Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 15 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 15 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke zirxî ya Amarokê jî hate îmhakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/06/2022 - 16:10
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Hevaltî xwe bi rastiya çiyan dipêçîne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî weşand:

“Çalakiyên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser esasê pêngavên şoreşger bi helwesteke fedaî û ruhê êrîşê bênavber didome. Li ser navê hevrêyên me Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn ên ku fermandarên nemir ên qada me ya Botanê ne, vê herêma me pêngaveke duyemîn a Egîdên Botanê dane destpêkirin. Li ser esasê pêngavê tîmên me yên gerok ji Bestayê heta Katoyê çalakiyên bi bandor li dar xistine û gelek operasyonên dagirkeran hatine pûçkirin. Dewleta Tirk derbên ku li Bakurê Kurdistanê xwariye, di raya giştî de belav nake û dixwaze ser wê bigire. Hêzên me yên li qadê em agahdar kirine û derketiye holê ku hemû nûçeyên di medyaya şerê taybet a dewleta Tirk de hatine dayîn, derew in. Di çalakiyên Botanê de 5 operasyon hatine pûçkirin, 4 dagirker hatine cezakirin, wesayîteke zirxî ya Amarok hatiye îmhakirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî tîmên me yên gerok û hêzên me yên li tunelan li ber xwe didin, 11 dagirker ceza kirine, dagirkerek birîndar kirine, pergaleke kamerayê ya mobeseyê û dronek îmha kirin. Qadên Berxwedanê 21 caran bi helîkopteran, 27 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin, tunelên şer jî 27 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bomberdûmankirin.

Agahiyên li ser çalakiyên wisa ne

LI BESTAYÊ 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Egîdên Botanê ya Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn de;

Artêşa Tirk a dagirker li qada Botanê di 14’ê Nîsanê de li herêmên Tehtereş û Masîroyê û di 14’ê Gulanê de jî li Tehtereş û di 28’ê Gulanê de jî li Kato Xelîla operasyon daye destpêkirin. Ev hemû operasyon bêyî ku encamekê werbigirin, hatiye vekişandin. Operasyona ku di 5’ê Hezîranê de li Kato Xelîla hatibû destpêkirin, hê jî didome.

Di meha Nîsanê de hêzên me yên YJA-Starê li hemberî dagirkerên li qada Girê Tenûrê ya Bestayê çalakiyek kirine. Dagirkerên ku bi wesayîta zirxî ya Amarokê dema çûne Girê Tenûrê bi taktîka sabotajê li wan hatiye xistin. Wesayîta zirxî ya Amarokê hate îmhakirin û 2 dagirkerên di wesayîtê de jî hatine cezakirin.

Di 4’ê Hezîranê de saet di 20.30’an de bi sûîkastê li dagirkerên nîzamiyeya qereqola Tingê ya Şaxa Wanê hatine xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên gerok ên YJA Starê hatiye kirin û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 4’ê Hezîranê de saet di 00.00’an de tîmeke me ye gerok dema li Bestayê li ser peywira xwe bû, artêşa Tirk a dagirker li qadên Serê Orman û Besta Biyê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk qad bomberdûman kiriye û piştre leşker daniye qadê. Artêşa Tirk di 7’ê Hezîranê de bêyî ku encamekê werbigire, ji qadê vekişiyaye. Çapemeniya şerê taybet a Tirk nûçe çêkiriye ku di vê operasyonê de du hevalên me şehîd bûne. Lê ev nûçe derew in û di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

LI HERÊMA METÎNA;

Di 12’ê Hezîranê saet 11.00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê FM a dagirker bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin.

13’ê Hezîranê saet 08.00’an hêzên YJA Starê bi taktîkeke sûîqestê pergala kameraya mobeseyê ya ji aliyê dagirkeran ve li qada Berxwedanê ya Girê FM hatibû bicihkirin kirin hedef û rûxandin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Di rojên 5, 6, 8 û 9’ê Hezîranê de, dagirkerên ku xwestine xwe li qada Berxwedanê ya Karker bi cih bikin, bûne hedefa çekên giran û bênavber li wan hatine xistin. Bicihbûna dagirkeran a li Herêma Berxwedanê hate astengkirin.

