Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Barzanî neyartiya gelê xwe dike

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/02/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Barzanî neyartiya gelê xwe dike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Mehmet Alî Ertaş Nivîsand
Hemû hêzên nijadperest, netewperest, hegemon û xwînmij li ser axa Kurdistanê kom bûne. Ketine nava hewldana ku çawa axa Kurdistanê parî bi parî parve bikin. Ketine hewldana ku çawa axa Rojhilata Navîn di nava xwe de parve bikin. Ji bo pariyan bi hêsanî daqurtînin jî hewl didin ku kurd û kurdistaniyan her tim bînin dijberî hev. Wan bi hev bidin şerkirin. Hewl didin ku her tim gelên li ser axa Rojhilata Navîn dijîn, koçber bikin. Ji bo vê yekê serî li gelek rê û rêbazan didin. Gelek amûrên şer bikar tînin. Serî li gelek fêl û lîstikan didin. Sed sal berê Kurdistan kirin 4 parçe. Lê ruh û neteweya kurd parçe nekirin. Vê carê hewl didin ku kesayetiya kurd, ziman û çanda kurdî û civaka kurd parçe bikin. Kurdên ku li dijî vê yekê xwe diparêzin û li ber xwe didin hewl didin ku bi rê û rêbazên cuda wan ji cih û warên wan qut bike û koçber bike.

Kurdên ku li vîn, nasname, ziman û çanda xwe xwedî derdikevin wan digirin û diavêjin zindanan. Li Rojhilat îro bi hezaran siyasetmedar û rewşenbirên kurd di zindanên rejîma Îranê de ne. Rejîma Îranê her sal siyasetmedar û rewşenbirên kurd bi darve dike.

Li Başûr, ên li axa xwe û nirxên xwe yên neteweyî xwedî derdikevin wan koçber dike û berê wan dide welatên Ewropayê. Li Başûr di salek dawî de zêdeyî 400 gund ji ber zextên PDK’ê koç kirin û berê xwe dan Ewropayê.

Li Mexmûr, Şengal û Rojava jî, gel ji ber ku li pergala Neteweya Demokratîk xwedî derdikevin, rêveberiyên xweser ava dikin, xwe bi rêxistin dikin û diparêzin, vê carê bi êrîşên balafirên Tirkiye, çeteyên DAIŞ, OSO û gelek çeteyên din re rûbirû dimîne. Her mehê gelek welatî di encama êrîşên tang, top, balafirên şer ên Tirkiye û êrîşên DAIŞ, OSO de têne qetilkirin. Hewl didin ku bi êrîşan Mexmûr, Şengalê vala bikin. An jî hewl didin ku dest ji pergala Modernîteya Demokratîk û Neteweya Demokratîk berdin û xwe teslîmî pergala Iraq û Tirkiyeyê bikin. Li Rojava jî hewl didin ku bi êrîşan, gel koçber bikin û axa Rojava radestî DAIŞ û OSO bikin.

Li Tirkiyeyê jî kurdên ku li vîn û nasnameya xwe xwedî derdikevin hewl didin wan biavêjin zindanan. Heta niha Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û gelek siyasetmedarên kurd û hêzên sosyalîst ji ber li vîn û nasnameya xwe xwedî derketin girtî ne. Niha jî diwazin parlamenteriya Semra Guzel bixin. Ev nîşan dide ku feraseta meclisa Tirkiyeyê li dijî hêzên muxalif nehatiye guhertin.

Meclisa Tirkiyeyê û Serokkomarê Tirkiyeyê li şûna siyaseta muxalîf, HDP û DBP’ê muxatab bigire wan ji xwe dûr dixe. Li dijî wan şer dikin.

Lê kesên wekî Neçîrvan Barzanî ku koletiya hêzên hegomon dikin û îxanetê bi gelê xwe re dikin li Qesr û koşkan tên pêşwazîkirin. Lê çawa? Bê al û bê vîn. Bê nasname û ruh. Wêneyê herî dawî ku Neçîrvan Barzanî û Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi hevre kişand, koletiyek xas nîşan dide. Çima?

Bûyerên berî wê û piştî wê vê rastiyê nîşanî me dide. Balafirên şer ên di 1’ê sibatê de ji Amedê rabûn Kampa Mexmûrê, Şengal û bajarên Dêrik û Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kirin. Di êrîşan de 9 welatî hatin qetilkirin. Piştî van êrîşên balafiran, Neçîrvan Barzanî li Qesra Serokkorayiyê ya Enqereyê bi Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan re hevdîtin kir. Erdogan piştî van hevdîtinan têkildarî helwesta Barzanî û HDP’ê ya li dijî operasyonên dersînor gotibû ‘Niha, bi taybetî li Iraqê û bakurê Iraqê helwesta mala Barzaniyan pir cuda ye. Û ev helwest hîn bêtir helwesteke tevkarî û piştevaniya Tirkiyeyê dike. Li dijî PKK’ê helwestek cuda ye. Her roj van helwestên xwe yên cuda îspat dikin. Di vê hevdîtinê de, min bi xwe û bi taybetî ev tişt tê de dît.’ Di wêneyê bê ala Kurdistanê û axaftina Erdogan de nîşan dide ku tu Neçîrvan Barzanî nûnertiya gelê kurd û Kurdistanê nake.

Dema mirov li wêneyê hatiye kişandin dinêre, dibîne ku li pişt Erdogan û Barzanî tenê ala tirk heye. Lê ala Kurdistanê tune ye. Li gorî dîplomasiyê di navbera du nûnerên welatan de dema hevdîtin tê kirin, divê alên herdu neteweyan hebe. Li vir tenê ala tirk heye. Lê ala kurdan û Kurdistanê tune ye. Neçîrvan Barzanî jî ji vê yekê pir kêfxweş e. Tu nerazîbûn û bertekên wî jî li dijî vê yekê tune ye. Ev jî îspat dike li dijî gelê xwe neyartiyê dike. Lê li dijî neyarê gelê xwe jî dostaniyê dike. Wêne nîşan dide ku Barzanî hevkariya dijminê xwe û neyartiya gelê xwe dike.

Lê divê gelê kurd jî li dijî kole û neyarên xwe xwedî helwestek xurt bin. Ku helwestek xurt bê dayîn ne neçîrvan Barzanî û ne jî hêzên serdest nikarin tiştekî bikin. Kesayetiyek azad, xwedî helwest û bi biryar dikare her tiştî bike.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 7’Ê SIBATA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji Nameya Şehîd Viyan Karox Ya Ji Bo Rêhevalan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji Nameya Şehîd Viyan Karox Ya Ji Bo Rêhevalan

Ji Nameya Şehîd Viyan Karox Ya Ji Bo Rêhevalan

Fermandarê Mezin Ş. Baran Mawa Şehîdên Surê vedibêje – Ş. Harûn Welat

Fermandarê Mezin Ş. Baran Mawa Şehîdên Surê vedibêje - Ş. Harûn Welat

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.