Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mûrat Karayilan: Bi sebr, bi aqil, bi wêrekî û bi îrade emê dijmin têk bibin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel: Dilê welatparêzên Kurdistanê îro li Zapê lê dide. Lewma gelê me li her derê çalakiyan dike. Ji ber ku berxwedana Zapê berxwedana gelê Kurdistanê ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/05/2022 - 16:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Mûrat Karayilan: Bi sebr, bi aqil, bi wêrekî  û bi îrade emê dijmin têk bibin
ParvekeTweet

 BEHDÎNAN – Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji gerîlayên li Zap û Avaşînê şer dikin re axivî.

Axaftina Mûrat Karayilan li ser Gerîlla TV hate weşandin. Mûrat Karayilan wiha axivî:

“Ez destpêkê bi hezkirin û bi hurmet we hemûyan silav dikim. Di berxwedana dîrokî ya pîroz de ji bo we hemû hevalan, bi dil û can serketinê dixwazim. Serketina we serketina me hemûyan e, serketina tevahî tevgera me ye, serketina gelê me û gelê herêmê ye.

BERXWEDANA ZAPÊ BERXWEDANA TEVAHIYA KURDISTANÊ YE

Di têkoşîna me de serdema herî girîng; ev serdema em tê de ne. Cardin di dîroka têkoşîna me de berxwedana herî pîroz û girîng; ev berxwedana hûn îro li Zap û Avaşînê dimeşînine. Îro tevahî welatparêzên Kurdistan dilê xwe li Zapê lê dixîne. Ji bo vê gelê me li her derê di çalakiyan de ye. Ji ber ku berxwedana Zapê, berxwedana tevahî gelê Kurdistanê ye. Tê zanebûn, Zap û Avaşîn di erdnîgariya Kurdistanê de, di dîroka têkoşîna me de ne cihekî ji rêzê ye. Cihekî dîrokî ye. Hem di dîroka gelê me de roleke xwe ya wisa heye, hem jî di dîroka têkoşîna me de roleke xwe ya wisa heye. Her tim Zap di dilê dijmin de bûye kulek. Her tim Zap ji bo dijmin bûye cihê tirs û xofê ye. Bi esasî dijmin jî vê heqîqetê dizane. Ev 5-6 sal in dijmin li ser herêma Medya dixwaze êriş û tevger pêş bixîne. Lê Zap li pêşiya wan asteng û kelem bû. Ji bo wê xwest lê bifertile. Biçe hinek deverên din û êriş bike. Lê piştre dît ku; Zap her asteng e. Herhalde ew gihiştin qenaetekê, heya ku Zapê nexînin nikarin li tu deran encam bigrin.

Ji bo vê wana nav lê kiriye; pençe-kîlît. Ango difikirin ger ku ew Zap û Avaşîn bixînin, wê bikaribin her derê Kurdistanê jî bixînin. Ango eyaletên din jî bixînin. Li ser vî hesabî wana ev nava lê kiriye. Ango weke kîlîta Kurdistan, wek di wir de kîlîtê vekin û êdî wê bikaribin encam bigrin, hemû destketiyên gelê Kurd ji holê rakin. Hesabê wan wisa ye. Lê em bawer dikin; hûn hevalên hêja, qehremanên Zagrosê, egîdên Zagrosê, wê ev daxwaza dijmin di zikê dijmin de bihêlin. Bersivên dîrokî yên pêwîst wê bi ruhekî Apoyî û fedayî bê dayîne. Bîr û baweriya me va ye.

Em dizanin ku heya astekê amadekariyên we hene, yê qadê heye. Tecrûbeya par a 2021’an, tecrûbeyeke pir girîng bû. Ger ku hûn weke heval, weke fedaiyên Apoyî ji tecrûbeya par ders derxînin, ti hêz û ti quwet nikanin li hember îradeya we hebûna xwe raber bikin. Li hember îradeya hevalan, fedaiyên Rêber Apo wê ew bişkin. Lê tenê divê ji tecrûbeya par dersên pêwîst mirov derxîne. Bi taybetî di şerê tîm de, pêşxistina taktîk û rêbazên şerê tîmê di eraziyê de, cardin di şerê tunel de. Par em di şerê tunel de weke zarokekî ku nû dimeşiya bûn. Em wisa bûn. Feqet a niha tecrûbe heye, zanebûn heye, kûraniyek çêbû. Vaye ev ji tecrûbeya par derket holê. Niha divê ku, ji van tecrûbeyan heya ku heye hûn sûd wergirin, ders derxînin. Em bi vê bawer dikin; ger ku hûn ders jê derxînin, jê sûd wergirin û taktîk rêbazê xwe yê şerê tunel û şerê tîm kûr bikin, rastî jî dijmin bi çi awayî êriş jî bike wê têk biçe.