Di 10’ê Hezîranê saet 17:00’an de hêzên me yên YJA Starê, dagirkerên ku xwestin tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Karker bi teqemeniyan bombebaran bikin, bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Dagirkerên ku darbeyên giran li wan hat xistin, gavekê paşde vekişiyan.

Di 12’ê Hezîranê saet 06:11’an de li dijî dagirkerên ku xwestine xwe li qada Berxwedanê ya Karker bi cih bikin, çalakiya gerîlayan a bi koordîne hatiye lidarxistin. Baskê çalakiya yekem; dagirker kirin hedef û gulebaran kirin û dagirkerek ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê; Bi taktîka sûîqsetê li dagirkeran hatî xistin û dagirkerek ceza kir.

Di 12’ê Hezîranê saet 18:20’an hêzên me li herêma Berxwedanê ya Karker bi çekên giran li dagirkeran xistine û di encamê wê de darbeyên giran xwarine.

Di 12’ê Hezîranê de dagirkerên ku xwestin xwe li derdora tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi cih bikin, bi çekên giran 2 caran hedef hatin girtin. Dagirkerên ku derbên giran li wan hat xistin û lêdan, li bejahiyê belav bûn.

Di daxuyaniya xwe ya 12’ê Hezîranê de me diyar kiribû ku li herêma Dola Şîvê di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên dijwar rû dane û agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin. Di 9’ê Hezîranê de dagirkeran xwestin li Girê Şoreş û Girê Şehîd Umît ên li herêma Berxwedanê ya Çiyareşê bi cih bibin. Şeva 10’ê Hezîranê herêma Dola Şivê 6 caran ji aliyê balafirên şer û 11 caran jî ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombekirin. 11’ê Hezîranê saet 14:00’an de di navbera hêzên me û dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin de pevçûn derket û heta danê êvarê berdewam kir. Di van pevçûnan de 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di dema pevçûnan de herêma pevçûnê 2 caran ji aliyê balafiran ve hat bombekirin. Di heman demê de balafirên bê mirov ku li herêmê geriyabû ji aliyê hêzên me ve hate xistin û balafireke bê mirov hate rûxandin. Cenazeyên dagirkeran saetekê di bin kontrola hêzên me de man. Dagirkerên ku xwestin cenazeyên xwe bigirin dîsa ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û gulebaran kirin û li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin. Piştre jî qada pevçûnê 8 caran bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin. Piştî çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me, dagirker gavekê paşde vekişiyan. Qada Berxwedanê di bin pêşengî û kontrola tîmên me yên gerok de ye.”

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan pêk anî;

11’ê Hezîranê saet 16.00’an tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker 2 caran bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

Di 12’ê Hezîranê de tunelên şer ên Şehîd Zemanî, Şehîd Hêjar û Şehîd Akîf ên Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 11 caran bi teqemeniyan hatine bombekirin.

12’ê Hezîranê ji saet 07:00 heta saet 19:00’an tunelên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 9 caran bi çekên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kiriye;

Di 12’ê Hezîranê de ji qereqolên li ser xeta sînor Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Hakkarî, Werxelê, Şehîd Şahîn û Çemço bi obusan hatin bombekirin.

Di 12’ê Hezîranê dron li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Kurojahro geriyane.

12 û 13’ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Werxelê, Kunîşka, Şehîd Şahîn, Şikefta Birîndara û Çiyareş 21 caran bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

12 û 13’ Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê FM, Girê Cûdî, Werxelê, Saca û Çiyareş 27 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PKK: Berxwedana me ya gel a bi pêşengiya gerîla wê tecrîda li Îmraliyê bişikîne, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne

Nivîsa Pêş

TKŞ: Emê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TKŞ: Emê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin

TKŞ: Emê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin

Kurd li Torontoyê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Kurd li Torontoyê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.