Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Gelo amadekarî ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê tê kirin?

Analîza Selahattin Erdem

Edîtor: Nucan Serdoz
29/08/2023 - 20:00
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojhilata Navin
Reading Time: 9 mins read
A A
Li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – PDK dixwaze xeta hevkarî-xiyanetê ku bi salan li ser dimeşe, bigihîne nuqteya dawî. Rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo êrişeke dagirkeriyê ya nû li ser Garê pêk bîne, amadekariyan dike. Tê dîtin ku PDK jî piştgiriyê dide vê planê.

Piştî hilbijartina bi hîle ku encama wê berê hatibû diyarkirin, şefê faşîst Tayyîp Erdogan wiha gotibû: “Em ê li dijî terorê têkoşînê hîn zêdetir bikin û li ser vî bingehî em hîn zêdetir cih bidin kar û xebatên dîplomasiyê.” Nexasim kabîneya xwe ya nû li gorî vê ava kir, li hundir terora faşîst û ji derve jî êrişên dagirkeriyê zêde kir. Lez da kar û xebatên dîplomatîk ên paralel jî.

Destpêkê çû Astanayê û hewl da ku tişta bigire bi dest bixe. Piştre çû NATO’yê û endamtiya Swêdê ya NATO’yê kir mijara bazarê. Dîsa Şerê Ûkraynayê bi kar anî, qala ketina nav Yekîtiya Ewropayê jî kir û ji şerê qirkirinê yê li Kurdistanê re piştgirî xwest. Di encamê de jî kir ku Sekreteriya Giştî ya NATO’yê bi daxuyaniyekê PKK’ê sûcdar bike û di bunyeya NATO’yê de “Koordînasyona têkoşîna hevpar a li dijî terorê” were avakirin. Di vê çarçoveyê de ji bo êrişeke dagirkeriyê ya nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, niha piştgirî nedîtibe jî bê navber ji bo êrişa hewayî û topan zemînê pêwîst ava kir. Helbet ji bo êrişa dagirkeriyê ya ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne jî, piştgiriya ku berê heyî ji nû ve bi dest xist. Li ser van bingehan êrişên leşkerî, bikaranîna çekên qedexe jî di nav de, hewl da bi her amûr û rêbazê zêde bike.

Bê guman ev tiştên hatin kirin, esas bûn. Lê pêwîst bû ku hem ji bo kêmkirina krîza aborî ya ji ber şer û hem jî ji bo peydakirina piştgiriya malî ya ji bo şerê ku were meşandin, divê ji dewletên Ereban alîkarî bihata xwestin. Nexasim wisa jî kir û çû serdana gelek dewletên Ereban û hewl da ku bi bazirganiya çavkaniyên Tirkiyeyê pereyan qezenc bike. Her tiştê ku ji her dewletekê hêvî dikir tam nedîtibe jî, ji hêzên ku Derya Reş û Stenbolê firotibûnê qismî piştgiriyek nû bi dest xist.

Rêveberiya faşîst-qirker a Tayyîp Erdogan piştî van hemûyan, niha jî ji dîplomasiya Iraqê re bûye bar. Musteşarê berê yê MÎT’ê û ‘qutiya reş’ a Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê nû Hakan Fîdan bi rojan e di navbera Bexda û Hewlêrê de digere. Di çapemeniyê de tê gotin ku rêveberek ku li Bexda û Hewlêrê hevdîtin pê re nekir, nemaye. Bi muhatabên xwe, bi taybetî Barzaniyan hembêz dike û hewl dide pozên samîmî bide. Piştre jî tê gotin ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan wê serdana Iraqê bike. Eşkere ye ku têkiliyên bi Iraqê re ji bo rêveberiya Tayyîp Erdogan girîng in û li ser vê bingehê planên xwe yên nû pêk tîne.

Bê guman heta niha em bi rastî nizanin di hevdîtinên di navbera dewleta Tirk-Iraqê de çi di rojevê de bû û çi encam hatin bidestxistin. Li ser çapemeniyê tê dîtin ku ava Firat û Dîcleyê mijarên bazirganî yên cuda, petrol û gaza xwezayî, tên nîqaşkirin. Her wiha tê diyarkirin ku mijara “têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê” di rojevê de ye û ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin. Tê îfadekirin ku rewşa axa Iraqê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin tê nirxandin. Li gel ku di çapemeniyê de di derbarê hevdîtinên Bexdayê de zêde agahî nehatin girtin, di daxuyaniyên çapemeniyê yên piştî hevdîtinên Hewlerê de, aliyan ji dil û can spasiyên xwe ji bo “tevkariyên têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê” li hev kirin.

Bê guman asteke aborî û bazirganî ya girîng, di hevdîtinên Tirkiye-Iraqê de heye. Evane dibe ku dem kurt jî bin. Em hemû dizanin ku di bin nakokî û şerên li herêmê de mijara ku dê çavkaniyên aborî ji aliyê kî/ê ve were xebitandin heye. Tê zanîn ku ya esas têkoşîna ji bo berjewendiyên aborî û mêtingeriyê ye û li ser vê bingehê gelek proje bi hev re hevrikiyê dikin û şerê hev dikin. Her çend ev mijara hevpar a her kesê ku li qadan li hev dicivin û siyasetê dikin jî ye, lê ev ne armanca destpêkê ya dewleta Tirk û rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst e. Armanca wan a yekemîn şikandina gerîla, tasfiyekirina PKK’ê û li ser vê bingehê temamkirina qirkirina Kurdan e. Yanî rojeva wan a esas şerê qirkirinê yê ku li dijî hebûn û azadiya Kurdan dimeşînin e. Bê guman di her derfetekê de vê yekê tînin rojevê û hewl didin di vê mijarê de ji her kesê piştgiriyê bigirin.

