Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Divê hemû jinên Kurdistanê bi ruhê Viyanan di pêngava dem dema azadiyê de cih bigrin

PAJK'ê destnîşan kir ku bi ruhê Viyanan, Bêrîtanan û Zîlanan dikarin têkoşîna azadiyê bi ser bixînin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan misoger bikin. PAJK'ê bang li jinên Başûr jî kir ku bi ruhê Viyanan tevlî pêngava dema azadiyê bibin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/02/2022 - 11:17
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: Divê hemû jinên Kurdistanê bi ruhê Viyanan di pêngava dem dema azadiyê de cih bigrin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 16’an a çalakiya canbexşane ya Viyan Soran daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Em têkoşer û milîtana pêşeng a xeta Rêber APO hevrê Viyan Soran di salvegera 16’an ya şehadetê de bibîrtînin. Di şexsê hevrê Viyan de em tevahî şehîdên ku bi dirûşmeya ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ li derdora felsefeya Rêber APO ya jiyana azad xwe feda kirin, bi hezkirin, dilsozî û minetdarî bi bîr tînin. Em li dijÎ komploya navneteweyî ya bi bêbextiyeke mezin li hemberî Rêbertiya me û tevahî nirxên mirovahiyê hate kirin hêrsa tolhildanê û nefreta xwe tînin ziman, li pêşberî Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo û şehîdên me soza bilindkirina têkoşînê dubare dikin.

HEVRÊ VIYAN BÛ PÎVANA DILSOZÎ Û PARÊZVANA XETA AZADIYÊ

Hêzên komploger ên hegemonîk di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina Rêber APO, xwestin îradeya azad a gelan û jinên berxwedêr di şexsê Rêber Apo de têk bibin, tevgera PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd di qirkirina sedsalî re derbas bikin. Rêber Apo û şehîdên me yên mezin bi berxwedaniyeke dîrokî û ruhekî fedaiyane bersiv dan komplogeran. Li hemberî komplogeran hêrs û helwesta gelê me, dilsozî û baweriya jinên Kurd a bi doza şoreşa azadiyê dîrokî bû. Hevrê Viyan Soran, weke milîtaneke xeta azadiyê navê xwe di wê dîrokê de nivîsî û li hember komplo û faşîzma mêr-dewletê helwesteke herî radîkal a israra di jiyana azad de bi Rêber Apo re nîşan da. Hevrê Viyan di têkoşîna azadiya jinê de bû pîvana dilsozî, bawerî û parêzvana xeta azadiyê û pêşxistina paradîgma netewa demokratîk ya Rêber Apo.

Têkoşera mezin hevrê Viyan di temenê xwe yê ciwan de ji Başûrê Kurdistanê beşdarî tevgera me ya azadiyê bû. Bi baweriya xwe, bi dilsozî û zanebûna xwe ya neteweyî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş xist, weke milîtaneke jin ya Apoyî rola pêşengiyê di nav têkoşînê de girt ser milê xwe. Hevrê Viyan, her tim li hember paşverûtiyan û sekna dûdil bi hestên jin û neteweyî xwedî helwesteke bi bandor bû. Hevrê û dilsoza Rêber Apo heval Viyan di sala 2004’an de li dijî hêzên komploger û xeta îxanetkar cihê xwe di nava komîteya jinûve avakirina PKK’ê de girt. Bi têkoşîn û ezmekî mezin ked û xebat meşand. Li ser vî bingehî bû yek ji endamên rêveber ên jinûve avakirina PKK’ê. Di komîteya avakirina PKK’ê de bi sekneke zelal û milîtaneke dilsoza bi xeta Rêber Apo re têkoşiya û bû xwedî roleke mezin. Hevrê Viyan, jinûve avakirina PKK’ê wekî dendika paradîgma Neteweya Demokratîk ya ji aliyê Rêbertiya me ve pêşket dît. Ji bo wê jî jinûve avakirina PKK’ê erkekî dîrokî bû, bi wê zanebûnê xwedî li xeta Rêber Apo ya li ser hîmê azadiya jin û civakê mezin dibû derket û jê re pêşengî kir.

