Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di çalakiya gerîlayan de Skorskyek hate xistin, derb li 2 Skorskyan hate xistin

Di 20 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke Skorsky û 2 mobese hatin îmhakirin. Derb li 2 helîkopterên Skorsky û kepçeyekê jî hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/09/2022 - 19:07
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Di çalakiya gerîlayan de Skorskyek hate xistin, derb li 2 Skorskyan hate xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin;

“Hêzên me berxwedana herî bi heybet a dîrokê, di bin şertên zehmet de bi performanseke bilind û bi ruhekî fedaî yê Apoyî didomîne. Hêzên me gerîlatiya modernîteya demokratîk bi awayekî xurt dixe pratîkê û taktîkên xurt ên gerîla di nav hev de bi kar tîne û derbên giran li dagirkeran dixe. Gerîlayên azadiya Kurdistanê xwe bi îradeya Apoyî xurt kiriye û bi berxwedana xwe diyar kiriye ew li hemberî dagirkeriyê astengiya herî mezin e. Ji ber vê artêşa Tirk a dagirker êrîşên hovane yên ku di dîrokê de tu mînaka wê tune dike. Artêşa Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî berxwedana bi heybet a hêzên me xitimiye û ji bo ku xwe ji vê rewşê rizgar bike, êrîşên xwe yên li Çemço û Sîdaya Zapê berfirehtir kiriye. Di 2’ê Îlonê de êrîşî Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço û Şehîd Fedakar kiriye.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi pêşengiya tîmên bi tevger 20 çalakî kirine. Di van çalakiyan de herî kêm 4 dagirker hatine cezakirin, helîkoptereke Skorsky û 2 pergalên kameraya mobese hatin îmhakirin. Derb li 2 helîkopterên Skorsky û kepçeyekê jî hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên nukleer ên taktîk û çekên kîmyewî, 79 caran bi helîkopterên êrîşê, 32 caran bi balefirên şer û bi sedan caran jî bi obus û hawanan bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 2’ê Îlonê saet di 18.10’an de dema ku kepçeyan xwestine li Qada Berxwedanê ya Werxelê ji bo dagirkeriyê rê çêkin, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li kepçeyan dane. Di vê çalakiyê de derb li kepçeyekê hatiye xistin û dagirker neçar mane çêkirina rê bidin sekinandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Artêşa Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî berxwedana bi heybet a hêzên me xitimiye û ji bo ku xwe ji vê rewşê rizgar bike, êrîşên xwe yên li Çemço û Sîdaya Zapê berfirehtir kiriye. Di 2’ê Îlonê de êrîşî Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço û Şehîd Fedakar kiriye.  Di 2’ê Îlonê de bi şev ev qad 28 caran bi balefirên şer, 65 caran bi helîkopterên êrîşê û bi sedan caran jî bi obusan hatine bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran 32 caran leşker daniye Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar. Hêzên me bi xurtî li vê êrîşa berfireh a dijmin dane. Hêzên me 9 caran li helîkopterên êrîşê û li helîkopterên Skorsky dane. Dema ku helîkoptereke Skorsky xwest leşkeran deyne hêzên me lê da, ev helîkopter hê sed metreyan ji qadê dûr neket, teqiya û tevî dagirkerên tê de îmha bû. Tîmên me yên bi tevger di heman demê derbên giran li 2 helîkopterên Skorsky dane. Dema ku dagirker li qadê belav bûne, hêzên me bi çekên giran li wan dane. Di 3’ê Îlonê de saet di 06.00’an de dagirker dema ku xwestine ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar werin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dane.

Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Werxelê, Sîda, Çemço û Şehîd Fedakar; bi awayekî fedayî bersiva vê êrîşa dijmin dan û ji bo bîranîna fermandarên me yên nemir Dogan Jîrkî, Karker Ozgur û Rojda Kotol ên di vê qadê de şehîd bûne, çalakiyên bi bandor lidar xistin.

2’ê Îlonê saet 18:50’î tîmên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karker dane û dagirkerek hat cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Cenga Xabûre ya Mereşê de;

2’ê Îlonê di saet 08:40’an de tîmên bi tevger ên YJA Starê ve bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

2’ê Îlonê di saet 11.20’an de pergalek a kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih kiribûn ji aliyê tîmên me yên tevger ve hate derbkirin.

2’ê Îlonê di saet 13:30’an de pergaleke kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate derbkirin û rûxandin.

2’ê Îlonê di saet 19:00’an de tîmên bi tevger ên YJA Starê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî dan û derbên giran li wan xistin.

2’ê Îlonê di saet 20.00 û 23.00’an de tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîkestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di 2’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Saca û Girê Cûdî 6 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 2’ê Îlonê de li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî  balafirên bê mirov geriyan.

Di 2’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Şehîd Adil û Şehîd Fedakar 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 2’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Girê FM û Girê Cûdî 79 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 2’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM, Çemço, Şehîd Adil û Sîda bi sedan caran bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Xebatên çêkirina rê û çeperên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya hêzên PDK’ê li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Hekkarî dewam dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PJAK: Şehîd Simko destana Qendîlê kir modela xebat û rêbaza tijî rêwî ya gelê me

Nivîsa Pêş

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 544’an de ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 544’an de ye

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 544'an de ye

ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2022’YAN

ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2022’YAN

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.