BI SEBIR, BI AQIL, BI WÊREKÎ Û BI ÎRADE EM Ê DIJMIN TÊK BIBIN

Em li hemberî dijminekî bav û kalan, dijminekî hov dixwazin bi ser bikevin. Em dijmin ne çûk ne jî mezin dibînin. Lê bes; em dizanin ku em bi rê û rêbazên xwe, bi taktîk kûranî, bi ruhê Apogerî, bi wêrekî û fedaîtiya hevalan em dikarin bi serkevin. Lê ev ne hêsanî ye. Zehmetiyên xwe hene, zoriyên xwe hene. Ên di erkê de, divê bi tedbîr bin. Ango wisa pêwîst e em ji tedbîrên par, ji tecrûbeyên par ders derxînin. Îsal hîn bi kûranî, bi aqil, bi plan em şerekî têkbirina dijmin bimeşînin. Stratejiya me têkbirina dijmin be. Divê em wisa bimeşînin. Qet tê de ecelebûn nebe. Bi sebir, bi aqil, bi cesaret, bi îrade em ê bikaribin dijmin têk bibin.

Em bawer dikin ku ev hêza di we hevalan de heye. Kêm zêde em hevalan baş nas dikin, fermandariyê baş nas dikin. Em tevahî hevalan dizanin. Îro hûn dikin li wir dîrokekê ava bikin. Hûn tenê ne li wir in, li gel we gelê me hemû heye. Dilê gelê me li wir davêje. Her bi we re ne. Hûn pêşengê civakê, egîdê demê, li wir cengekê dimeşînin, her kes bi vê cengê re ye. Lê, ev cenga ne hêsanî ye. Kûranî dixwaze, aqilmendî dixwaze, fedekarî dixwaze, cesaretê dixwaze. Evana nebin, jixwe yek nikare li wir şer bike. Ev bi we re heye. Divê hûn jî bi xwe bawer bikin.

A din jî; tecrûbeyên par ên di warê rêxistinî û partîbûnê de jî pir girîng in. Ango di nav hevalan de kûrkirina ruhê hevrêtiyê, ji tecrûbeya Girê Sor me fêm kir ku çiqasî hêz dide mirov. Kaniya hêzê; kûrkirina ruhê hevaltiyê û hevkariyê ye. Di nav hevalan de hezkirin û hurmet pêşxistin e. Bi rihekî kolektîf, bi terzekî tîm ger ku mirov jiyanê pêş bixîne, li ser hîmê xeta jina azad, mirov wekhev û azad tevbigere, wisa jiyaneke hevrêtiyê ava bike, hejmara mirov çi dibe bila bibe, wê mirov bikaribe hêzeke mezin, potansiyeleke pir girîng derxîne holê. Eva me di berxwedana par de cardin dît. Ku çawa ji hevalan hêz û enerjî peyda dibe. Niha divê heval di vê dema nû de hîn zêde vê bi kar bînin, hîn zêde kûranî çêkin, wisa her kes wekî berpirsiyar be, her kes wekî generalek be. Hat xwestin neferek e, hat xwestin generalek e. Ango wisa bi înîsiyatîf be, wisa bi xwe li kaîde û quralan xwedî derkeve. Û di vê xisûsê de; bêguman fermandarî bi ruhekî hevrêtî, bi biryar pêşengtiyeke rasteqîn bimeşîne. Em bawer in ku heval wisa nêz bibin, hem fermandarî hem jî tevahî heval bikaribin teqez serbikevin.

LI GELIYÊ ZAPÊ WÊ DÎROKEKE NÛ BÊ NIVÎSANDIN

Weke me go; hûn li Zapê, li Avaşînê ne bi tenê ne. Tevahî gelê me, dostên gelê me, tevahî hevalên me û tevahî rêveberiya tevgera me li gel we ne. Bi heyecaneke mezin berxwedana we her kes dişopîne. Û hevalên me yên rêveberiya KCK’ê, yê partiya me PKK’ê silavên xwe hene û pîrozbahiyên xwe ji bo we hene. Ji ber vê yekê; ez bi navê tevahî rêveberiya tevgera me we hemûyan silav dikim û pîroz dikim. Bi taybet weke çalakiya Girê Rûbar, ku çalakiyeke serketî bû, wan hevalan û tevahî hevalên çalakiyên serketî pêş xistine, ne hewce ye em li vir nav bibêjin, em hemûyan pîroz dikin û dewamiya serketina wan dixwazin. Em hêvî dikin wê heval bi ruhê Apogerî serketinên hîna mezin pêş bixînin û di Geliyê Zapê de dîrokeke nû binivîsinin.

Bi hêvî û bi vê baweriyê, ez ji bo we hemûyan bi dil û can serketinê dixwazim. Wekî ku gelê me îro, jinên Kurdistanê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî Cenewrê bang dikirin û digotin; BIJÎ, BIJÎ BERXWEDAN GERÎLA.
Ez jî domahîkê dibêjim;
BIJÎ, BIJÎ BERXWEDANA GERÎLA
BIJÎ, BIJÎ SEROK APO.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîla lêda dîsa 13’ê dagirker hatin ceza kirin

Nivîsa Pêş

Jinên Tîrêjên Rojê: Nefesa ciwanan wê tim li ber guhê we be!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Tîrêjên Rojê: Nefesa ciwanan wê tim li ber guhê we be!

Jinên Tîrêjên Rojê: Nefesa ciwanan wê tim li ber guhê we be!

Silêman Soylu li çiyayên Kurdistanê têk çûye, niha berê xwe daye bajaran – Silêman Soylu bi xwe çûye Efrînê

Silêman Soylu li çiyayên Kurdistanê têk çûye, niha berê xwe daye bajaran - Silêman Soylu bi xwe çûye Efrînê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.