Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

TKŞ: Emê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin

TKŞ'ê Zîlan Destan di yekemîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Em ê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
13/06/2022 - 16:26
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
TKŞ: Emê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) yek ji damezrînerên tevgerê Zîlan Destan di yekemîn salvegera şehadeta wê de bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye: “Salek di ser şehadeta hevrê Zîlan a yek ji pêşengên tevgera komunîst a li ser vê xakê ye derbas bû.

Hevrê Zîlan yek ji damezrînerên xebatên me yên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê bû. Hevrê Zîlan li vê xakê pêşengiya belavkirina fikrên komunîst kir û îro jî bi şehadeta xwe têkoşîna me ronî dike.

Hevrê Zîlan Destan weke jineke ciwan a Kurd dest bi vê rêwîtiyê kir. Îro di navenda Şoreşa Rojava de cihê xwe di nava karwanê şehîdên Rojava de digire. Hevrê Zîlan a ku di 13’ê Hezîrana 2021’ê de şehîd bû, îro di sala yekemîn a şehadeta xwe de ji bo hemû kedkar, ciwan û jinan bûye mînak.

Hevrê Zîlan ku li Kobanê ji dayik bû û mezin bû, ji zarokatiya xwe de bi hemû sînorên mêtîngeriyê re rû bi rû ma û heta ku gihişt şehadetê li hemberî hemû sînorên ku mêtîngeran xêz kiribû, li ber xwe da. Hevrê Zîlan piştî Destan Temûz ku dema li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir, nemir bû, tevlî têkoşînê bû. Di parastin û berfirehkirina Şoreşa Rojava de weke yek ji pêşengên tevgera komunîst cihê xwe girt. Hevrê Zîlan dizanibû ku azadiya bindestan di pergala kapîtalîst de ne pêkan e û divê fikrên komunîst li her derê belav bibe. Ji bo vê jî gav bi gav li herêma Cizîrê geriya û lêkolîn kir. Derî bi derî, mal bi mal, gund bi gund diçû, fikrên komunîst dide nasîn.

Hevrê Zîlan zanîbû ku têkoşîna azadiya çîn, netewe û zayendê ji bo bindestan tê çi wateyê. Ji ber vê yekê wê tercîh kir ku di bin ala dasê de şer bike. Hevrê Zîlan piştî gava yekem a ber bi azadiyê avêt, qet li paş xwe nenêrî. Loma jî ji her kesî re mînak e. Hevrê Zîlan ku bi milîtanî, cesaret û coşa xwe karîbû bi her kesî re têkiliyê deyne, hemû hêza xwe ji bo rêxistinkirina gel û parastina şoreşê xerc kir. Li hemberî dijminên şoreşê bi tundî şer kir. Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê de cihê xwe di parastina bajêr de weke mertalê zindî girt. Li herêma ku di berxwedana Serê Kaniyê û Girê Spî de cih girt, bi gelê xwe re berxwedan mezin kir.

Rêxistinbûna hevrê Zîlan weke jineke ciwan gava yekemîn a li dijî pergala baviksalarî bû. Rêheval Zîlan bi Şoreşa Jinê ya Rojava li dijî hemû rolên civakî yên paşverû xwe ji nû ve afirand. Li dijî hemû ferasetên ku jin weke duyemîn didît li ber xwe da. Bi têkoşîna zayendî re ber bi azadiya civakî ve bi pêş ket.

Hevrê Zîlan bi vê fikir û hişmendiyê jinan bi rêxistin kir. Hevrê Zîlan hemû berpirsyariyên ku di temenê xwe yê biçûk de girtibû bi rêk û pêk bi cih anî. Di demeke kin de bû avakar û pêşengê ciwanên komunîst. Hevrê Zîlan bang li hemû karker, kedkar, jin û ciwanan dike ku sînorên xwe derbas bikin. Hevrê Zîlan navê rêxistinbûn û azadiyê ye.

Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) di yekemîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan de careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin rêheval Zîlan ku em ê ala sosyalîzmê bilind bikin. Li ser şopa hevrê Zîlan em ê Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 15 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Nivîsa Pêş

Kurd li Torontoyê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kurd li Torontoyê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Kurd li Torontoyê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ragihand

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.