wan bikin.

Bê guman yekitî û yekrêziya gelên bindest ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê azadî û demokrasiyê mîsoger bike. Têkoşîna gelan wê bigihije serkeftinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Efrînê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Nivîsa Pêş

Li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir çalakiya bombeyî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir çalakiya bombeyî

Li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir çalakiya bombeyî

Tirnoveya Futbolê ya jin di asta Cizîrê de

Tirnoveya Futbolê ya jin di asta Cizîrê de

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.