Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Armanc: Gerîla wê êrîşeke bi tenê jî bêbersiv nehêle

Edîtor: Nucan Serdoz
22/06/2023 - 14:00
di nav Analîz, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Armanc: Gerîla wê êrîşeke bi tenê jî bêbersiv nehêle
ParvekeTweet

BEHDINAN – Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û li ser mijarên di rojevê de ne, axivî.

Hakî Armanc destnîşan kir ku tevgera wan tevgereke mirovî ye û bi bîr xist ku piştî rûdana erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê, bi biryara Hevserokatiya Konseya Eêveber a KCK’ê wan biryara agirbestê dan.

Hakî Armanc got, “Biryareke di cih de bû û mirovî bû. Lê belê dewleta Tirk ev biryar jî bi rengekî cuda bi kar anî û êrîşên xwe yên li ser Bakur, Başûr, Rojava, Mexmûr û Şengalê zêde kir. Careke din eşkere bû ku dewlet û desthilatdariya Tirk para xwe ji mirovahiyê negirtine.”

Hakî Armanc anî ziman ku hingî gelek çalakiyên gerîla dihatin lidarxistin, dewleta Tirk xitimî bû, şert û mercên demsalê gelekî guncaw bû, plansaziyeke wan a xurt ji bo çalakiyan hebû û got, “Piştî vê biryarê me plansaziya xwe ya çalakiyan hemû betal kir. Hem erdhej bû, hem jî gelê me û gelên Tirkiyeyê gelekî êş kişandin. Piştre jî ji xwe pêvajoya hilbijartinê destpê kir. Lewma agirbest hate dirêjkirin û em hatin Hezîranê. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk a faşîst û nijadperest careke din nîşan da ku di şer de israr dike.”

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc diyar kir ku dewleta Tirk salên dawî êrîş zêde kir û got, “Di serî de Dersim û Botan li her her qada Kurdistanê li ser xweza û çandê êrîşên mezin têne kirin. Bi rêk û pêk daristanên Kurdistanê têne şewitandin. Li hin deveran bendav têne çêkirin, li hin deveran rê têne çêkirin, xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Hin kes jî tevlî vê talankirina xwezayê dibin, bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin. Em baş zanin bê ew kî ne. Îhaleyan distînin, her roj sûcên xwe zêde dikin, hesabê vê yekê wê teqez bê pirsîn. Tê zanîn bê ev kes kî ne, ew bi xwe jî bi xwe zanin.

Di serî de xelkê me yê Botanê, gelê me yê Kurdistanê divê li ber talankirina xwezayê rabe. Gelê me ji aliyê aborî ve tengav bûye, dijmin li Kurdistanê polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne. Divê gelê me teqez tevlî polîtîkaya dewleta Tirk a talankirina xwezayê nebe. Bêguman pirsgirêkên aboriyê hene, lê belê çi dibe bila bibe divê nebe amûrek ji van polîtîkayên dijmin re.”

Hakî Armanc careke din bi bîr xist ku dijmin agirbest ji xwe re kir firsend, êrîş zêde kir û got, “Di van êrîşan de hin hevalên me şehîd bûn. Dijmin jî gelek windahî da. Li eyaleta me ya Amedê 13 leşkerên dagirker hatin cezakirin. 4 hevalên me şehîd bûn. Hevalên Dilgeş, Bawer, Masûm û Zîn şehîd bûn. Hevalên hêja bûn ku demeke dirêj li wê derê kar dikirin. Li herêma Bagokê êrîşên dijmin çêbûn. Hevalên me 8 dagirker ceza kirin. Di van êrîşan de hevalê me Bahoz şehîd bû. Her wiha li Botan-Bestayê operasyonên mezin ên dijmin çêbûn. Hevala Leyla jî di nav de 7 hevalên me yên jin şehîd bûn. Di êrîşa dawî de jî li 2 deveran şer qewimî, heval Rençber, heval Bawer bi rengekî fedaî bersiv dan dijmin. Di vî şerî de ku herdu hevalên me şehîd bûn, dijmin gelek kuştî dan. Hevalên Şerger û Dilşêr şehîd bûn. Hevalên me li hemberî êrîşan xwe parastin. Dewleta Tirk giraniyê dide ser êrîşên bi teknîkê û hewayî. Her wiha bi rêya ajanan hewl dide cihê hevalên me tespît bike. Gerîla jî wê êrîşeke bi tenê ya dijmin bê bersiv nehêle.”

Fermandar Hakî Armanc diyar kir ku li her derê dijmin êrîş dike, gelê Kurd qetil dike û got, “Li Başûr, Rojava, Mexmûrê her roj êrîş dike, şehîd tê dayin. Yanî plana qirkirinê di dewrê de ye. Li hemberî vê yekê jî ti wateya biryara agirbestê nema. Divê her kes rewşê bi vî rengî binirxîne. Ji niha û pê ve çalakiyên me wê dewam bikin. Hesabê êrîşa li ser gelê me, hesabê şehîdên me, hesabê kuştina zarokên Kurd wê teqez bê pirsîn. Gerîlayên Kurdistanê li dijî faşîzmê wê li her derê bi rola xwe rabe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin

Nivîsa Pêş

NPG’ê gerîlayên li Botan, Metîna û Xakurkê pîroz kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
NPG’ê gerîlayên li Botan, Metîna û Xakurkê pîroz kir

NPG'ê gerîlayên li Botan, Metîna û Xakurkê pîroz kir

Amadekariyên Jinên Xwendekar ji bo Pêşangehê

Amadekariyên Jinên Xwendekar ji bo Pêşangehê

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Jinên Eyn Îsa: “Em tu carî dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li axa xwe qebûl nakin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.