Enter your email Address

Salı, Aralık 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Batûfa Çekdar: Heta ku hêzên YJA Star’ê hebin, wê xeyala dijminê Kurdan pêk neyê

Fermandara YJA Starê Batûfa Çekdar got; "Heta ku hêzên YJA Star hebin, wê armanca dijminên Kurdan ên ji bo tunekirina gerîla û PKK’ê bi ser nekeve. Ji îdiaya bawerî û azadiyê ya şervan, pêşeng û tekoşerên YJA Starê wêdetir çekeke din nîne."

Edîtor: Nucan Serdoz
29/10/2022 - 9:50
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Batûfa Çekdar: Heta ku hêzên YJA Star’ê hebin, wê xeyala dijminê Kurdan pêk neyê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Yek ji Fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar têkildarî salvegera 30’emîn a artêşa jinê axivî. Batûfa Çekdar di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û got, “Di  salvegera 31’emîn a şehadeta Heval Bêrîtan de têkoşîneke dîrokî ya layiqî ruhê berxwedanê rêheval Bêrîtan tê meşandin. Fermandara mezin heval Bêrîtan li dijî îxaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk li berxwe da, îro bi sedan ciwanên Kurd weke milîtanên Rêber Apo li her qadê li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser xeta heval Bêrîta berxwedaneke mezin dimeşînin.

Cîhan bi matmayî li şer û berxwedana ku milîtanên PKK-PAJK’ê li dijî hemû teknîk û kîmyabarana hêzên NATO’yê û komplogeran dimeşîne, temaşe dike. Ji ber ku mînakên vê yekê li tu welatekî din û di dîroka mirovahiyê de nehatine dîtin. Ev berxwedan mîrateya Bêrîtan, Zîlan, Mazlûm, Sara, Kemal, Hayrî û Ferhatan e. Di 25’ê Cotmeha 2022’an de weke hêza YJA Starê em ketin sala 30’emîn a artêşa xwe ya jinê ya ku li ser xeta Bêrîtan hatiye avakirin. Di van 3 salên dawî de berxwedaneke mezin tê meşandin. Di pêşengiya hêza me ya YJA Starê de di sala 2020’an de li Heftanînê, di salên 2021-2022’an de li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaneke dîrokî hate nîşandan.

Helbet hewldan û ezmûna bi salan, hêza YJA Starê ya heyî derxistiye holê. Ev bi saya ked, fedakarî û berdêlên 29 salan ên Bêrîtan, Azîme, Zelal, Sara, Besê, Çîçek, Gulbahar, Nûda, Berçem, Rojîn Gewda, Delaler, Zîlan, Medya, Tekoşîn, Diljîn û Nûjiyan e. Artêşa me ya jin li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran bi îradeyeke mezin li ber xwe dide.”

Batûfa Çekdar bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wiha got: “Îro li Kurdistanê bi hezaran şervan bi biryar û hêrseke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin. Bê guman heta ku hêzên YJA Star hebin, wê armanca dijminên Kurdan ên ji bo tunekirina gerîla û PKK’ê bi ser nekeve. Ji îdiaya bawerî û azadiyê ya şervan, pêşeng û tekoşerên YJA Starê wêdetir çekeke din nîne. Ji ber vê yekê ev çiya, ax û gelê me divê bi YJA’yê serbilind bin. Her jinek ku li azadiya xwe digere divê vê bêje: Ez serbilind im ku di serdema gerîlayên YJA Starê de dijîm.

Bêguman tecrubeya 30 salî ya jinên Kurd em birêxistin kirin, em xwedî li partîbûnê derketin û îro em gihiştine asta sîstema konfederal. Em bûne pêşengek mezin. Ev asta pêşentiyê, çanda azadiyê û hişmendiya ku ji aliyê Sara, Bêrîtan û Delalan ve hatiye avakirin didome. Ji ber ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî faşîzmê têkoşîna jinan bi pêşengiya berxwedana gerîlayên jin tê meşandin. Çanda berxwedanê ya gerîlayên jin bûye xeta têkoşînê ya jinên li dijî zilmê serî hildane.”

Herî dawî yek ji fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar li ser berxwedana şehîd Evîndar axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke fermandarê ciwan ê Tendurekê heval Evîndar jî diyar kiribû em ê kêliyekê jî ji bîr nekin ku li ser axa me dagirkerî heye. Em hêzên YJA Starê, em ê îşkenceya tecrîda li ser Rêber Apo ji bîr nekin, em ê di her kêliya jiyana xwe de bi vê hişmendî û berpirsyariyê tevbigerin û bi vî rengî tevlê bibin.

Tolhildana me ya li dijî dagirkeriya xakên me yên pîroz wê mezin be. Ji ber ku axa me nasnameya me ye. Em ê ax, nirx û rûmeta xwe bi hemû hebûna xwe biparêzin û serkeftinê misoger bikin. Erka me ye ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji ber ku Rêbertî bi salan ji bo azadiya jinê ked daye. Ji ber vê yekê em jin ji her kesî zêdetir deyndarê Rêbertiya xwe ne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Faşîzma Tirk bi pişgiriya Sovyetê pêşket

Nivîsa Pêş

Tirsa dewleta Tirk a ji rastiyan – 9 rojnamevan hatin girtin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tirsa dewleta Tirk a ji rastiyan – 9 rojnamevan hatin girtin

Tirsa dewleta Tirk a ji rastiyan - 9 rojnamevan hatin girtin

Li dijî gelê Kurd çekên qedexe yên termobarîk tên bikaranîn

Li dijî gelê Kurd çekên qedexe yên termobarîk tên bikaranîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Êrîşên Li Ser Helebê Berdewam Dike
  • Rêxistinên Ciwanan MESEM’ê Protesto Kir
  • Bi pêşengtiya ciwanan li Kobanê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

Herî zêde hatine xwendin

  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.