BERXWEDANA LI DIJÎ XIYANETÊ, LI SER XETA VIYANAN DEWAM DIKE

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hîn jî dewam dike. Li dijî berdewamkirina komplo û tecrîda girankirî, Rêber Apo bi sekneke dîrokî ya layîqî şehîdan li ber xwe dide. Li ser xeta hevrê Viyan û bi hezaran şehîdan têkoşîna azadiyê berdewam dike. Di pêşengiya jinan de gelê me û milîtanên xeta Rêber Apo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin têkoşîneke mezin didin. Gerîlayên azadiyê yên li ser xeta Viyanan li Haftenîn, Metîna, Zap û Zagrosê bi vîneke ji pola, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û îxanetkariya PDK’ê berxwedaneke dîrokî nivîsandin. PDK’ê li dijî gelê me yê li Başûr, ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe qehîm bike li gel dewleta Tirk di nav îxaneke mezin de ye. Sekna hevrê Viyan û peyama wê li dijî xeta îxanetê bû. Di roja îro de di serî de jinên Kurd û tevahî gelê me li ser xeta Viyanan û bi hezaran şehîdan di nav têkoşîneke mezin de ne, bi îradeyeke azad li ser hîmê felsefeya Rêber Apo li hember hêzên komploger, faşîzma dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê bi ruhê berxwedêr li ber xwe didin. Fedaiyên li Girê Sor, Werxelê û Zendûra careke din peyama hevrê Viyan bi şerê gel ê şoreşgerî re kirin yek û di bin dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ li ber xwe dan û bi ser ketin.

Di vê pêvajoyê de ku têkoşîneke mezin tê dayîn, bi helwest, sekin û dilsoziya mezin a hevrê Viyan bi Rêber Apo re em dikarin armanca komplogeran bi temamî têk bibin. Wekî partiya jina azad ya Kurdistanê PAJK’ê li ser xeta şehîdan têkoşîn meşandin û bilindkirin em di vê demê de wekî erkeke dîrokî li ser milê xwe dibînin. Em bi jiyanîkirina ruhê Viyanan, Bêrîtan û Zîlanan dikarin têkoşîna mezin a azadiyê bi ser bixînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin.

BANGA LI JINÊN BAŞÛR: BI RUHÊ VIYANAN TEVLÎ PÊNGAVA DEMA AZADIYÊ BIBIN

Li ser vê esasî em di serî de bang li hemû jinên li Başûr û her wiha Kurdistanê dikin bi ruhê Viyanan di pêngava dem dema azadiyê de cih bigrin. Çawa ku hevrê Viyan bi sekna xwe, bi bawerî û dilsoziya bi Rêber Apo û xeta PKK’ê di pêvajoya herî dijwar a têkoşînê de xwedî li xeta jiyana azad derket, di oxira wê de têkoşîn meşand, di vê pêvajoyê de jî divê her jineke Kurd û milîtanên Apoyî yên li ser xeta Viyanan têdikoşin bi heman ruh û berpirsyarî xwedî li berxwedana dîrokî ya Rêber Apo derkevin.

Em careke din di şexsê hevrê Viyan Soran de tevahî şehîdan bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Soza me daye şehîdên azadiyê dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bûyer dîsa destavêtin e, kiryar dîsa polîs e – Şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîsên îstixbaratê ne

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Zarokên Agir 4 bajarên faşistan de agirê tolê pêxistin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Zarokên Agir 4 bajarên faşistan de agirê tolê pêxistin

LEZGÎN - Zarokên Agir 4 bajarên faşistan de agirê tolê pêxistin

Ji edliyeyê careke din bang li malbata Şenyaşar hate kirin

Ji edliyeyê careke din bang li malbata Şenyaşar hate kirin

Manşet

  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.