Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – HPG: Li herêma Zapê 26 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

HPG-BÎM'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku 26 dagirker jî di nav de du paye hatine cezakirin û lîsteya çekên hatine desteserkirin aşkera kir Li gorî daxuyaniyê, gerîlayê bi navê Mahîr Mezlûm ê ku du çek ji destê dagirkeran rakir, di pevçûnên dema vekişînê de gihîştiye şehadetê.

Edîtor: Nucan Serdoz
25/05/2022 - 14:44
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: Li herêma Zapê 26 leşkerên dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir 2 jê fermandarên rutbeya wan bilind 26 dagirker hatine cezakirin û lîsteya çekên hatine desteserkirin eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin gerîlayê bi navê Mahîr Mazlûm ê ku ji ser dagirkeran du çek rakiriye, di dema vekişandinê de di şer de şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Artêşa Tirk ji ber berxwedana Zapê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekariye encamekê bistîne û li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar aniye. Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnan sûc e û li gorî normên şer jî tirs û nemerdî ye. Hêzên me yên li qada Zapê ji bo cezayê vî sûcê dermirovahiyê bide, di 24’ê Gulanê de Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger ên berfireh dane destpêkirin. Gelek tîmên nîvgerok û gerok bi awayekî koordîne bi taktîkên dewlemend li Zapê gelek dagirkerên sûcên şer kirine, ceza kirine. Ev Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger ji bo tolhildana 8 rêhevalên me yên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş di bin fermandariya heval Rohat û Şevîn de di dema şer de şehîd bûne, hatiye lidarxistin.

Artêşa Tirk û medyaya şerê taybet a dewleta Tirk rastiya şerê li Zapê û destana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hemû kesan vedişêre û ji bo vê her dem derewan dike. Di encama vê operasyona hêzên me de, neçar dimînin ku beşeke mirî û birîndarên xwe eşkere bikin û bi tenê 5 miriyên xwe eşkere kirine. Hêzên me bi vê sixtekariya artêşa Tirk a ku rûmeta xwe ya leşkerî winda kiriye û ya medyaya şerê taybet a Tirk dizanin, çûne ser cenazeyê 18 dagirkerên hatine cezakirin, wekî delîl gelek çek û alavên leşkerî jî desteser kirine. Li Kurojahro û Qadên Berxwedanê yên Çiyareş di encama Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de, 2 jê fermandarên rayedar 26 dagirker ceza kirin.

Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa Tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlegekî êrîşê, êlegekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin.

Kitekitên Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger wisa ne;

1.Dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Çiyareş a Zapê bomberdûman kirine. Hêzên me ev dagirker xistine bin kontrola xwe. Ev dagirkerên ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin, di 24’ê Gulanê de bi Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger a hêzên me hatine cezakirin. Tîmên me yên nîvgerok bi ruhê êrîşa Apoyî û serfiraziyê vê çalakiya bi koordîne kirine.

Tîmên me yên nîvgerok ev dagirker xistine bin kontrola xwe û saet di 05.00’an de bi taktîkên xweberdana nav dagirkeran û serdegirtinê de bi çalakiyên koordîne yên gerîlatan li dijmin dane. Milê yekemîn ê operasyonê 3 konên leşkerî û 2 çeper kirine hedef, bombeyên destan avêtine nav van deran û bi çekên ferdî li van deran dane. Hêzên me girtine ser dagirkerên ku 2 fermanên rayedar ên dagirker jî di nav de hebûne û zûzûka çeper û kon îmha kirine. Li vê derê 2 jê fermandarên rayedar bi giştî 7 dagirker hatine cezakirin. Hêzên me kontrola qadê xistine destê xwe û çûne ser dagirkeran. Hêzên me çekeke M-16 a portatîf a fermandarê rayedar ê dagirker, demançeyek, telefoneke destan, gustîlkeke dibistana leşkerî û êlegekî êrişê desteser kirine. Hêzên me di heman demê de çûne ser cenazeyên dagirkeran, çekeke M-16, çekeke bombeavêj û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine.

Şaxê duyemîn ê operasyonê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li 2 çeper û konekî leşkerî dane. Tîmên me yên nîvgerok xwe bera nav çeperan dane, ji 10 metreyan li dagirkeran dane. Hêzên me di nava demeke kurt de ev der jî xistine bin kontrola xwe û çûne ser cenazeyê 5 dagirkeran, çekeke MPT, çekeke bombeavêj û êlegekî pola desteser kirine.

Dagirkerên ku li herêmê ne û xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûne hedefa hêzên me. Li vê derê hatiye tespîtkirin ku herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin.

Vê Operasyona Tolhildanê a Şoreşger bi giştî 12 deqîqeyan domiyaye û wekî birûskê hatiye kirin. Di vê operasyona şoreşger de 2 jê fermandarên rayedar herî kêm 18 dagirker hatine cezakirin. Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa Tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me çûne ser cenazeyê 12 dagirkeran, gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlegekî êrîşê, êlegekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin.

