Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hevdîtinên bi Rêber Apo re – Ehmed Xalid: Bi dîtina serokatiyê re eşqa xwedê li me bihurî

"Me çawa navê serokatiyê bihîst me heyecan girt. Em dema li derve bûn, serokatî ji hevalan re digot ka bila ew biçin odê de birûnin, ezê niha werim. Em çûn ketin odê de bi sirê rûniştin benda serokatiyê man. Serokatî hate odê silav li me hemûyan da, em jî hemû pir heyecanlî ne, me çawa serok dît eşqa xwedê li me bihurî."

Edîtor: Nucan Serdoz
09/10/2022 - 0:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

MEXMÛR – Ji kesên ku Rêber Apo dîtine Ehmed Xalid got; “Serokatî bi çûyîna me gelekî kêfxwaş bû, ji ber vê jî me qederekê sihbet kir. Em nêzî 45 rojan li sahaya serokatiyê man û perwerde me dît. Roja seatekê serokatî spor dikir, piştî saetên nîvro jî dihat kampa Tirkî, piştî wê jî dihat gel me. Ji ber ku beriya wê jî perwerdeyên Kurdî li cihên din dida. Yanê hem bi kurdî û hem jî bi Tirkî hevdu re perwerde dida. Piştî wê jî dihat em perwerde dikirin.”

Di beşa 7’emîn dosyaya me de Ehmed Xalid ya ku di sala 1995’an de çûye gel Rêber Apo ji me re axivî û behsa heyecana xwe ya dîtina Rêber Apo dike.

Sal 1995 bû dema em çûn gel serokatiyê

Navê min Ehmed Xalid e. Sala 1995’an em ji Etrûş çûn ger serokatiyê. Ji ber zilmê Tirkan em hatibûn Etrûşê. Li Etrûşê hevalan ji me re gotin serokatî heyatek xwastiye ku ji Etûrşê biçin gel serokatî, wê demê em çend kes çûn. Dema em diçûn gel serokatiyê em di ber riya çema dicleyê re derbas bûn, baran barî ser me de û eskerên Sûriyê hatin pêşiya me, û du hevalên me li wê derê ketin xwarê. Piştre em çûn gundekê em li wê derê bi derektorekê siwar bûn û çûn heya Dêrîkê, ji Dêrîkê jî em çûn Qamişlo, li Qamişlo em du-sê rojan man, piştre em her du-sê kes bi hevre birin Şamê. Li Şamê em çûn kampa Tirkî, li wê derê du kamp hebûn, ew herdu cihê perwerdeyê bûn. Ji me re gotin sibehê wê serokatî were, me çawa navê serokatiyê bihîst me heyecan girt. Em dema li derve bûn, serokatî ji hevalan re digot ka bila ew biçin odê de birûnin, ezê niha werim. Em çûn ketin odê de bi sirê rûniştin benda serokatiyê man. Serokatî hate odê silav li me hemûyan da, em jî hemû pir heyecanlî ne, me çawa serok dît eşqa xwedê li me bihurî.

Ji hestên serokatiyê şoq de mam

Piştre serokatî ji me re got xwe bidin nas kirin, hûn kîne, ji kuderê ne, hûn çidikin, zarokên weke nava gerîla de hene an nîne, û pirsên cuda cuda. Me hemiyan jî yek bi yek xwe da nas kirin. Serokatî ji min re pirsî ew komîteya Şehîd Erdal te çêkiriye ?. Min jî got erê serokê min. Ema ew komîteya ku me ava kirî, ji bilî me kesekî din nizanîbû, serokatî çawa zanî ev komîte heye, ez şoq de mabûm. Min ji xwe pirsî ew çawa zane komîteya me ya wisa heye. Serokatî piştre got neyse û ez derbas kirim. Çû gel ya kêleka min û jê pirsî kesekî te di nava partiyê de heye, mele Elî got na serokê min kesekî min di nava partiyê de nîne. Piştre dema em zivirîn mele Elî keçeke xwe tevlî nava gerîla kir. 

Serokatî em perwerde dikirin 

Serokatî bi çûyîna me gelekî kêfxwaş bû, ji ber vê jî me qederekê sihbet kir. Em nêzî 45 rojan li sahaya serokatiyê man û perwerde me dît. Roja seatekê serokatî spor dikir, piştî saetên nîvro jî dihat kampa Tirkî, piştî wê jî dihat gel me. Ji ber ku beriya wê jî perwerdeyên Kurdî li cihên din dida. Yanê hem bi kurdî û hem jî bi Tirkî hevdu re perwerde dida. Piştî wê jî dihat em perwerde dikirin. 

Kes bi qasî serokatî nikare nirx bide me

Perwerdeya ku dida me li ser însaniyetê bû, bi taybet jî derbarê kampa Etrûşê de ji me re diaxivî. Digot gelê kampa Etrûşê gelê min e, bi qasî ku serokatî nirx daye gelê kampa Etrûşê kesî nedaye û nade jî. Wê demê dema emê zivirîbana kampê serokatî 20 hezarê wê demê da me, got hûnê van peran bidin rêveberiya kampa Etrûşê, hemû pêwîstiyên ku ji kampê re pêwîstin bila bîne cî. Me jî em çawa gihîştin cihê xwe, me ew pere dan rêveberiya kampê wan jî ev dan hinek însanên kampê. Ji bo vê jî em her dibêjin nirxê ku serokatiyê da gelê kampa Etrûş, gelê Botanê ne mumkîne kesekî din vê nirxê bide me. Ji ber ku serokatî derdê gel çiya dizanîbû. Em vê rastiyê jî bêjin ger ku îro ev gel 27 salin li ser lingane, bi îrade xwe jiyan dike, ew ji ber girêdana xwe ya bi serokatiyê, şehîd û partiyê re ye. Ger ne ji van ba, kesî nedikarî bû ewqas sal li berxwe bide, ne mumkîne jî ku gelek 27 salan bi vê îradeyeke wisa jiyan bike.

Azadiya serokatiyê erka her kesî ye

Ji ber vê jî ez ji bo hem gelê kampê û hem jî hemû mirovên ku dibêjin ez însan im, dibêjim, pêwîste hûn xwe ji bo azadiya serok Abdullah Ocalan feda bikin. Pêwîste herkes kar û xebat bike, ger canê xwe jî bide ne xisar e. 

 

 

NC// Dîren Bagok

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komplo taybetmendiya hêzên hegomonîk, desthildar û statukoparêz e

Nivîsa Pêş

Dûran Kalkan: 24 salin pergala îşkence ya Îmraliyê li ser xeta qirkirinê tê meşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kalkan: “Mutabaqata Edeneyê Sûriye Xist Vî Halî”

Dûran Kalkan: 24 salin pergala îşkence ya Îmraliyê li ser xeta qirkirinê tê meşandin

Ciwanên Welatparêz li Stenbolê komploya navdewletî şermezar kirin

Ciwanên Welatparêz li Stenbolê komploya navdewletî şermezar kirin

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn hat vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5’Ê ADARÊ 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Fermandar Alkan: her mirovek dikare bibe şoreşgerek

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.