Îcar têkildarî vê yekê rêveberiya Tayyîp Erdogan çi dixwaze? Li gorî hin daxuyaniyan li Xakurkê, Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê qadên ku dagirkirî îhlak dike, hewl dide bixe bin desthilatdariya xwe ya mayînde ya nû û ji bo êrişên li dijî gerîlayên PKK’ê hîn zêdetir piştgiriyê bi dest bixe. Di rastiyê zêde mantiqî xuya nake ku pirsgirêka îlhakê ya navborî, niha rojeveke cidî ava nake. Ji ber ku ev pirsgirêk di pêvajoya 1985’an de di peymana “Herêma Tampon” a di navbera Dewleta Tirk û Iraqê de hatibû çareserkirin. Dîsa di sala 1991’an de Operasyona Hêza Çakûç û êrişa hevpar a Cotmeha 1992’an derxist holê ku Rêveberiya Hewlêrê jî çareseriya navborî qebûl kiriye. Ji ber vê yekê jî li hemberî êrişên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê ku ji 26’ê Tebaxa 2016’an û vir ve daye destpêkirin, ji rêveberiyên Bexda û Hewlerê sekneke dijber çênebûye; lewma helwesteke wan a li dijî îlhakê jî tune ye.

Di vê rewşê de ya ku maye êrişên îmha û tasfiyeyê yên ku di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de li dijî hebûn û azadiya Kurdan tên kirin. Têkildarî vê yekê qada hewayî ya Iraqê ji sala 1991’an ve ji bo dewleta Tirk vekirî ye, ti pirsgirêk tune ye. Dîsa dewleta Tirk îstîxbarata ku dixwaze hem ji rêveberiyên Iraq û hem jî ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê digire û têkildarî vê yekê jî ti pirsgirêkek cidî nîn e. Ev tê wê wateyê ku tişta rêveberiya Tayyîp Erdogan ji rêveberiyên Bexda û Hewlêrê xwestî ne ev in, ji bo van pêwîstî bi evqas hevdîtinên zêde nîn e. Wê demê divê daxwazên din li pişt van hewldanên nû hebin.

Îcar rêveberiya faşîst-qirker a Tayyîp Erdogan ji Bexda û Hewlerê çi dixwaze? Gelo ji bo herêmên wek lûtkeya Metîna û Garê planên nû yên dagirkirinê dikin û ji bo vê jî piştgiriyê dixwaze? Dîsa gelo li dijî Mexmûr û Şengalê êrişên nû plan dike? Di rastiyê de ji aliyê siyasî ve heta niha zêde pêkan xuya nake ku ji êrişa heyî wêdetir êrişek din li ser Şengalê were kirin. Li aliyê din êrişa Mexmûrê beriya demekê hat kirin û encameke wê derket. Di wê rewşê de, êrişa dagirkeriyê ya li ser herêmên nû yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dimîne. Têkildarî vê yekê jî qada Garê derdikeve pêş û tê fêmkirin ku rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst hewl dide xwe ji bo êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê amade bike.

Bê guman bi tena serê xwe nikare êrişa leşkerî li ser qada navborî, pêk bîne. Têkildarî vê yekê erêkirin û piştevaniya rêveberiya DYE û Iraqê pêwîst dike. Ya esas jî divê PDK tevlî şer bibe. Dewleta Tirk Garê bi dest bixe jî, niha nikare wir di destê xwe de bigire, divê bide PDK’ê. Eger bal bê dayîna ser, êrişeke muhtemel a Garê encex dema ku PDK tevlî şer bibe û di encamê de bixwaze li Garê rêveberiya xwe ava bike, pêkan e. Eşkere ye ku ev yek jî tê wateya şerê di navbera PDK û PKK’ê de. Lewma rewş giran e û rêveberiya Tayyîp Erdogan bi xeter dilîze. Hewl dide PDK’ê rasterast tevlî şerê li dijî PKK’ê bike. Daxuyaniyên piştî hevdîtinên Hewlerê nîşan didin ku PDK jî piştgiriyê dide planeke wiha.

Eşkere ye ku PDK bi agir dilîze, dixwaze xeta hevkarî-xiyanetê ku bi salan li ser dimeşe, bigihîne nuqteya dawî. Lewma divê hemû gelên Iraq û Kurdistanê û hêzên siyasî bi hestiyar bin û rê nedin helwesta navborî. Gelên Tirkiyeyê yên ku bi rastî jî ji xwişk û biratiya Tirk-Kurdan bawer dikin, jin û ciwan, hêzên demokratîk û sosyalîst jî divê li dijî vê êrişa dagirkerî û qirker a rêveberiya Tayyîp Erdogan ê faşîst û rêveberiya Tifaqa Komarê derkevin. Di rojeke nû ya salvegera Şerê Melezgirtê ku di rêjeyekî mezin de bi piştgiriya Kurdan hat qezenckirin, li hemberî Kurdan şerê îmhakirinê tê meşandin û ev yek ji bo civaka Tirkiyeyê jî bi zirar e. Wê demê pêwîste li dijî terora faşîst a AKP-MHP’ê û êrişên qirkirinê, têkoşîna azadî û demokrasiyê bi hev re pêş bixin û bi ser bikevin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan li Mexmûrê kampanya nameya ji bo Rêber APO dan destpêkirin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 30’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 17’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

ROJEVA 30’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

Salvegera 2’emîn ya şehîdên komkujiya Xelîfanê

Salvegera 2'emîn ya şehîdên komkujiya Xelîfanê

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.