Di dema Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de hevalê me Mahîr Mazlûm bi fedaî çûye ser dagirkeran, fîşeka pêşîn bera dagirkeran daye, ji ser dagirkeran 2 çek rakiriye û di dema vekişandinê de hevalê me Mahîr Mazlûm di şer de şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me Mahîr wisa ye

Nasnav: Mahîr Mazlûm

Nav û paşnav: Mehmet Aslan

Cihê jidayikbûnê:

Navê dê û bav: Rahîme – Mehmet Alî

Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Gulana 2022’an / Zap

Hevreyê me Mahîr dema ku Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya ku di 24’ê Gulanê de li dijî dagirkeran hate lidarxistin, bi ruhê fêdayî yê Apoyî bi vedizî kete nav çeperên dijmin û têkneçûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê carek din nîşan da. Hevreyê me Mahîr weke yek ji nûnerên kevneşopiya Îbrahîmî ya li dijî Nemrûdên zalim, lehengê destana ku ji bo gelê Kurd ji bajarê pîroz Rihayê heta çiyayên serhildêr ên Kurdistanê dirêj dibe ye. Hevreyê me Mahîr ku li dijî qirkirina gelê me, bi ruhê azad ku dilê xwe de hildigirt têkoşîn hilbijart, di sala 2015’an de ji Ewropayê tevlî nava refên gerîla bû. Hevreyê me Mahîr ku rûyê xwe ji jiyana sexte ya Ewropayê zivirand ber bi çiyayên Kurdistanê, qibleya heqîqetê. Di demek kin de fêrî jiyana gerîla û çiyayî ya ku xeyala wî ya zarokatiyê bû û bû gerîlayek jêhatî.

Di demên herî dijwar ên şer de li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dewleta Tirk şer kiriye û her carê nîşan da ku hewldan dagirkirina Kurdistanê bê berdêl nabe. Bi lêhûrbûna xwe ya li ser Gerîlaya Modernîteya Demokratîk, her tim xwest biçe qadên herî dijwar ên şer û bi tecrûbeya xwe ya leşkerî xwestiye tola xwe ji dijmin hilîne.  Hevreyê me Mahîr ku di heman demê de fermandariya timê girt ser xwe hem gelek hevalan perwerde kiriye hem jî di her wateyê de ji wan re pêşengtî kiriye. Di êrişên dagirkeriyê li dijî Zapê ya dijmin de di nava tîma gerok de cihê xwe girtiye û tevlî gelek çalakiyên ku li dijî dijmin lidarxistine, bûye. Di çalakiya ku 24’ê Gulanê danê sibehê pêk hat de hevreyê me Mahîr ku yek jî pêşengên ruhê Apoyî ye, çû ser cenazayê dijmin dest danîn ser çek û alavên leşkerî. Hevreyê me Mahîr ku piştî çalakiyê di dema vekişînê de şehîd bû, bû yek jî fermandarên sembol ên berxwedana Zapê ya dîrokî. Hevrêyê me Mahîr bi ruhê bilind a fethê, werekî, biryardariya xwe  ji hevalên me re bibe mînak.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata welatparêz ya hevreyê me Mahîr, ji gelê Rihayê û ji hemû gelên Kurdistanê ên welatparêz re dixwazin.

2. Di 24’ê Gulanê saet di 09.30’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Şemdîn a Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê bûn, tîmên me yên nîvgerok ji du milan ve xwe bera nav dagirkeran dane û li dagirkeran dane. Hêzên me taktîkên serdema nû di nav hev de bi xurtî bi kar anîne. Kitekitên li ser van çalakiyan jî wisa ye

Şaxa yekemîn a operasyonê ji nêz ve li çepereke dagirkeran daye. Di vê çeperê de 2 dagirker hebûn û her 2 dagirker hatine cezakirin, çeper jî hatiye îmhakirin. Şaxa duyemîn a operasyonê jî çepereke din kirine hedef û bi bombeyên destan û çekên ferdî li vê çeperê dane. Bi lêdana pêşîn re dagirkeran dev ji çeperên xwe berdane û reviyane. Hêzên me çepera li vir îmha kirine. Dagirkeran dema ku xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûne hedefa hêzên me,li vir jî 4 dagirker hatine cezakirin. Tîmên me yên nîvgerok çûne ser çepera dagirkeran, 2 dagirkerên din jî ceza kirine. Hêzên me li vir çekeke BKC, 150 fîşekên BKC û dûrbîneke termal desteser kirine. Hêzên me li çepereke din jî dane û ew çeper jî hatiye îmhakirin.

Di vê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de ya ku tîmên me yên nîvgerok wekî birûskê kirine, 8 dagirker hatine cezakirin, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC, dûrbîneke termal hatiye desteserkirin û 3 çeper hatine îmhakirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Qamişlo jinan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kirin

Nivîsa Pêş

Yekîneya Şehîd Agît Îpek a DGH’ê agir berda wesayiteke faşîstan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîneya Şehîd Agît Îpek a DGH’ê agir berda wesayiteke faşîstan

Yekîneya Şehîd Agît Îpek a DGH'ê agir berda wesayiteke faşîstan

Ciwan û jinên ciwan ên Rojava li dijî dagirkeriyê bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kirin

Ciwan û jinên ciwan ên Rojava li dijî dagirkeriyê bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kirin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.