Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

HPG’ê gerîlayê şehîd Welat Asê bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
28/09/2023 - 13:22
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 67 mins read
A A
HPG’ê gerîlayê şehîd Welat Asê bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, têkildarê gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:

‘’Salek ji salên şerê dijwar li dijî dewleta Tirk a dagirker berdewam bû, sala 2018’an bû. Dewleta Tirk a qirker û mêtinger ji bo tepisandina daxwaza azadiyê ya gelê me û rakirina Tevgera me ji holê, hemû derfetên xwe kirin seferber da ku xwe bigihîje armanca xwe. Li dijî vê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ji Bakurê Kurdistanê bi bajarên mezin ên Tirkiyeyê her der kir cihê berxwedanê û bersiv da. Di vê berxwedanê de ku di xeta fedaîtiyê de hat birêvebirin, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin û cardin têkneçûna Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê hat nîşandan.

Hevrêyê me Welat Asê ku li qada Antalyayê bi erka xwe radibû, wek mîlîtanekê pêşeng ê kevneşopiya xwe berxwêderiyê bi erk û berpirsyariya xwe bi serfirazî rabû. Di pêvçûnê de bi dijmin re, bi qehremanî li ber xwe da û bû şehîd û wek mîlîtanekê mînak ê fedaîtiya Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Welat Asê, bila serê hemû hemû gelê welatparêz ê Kudistanê sax be, di şexsê hevrê Welat de em soza tacîdarkirina meşa ‘’Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’’ bi serkeftinê, dubare dikin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Welat Asê ev in:

 

Nasnav: Welat Asê
Nav û paşnav: Mazlûm Balikçi
Cihê çêbûnê: Mûş
Dê – Bav: Asiye – Çetîn
Cihê û dîroka bûye şehîd: 28’ê Îlona 2018’an / Antalya

Gelê me ku tevî êrîşên nemirovî yên mêtingeriyê, koletiyê qebûl nake û di her şertî de li ber xwe dide, xeta têkoşîna bi partiya me PKK’ê re ku bi pêşengtiya Rêber Apo mezin bûye, bir, di lûtkeyê de derxist. Xelkê me yê Serhedê ku bi hezaran ewladên xwe şandine ji bo refên berxwedanê, bi lez û bez bi partiya me re bûye yek û bi serhildanên ku kirine li gerîla bûye xwedî. Ji zû ve ye ku Mûş bûye navendeke berxwedanê ya têkoşîna me.

Hevrêyê me Welat ku li Kopa Mûşê, ji malbateke welatparêz çê bûye. Bandora çanda berxwedanê ya nûjen ku PKK’ê ava kiriye li ser hebûye. Ji ber ku ji der û dora wî kes gihîştine Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, wî jî têkoşîn ji zû ve nas kiriye. Hevrêyê me li dibistanên şevînî (YÎBO) ku navenda şerê taybet û bişaftinê yên dewleta Tirk a mêtinger in, demekê perwerde dîtiye û bi çavê xwe polîtîkayên qirêj ên dijmin dîtine. Li ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ji xwe re kiriye esas ku ciwanên Kurd ji çanda berxwedanê bike û bê nasname bihêle, biryara gihîştina refên têkoşînê daye.

Hevrêyê me Welat ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad têkoşîn hilbijart û tevlî nava refên gerîla bû, di nava jiyana pîroz a gerîla de ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, tu zehmetî nejiya. Hevrê Welat ku bi zîrekî û kedkariya xwe derdikeve pêş, ji bo xwe ji neyînîyên ku sîstemê afirandine paqij bike, gelek ked da. Hevrêyê me Welat ê ku perwerdehiya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi awayekê serketî qedand, li her qada ku çû hemû erkên xwe bi serfirazî bi cih anîn. Hevrêyê me yê ku di taktîkên gerîlatiyê de pispor bû û bi awayekê afirîner di pratîkê de bi cih anî, her kêliya jiyana xwe ya şoreşgeriyê bi têkoşînê derbas kir. Hewila hînbûnê ya hevrêyê me Welat û tevlêbûna wî ya bi coş a jiyanê li ser esasê kûrkirina îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo, ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Her tim ji bo parastina nirxên ku bi girêdanên pîroz ên hevrêtiya PKK’ê ve hatine afirandin û mîrateya şehîdên me ne, ked daye. Hevrêyê me kûrahiya bîrdozî ya ku bi keda xwe bi dest xistiye û bi jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî de kir yek, di şexsê xwe de gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi cih anî. Hevrêyê me Welat ê di xeta Zîlan de cih girt, ji bo serkeftina têkoşîna me meşeke fedaî pêk anî. Hevrêyê me yê ku di demên herî dijwar de ji bo hemû hevrêyên xwe bibe çavkaniya moral û hêzê, bi kedkarî û beşeriya

bû namzetê fermandariya mezin. Hevrêyê me Welat ê ku hêrseke wî ya mezin li dijî dagirkeran hebû, li dijî êrîşên dijmin ên ku pêş dikevin bi fedekariyeke mezin li ber xwe da û bi tevlîbûna xwe ya leheng a li qadên ku şer lê dijwar bû, bû milîtanekê mînak. Hevrêyê me Welat ku bi ked û hişmendiyeke mezin hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî, bû xwedî kedeke bêhevta ya jiyanê. Hevrêyê me li herêmên ku mêtinger herî zêde xwe lê bi ewle hîs dikirin hewil dida derbên mezin li dagirkeran bixe û li ser vî esasê berê xwe da qada Amanosê û bi hevalên xwe re berxwedaneke dîrokî kir. Bi performansa xwe ya bilind a li eniya berxwedanê, bi şêwazê milîtaniya Apoyî bi fedaî li ber xwe da û bi awayekê aktîf beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin dan. Hevrêyê me Welat ku di 28’ê Îlona 2018’an de li bejahiya Antalyayê li dijî êrîşa dijmin bi şêwazeke fedaî li ber xwe da, heta hilma xwe ya dawîn li ser xeta Zîlan meşiya.

Hevrêyê me yê fedaî Welat ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo nirxên pîroz ên şehîdên me afirandine bigihîne serkeftinê ked da, wê her tim rêya me ronî bike û mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye, teqez wê bi serketinê tacîdar bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Hevrê Seyîd şoreşgerekî mezin bû

Nivîsa Pêş

Hêzên gerîla ji bo bîranîna Seyîd Evran gelek çalakî kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hêzên gerîla ji bo bîranîna Seyîd Evran gelek çalakî kirin

Hêzên gerîla ji bo bîranîna Seyîd Evran gelek çalakî kirin

Li Kobanê jinên ciwan li dijî komplo û tecrîdê meşiyan

Li Kobanê jinên ciwan li dijî komplo û tecrîdê meşiyan

Manşet

  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.